Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
9786055585358
362449
PARÎSABAD
PARÎSABAD
Avesta Yayınları
0.00

Di Parîsabadê de, di van kurteçîrokan de ku mirov dikare wan wek beşên romaneke hevgirtî bixwîne, Fawaz Husên li sermijara derbideriyê, li Ewropayê û bi taybetîli ser Parîsê, dinivîse.

“Di destexaniyê xwe de, li qata heftan, li bajarê Parîsê, bîranînên min wek libên tizbiyek kehreban di destê deqandî yê kalemêrekî de didin dû hev. Li Porte des Lilasê, ez hem hespekî textînî me, hem jî ew lawikê ku lê siwar bûye. Ji bîst û pênc salan ve ku ez ji deşta Mêrdînê dûr ketime, ez bawer dikim ku hespê min bi çargavî dinyayê li bin guhê hev dixîne, lê ew bi rastî di cîhê xwe de dimîne û di defa sînga Amûdê de diçe xwarê. Ez bawer dikim ku ez li Parîsê me, li paytextê Fransayê me, lê ez hema erd û zeviyên gundê Kurdoyê dipîvim û xwe ji serê girê wî digindirînim. Erê ez li kêleka çemê Seinê dijîm, û ji do êvarê de pir diçelmisim, lê ez bi roj û şevan dikevim çemê zaroktiya xwe û ez di hembêza bavê xwe de ajne û sobahiyê dikim.”

(...)

Şengul Ogur , www.kulturname.com, 01.12.2011-01-12

Dem di vegotina Parîsabadê de ti tevneke kronolojîk de nîn e. Di nav romanê de an di binhişê nivîskar de geh em li Amûdê ne geh em li kolan û restorantên Parîsê ne. Vebêjêr nexweş e; ji xwe leheng vebêjêr bi xwe ye. Halusînasyonan dibîne û ditirse. Her çiqas roman bi nûçeya mirina bavê wî a ku Mehmed Elî yê hevalê wî jê re tîne dest pêbike jî em di rûpelê 81 an de pê dizanin ku vebêjêr beriya mirina bavê xwe jî nexweş e û doktorekî wî heye. Û ev diktor ne doktorek ji rêzê ye; çimkî vebêjêr ne nexweşekî ji rêzê ye. Xewneroşkan dibîne, her tim bavê xwe dibîne, yên kêleka xwe dişîbîne hinekên din. Çimkî diktor zor dide xwe û li binhişê wî jîdinihêre.

Hamid Omerî, www.netkurd.com, 22.03.2011

(...)

Ev xewn û xeyalên buhuştî bi bihîstina mirina bavê wî, ji zû de ji hişê Îsa firîyane. Li şûna wan bîrewerîyên zaroktîyê û hîsên tawanbar danîne; ko çima direwşeke wusan dijwar, wekî mirinê de, ne li kêleka bavê xwe bû. Eger şibandinek wî û Odîseus hebe di virde ye, ango dixwaze paş de vegere. Çi dibe bila bibe! Ewdê şûnde salên zaroktîya xwe, axa kal û bavan dagir bike. Qe nebe di destpêkê de pêjnekê wusan dide mirov, dema li Parîsê derûnîya wî xirab dibe û diçe da li kampa penaberan yekî nas tespît bike. Li wir dibîne ko ê nas ew bi xwe ye, lê di destpêka rêwitîya xwe ya penaberîyê de ye. Ji polisan tika dike ko ewî paşde bizîvirînin.

M. Alî Kut, www.nefel.com, 08.02.2011

(...)

Parîsabad, ji mijarên mezin, her wisa ji zimanê giran yê vebêjiyê, xwe dûr digre. Tevna berhemê pala xwe dide jiyana penaberekî û bûyerên rojane û hûrik yên wê jiyanê. Carinan jî bûyerên mezin yên dîrokê, yên ku herdem li paş perdeya nivîsarê ne, ji nişkê ve, xwe tînin bîra xwendevanê vê berhemê. Wekî mînak, banoda bûyerên hilweşandina “Septembera 2001’ê” li Amerîkayê li ser jiyana penaberên misilman, kurd jî di nav de, li Ewropayê. Her wisa ziman jî xwe dispêre çêja zimanê ku di axaftina rojane de tê bikaranîn. Wekî mînak, “kêfa gurê manco”. Ma ku em bêjin, di berhemên Fawaz Husên de, ji siwarên êşê heta bi Parîsabadê, mijûlbûneke germ bi jiyana kurdan ya derbideriyê heye. Ev şêwe ji mijûliyê, di dîroka wêjeya kurdan de, ku li derbideriyê şax dabûn, cudayiyeke berbiçav û erênî ye.

Helîm Yûsiv, www.diyarname.com, 27.02.2011

  • Açıklama
    • Di Parîsabadê de, di van kurteçîrokan de ku mirov dikare wan wek beşên romaneke hevgirtî bixwîne, Fawaz Husên li sermijara derbideriyê, li Ewropayê û bi taybetîli ser Parîsê, dinivîse.

      ISBN
      :
      9786055585358
      Boyut
      :
      13 x 19.5 cm
      Sayfa Sayısı
      :
      104
      Basım Yeri
      :
      Berdan Matbaası, İstanbul
      Basım Tarihi
      :
      2010
      Kapak Türü
      :
      Karton Kapak
      Kağıt Türü
      :
      Enso Creamy, 60 gr.
      Dili
      :
      Kürtçe / Kurdî
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat