Prof. Dr. Dr., Rêveberê Enstîtuya Zanistên Tendirustiyê yên Navçandî ya Zanîngeha Dewletê ya Stuttgartê, dekanê Enstîtuya Psîkoterapî û Psîkotrawmatolojiyê ya Zanîngeha Dihokê, serokê Beşa Navçandî û Psîkosomatîk ya Klînîka MediClin-Donaueschingen a Almanyayê ye. Xebatên wî yên sereke, trawmatolojî û psîkiyatriya navçandî ye ku cudahiyên çandî li ber çavan digirin. Bi taybetî li ser trawmayên derûnî û nexweşiya stresê ya piştî travmayê (NSPT) hûr dibe ku ji ber sedemên giran ên wekî şer, teror û koçberiyê rû didin. Jinên êzidî yên ji zilm û zordariya DAIŞê rizgarbûyî di serî de, dermankirin û başkirina mexdûrên şer xebatên wî yên navneteweyî ne.
