(1920-2020) li Tunisê hat dinyayê û li wir mezin bû; piştî serxwebûna Tunisê (1956) li Parisê jiyana xwe domand. Romannûs û rexnegir e ku bêtir li ser kolonyalîzm, antî-semitîzm û nijadperestiyê nivîsandiye. Memmi 4 salî dest bi dibistana ibranî kir. Li dibistanên fransî yên li Tunisê xwend. Di 1939an de xwendina xwe ya navîn qedand û dest bi xwendina felsefeyê kir li zanîngeha Cizayirê. Di II. Şerê Cîhanê de, ji ber ku li Fransayê hikumeta antî-semitîk, Vichy li ser kar bû, ji zanîngehê hat avêtin û bo kampeke xebatê hat şandin. Piştî şer, Memmi li Paris, Sorbonneê xwendina xwe domand. Di 1951ê de vegeriya Tunisê û mamostetiya lîseyê kir. Memmi, piştî ku bi awayekî mayinde vegeriya Parisê, li Sorbonneê bû mamoste; di 1970yî de li heman zanîngehê doktoraya xwe qedand. Di 1975an de bû rêvebirê Dibistana Perwerdeya Bilind a di Zanistên Civakî de; li Dibistana Bilind a Xebatên Ticaretê û zanîngeha Nanterreê xebitî.
Hin ji berhemên wî yî din: Portrait du Colonisé, Précédé du Portrait du Colonisateur (Berî Portreya Kolonîzator Portreya yê Kolonîzekirî), 1957; Portrait d’un Juif (Portreyê Cihû) 1962; Juifs et Arabes (Cihû û Ereb), 1974; Le Racisme: Description, Définition, Traitement (Nijadperestî: Teswîr, Pênase, Çareserî),1982; La Statue de Sel (Stûnê Xwê), 1953, roman; Le désert: Ou, La Vie et les Aventures de Jubair Ouali El-Mammi (Çol: An Jiyan û Serpêhatiyên Cubayir Ouali El-Memmi), 1977, roman.