16ê Adara 1970yan li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û niha li welatê Hollenda dijî. Nivîskar ji hunera vegêranê, ji hunera şêwekarî, şano û mûzîkê pir hez dike. Bi berdewamî di van waran de dixwîne. Herwiha bîner û guhdarvanekî çalak e jî. Hinek caran ji bo xwe ji qerebalixî yan jî xwe ji nivîsînê bidize, ji dar peykerekê çêdike. Hemû roman û çîrokên wî behsa qonaxên giring ên dîrokê dikin. Herwiha karekterê dîrokî û rast careke din ji aliyê nivîskar ve bi xwendekaran tê naskirin. Heta niha çar romanên wî yên bi navê “Şewgerekan (2015), Nîştimanî Sara (2019), Xemî Mestûre (2020) û Xaneqay Mîrza (2024)” hatine çapkirin. Ji bilî romanan gelek çîrokên wî jî hatine çap û belavkirin. Herwiha romana Bûkî Cûleke-Bûka Cihû ji hollendî wergerandiye kurdî.
