HAVÎNA FEREMERZÊ HEJARÎ LI PARÎSÊ

Sibeha rojeke havînê, kurdek li Parîsê ji xew radibe û dibîne ku bûye heftê salî! Ew nizane çawa bawer bike û di wan mehên havînê de, ew bi kûrahî li ser têgeha hebûn û nebûnê, ciwanî û pîrbûnê, jiyan û mirinê, diponije. Kurdê ku xwe derbider dibîne giraniya xwe berdide ser serpêhatiyên xwe. Ew digihêje baweriyekê ku di demên pir dijwar de, ew dikare xwe bispêre hizr û ramanên kesên hişmend û zana wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Kavafîs, Emil Cioranê rûmanî, Gabriel Garcia Marquezê kolombî û gelek hozan û hunermendên çi kurd çi biyanî. Ew wan ji xwe re dike rêber û li wan vedigere wek çawa berê karwanên li deşt û sehrayan bi saya stêrên asimanan rê û çîhera xwe didîtin.
Di heftê saliya xwe de, kurdê li Parîsê biryara xwe dide ku ew dê herdem wek xwe bimîne. Ew dê li bexçeyan heyranê gulên bûkûzava be, û li asimanan evîndarê hechecîkên asimanan be. Paşê, ew xwe bi tenê nabîne çunkî zaroktiya wî ya li gundekî ji Rojava û xortaniya wî ya li kêlekên çemê Parîsê dê werin serdana wî. Ew dê bibin wek du pisîkên Wanê, du pisîkên spî û bi çavên bi rengên ciyêwaz û ew dê bên li ser sînga wî bikin xirepiş û norenor.
Havîna Feremerzê Hejarî li Parîsê berhevoka bîr û baweriyên nivîskarê xwe ye. Ew dîtina wî ye li ser sirgunê ye, li ser barê salan, wateya jiyanê û kêfxweşiya ku yek dikare bibîne eger bi dilê xwe li dîmenên piçûk ên derdora xwe tamaşe bike.
Fawaz Husên ji gundê Kurdo ye, li Amûdê xwendina xwe ya seretayî, amadeyî û navîn dixwîne. Ew ji sala 1978an li Parîsê dijî û bi zimanê kurdî û fransî dinivîse.
- Açıklama
Sibeha rojeke havînê, kurdek li Parîsê ji xew radibe û dibîne ku bûye heftê salî! Ew nizane çawa bawer bike û di wan mehên havînê de, ew bi kûrahî li ser têgeha hebûn û nebûnê, ciwanî û pîrbûnê, jiyan û mirinê, diponije. Kurdê ku xwe derbider dibîne giraniya xwe berdide ser serpêhatiyên xwe. Ew digihêje baweriyekê ku di demên pir dijwar de, ew dikare xwe bispêre hizr û ramanên kesên hişmend û zana wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Kavafîs, Emil Cioranê rûmanî, Gabriel Garcia Marquezê kolombî û gelek hozan û hunermendên çi kurd çi biyanî. Ew wan ji xwe re dike rêber û li wan vedigere wek çawa berê karwanên li deşt û sehrayan bi saya stêrên asimanan rê û çîhera xwe didîtin.
Di heftê saliya xwe de, kurdê li Parîsê biryara xwe dide ku ew dê herdem wek xwe bimîne. Ew dê li bexçeyan heyranê gulên bûkûzava be, û li asimanan evîndarê hechecîkên asimanan be. Paşê, ew xwe bi tenê nabîne çunkî zaroktiya wî ya li gundekî ji Rojava û xortaniya wî ya li kêlekên çemê Parîsê dê werin serdana wî. Ew dê bibin wek du pisîkên Wanê, du pisîkên spî û bi çavên bi rengên ciyêwaz û ew dê bên li ser sînga wî bikin xirepiş û norenor.
Havîna Feremerzê Hejarî li Parîsê berhevoka bîr û baweriyên nivîskarê xwe ye. Ew dîtina wî ye li ser sirgunê ye, li ser barê salan, wateya jiyanê û kêfxweşiya ku yek dikare bibîne eger bi dilê xwe li dîmenên piçûk ên derdora xwe tamaşe bike.Fawaz Husên ji gundê Kurdo ye, li Amûdê xwendina xwe ya seretayî, amadeyî û navîn dixwîne. Ew ji sala 1978an li Parîsê dijî û bi zimanê kurdî û fransî dinivîse.
ISBN:9786255535405Boyut:13 x 19,5Sayfa Sayısı:120Basım Yeri:Berdan Matbaası, İstanbulBaskı:1Basım Tarihi:2025Tür:RomanDili:Kürtçe/Kurdî
- Yorumlar
- Yorum yazBu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.