Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di 1954an de li Tel Avivê hatiye dinyayê. Lisansa xwe li Zanîngeha Ibranî ya Or- şelîmê di beşa biyolojî, lîsansa bilind li heman zanîngehê beşa Zanista Siyasetê, doktoraya xwe li Zanîngeha Oxfordê felsefeya siyasetê de bi şêwrimendiya Isaiah Berlin li ser neteweperweriyê kiriye. Li zanîngehên Tel Aviv, Princeton û Harvardê ders dane.
Di 1978an de bû yek ji damezrênerên Aştî Aniha û di navbera 1980 û 1985 çalakgera Ratzê bû. Di salên 1998-1999an de seroka Komeleya Mafên Sivîl a Israîlê bû. Di navbera 1999 û 2001ê de bû wezîra qebûlkirina koçberan. Di 2003yan de ji Partiya Karkeran bû endama Knessetê. Di navbera salên 2006-2009an de wezîra perwerdeya Israîlê bû. Ji 2020î ve seroka Koleja Beit (Mala) Berl (Katznelson) e. Kitêba wê Liberal Nationalism di 2003yan de ji nav weşanên Zanîngeha Prince- tonê derçûye.

Yael Tamir - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1