Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%40
Yeni
TRAWMA, KRÎZ Û BAŞBÛN: NÊRÎNEKE BIYOPSÎKOSOSYAL

TRAWMA, KRÎZ Û BAŞBÛN: NÊRÎNEKE BIYOPSÎKOSOSYAL

Liste Fiyatı : 430,00TL
İndirimli Fiyat : 258,00TL
Kazancınız : 172,00TL
9786255535443
363109
TRAWMA, KRÎZ Û BAŞBÛN: NÊRÎNEKE BIYOPSÎKOSOSYAL
TRAWMA, KRÎZ Û BAŞBÛN: NÊRÎNEKE BIYOPSÎKOSOSYAL
258.00

 6ê Sibata 2023an, li Tirkiyeyê wekî “karesata sedsalê” hat qeydkirin, li 11 bajaran bû sedema zêdetirî 50.000 mirî û nîşaneya hilweşîneke mezin ku koça navxweyî ya girseyî pêk anî. Du erdhejên navenda wan Mereş, jiyana bi mîlyonan mirovan seranser guhert û li ser kesên saxmayî şopên kûr hiştin. Xwezaya jinişkave û nediyariya trawmayê bû sedema bertekên derûnî yên berbelav ên mîna nexweşiya stresê ya piştî trawmayê, anksiyete, depresyon, sûcdarî û xemgîniyê… Têgihîştina “qada ewle” ya mirovan ji binî ve hejand. Bi taybetî komên hesas ên mîna zarok, jinên ducanî û xebatkarên tendirustiyê yên tevlî midaxeleyên acîl bûne, bi awayekî ne di heman astê de di bin bandora vê trawmayê de man û pêdiviya wan bi mekanîzmayên piştevaniya derûncivakî ya taybet hat dîtin. Ev kiteb, ji bo bersivdayîna pêdiviyên giring ên ku piştî van pêvajoyên zehmet derketine holê, hatiye amadekirin û nêrîneke biyopsîkososyal pêşkêş dike.
Ev çavkanî, berhema projeya perwerdeyeke berfireh e ku bi hevkariya saziyên navneteweyî û herêmî ji bo pisporên qada tendirustiya derûnî yên li qadê, hatiye sazkirin. Kitêba bi navê “Trawma, Krîz û Başbûn: Nêrîneke Biyopsîkososyal”, zanîn û tecribeyên pisporên ji disîplînên cuda digihîne hev û armanca wê ew e ku bo pisporên tendirustiya derûnî yên li qadê bibe çavkaniyek. Kitêb; bi beşên teorîk ên ku bingehên polîtîk û civakî yên trawmayê, norobiyolojî û bandorên wê yên geşedanî vedikolin, dest pê dike. Di berdewamiya kitêbê de, ji alîkariya derûnî ya pêşîn û birêvebirina krîzê bigire heta EMDRyê û terapiyên reftarî yên venasînî yên li ser trawmayê ku xwe dispêrin delîlan, rêbazên midaxeleya pratîk tên pêşkêşkirin. Di beşa dawî de jî rola giring a sepanên xizmeta civakî ya piştî karesatê, stratejiyên serederîkirina bi trawmatizasyona duyemane re ya xebatkarên trawmayê û modelên xweragiriya komê yên bêyî alîkariya pisporan, bi hûrgulî tên nirxandin. Ev kitêb, bi wê armancê hat amadekirin ku cîhana tevlihev a êşê bê fêmkirin û bo başbûna mirov bibe rêberek.

  • Açıklama
    •  6ê Sibata 2023an, li Tirkiyeyê wekî “karesata sedsalê” hat qeydkirin, li 11 bajaran bû sedema zêdetirî 50.000 mirî û nîşaneya hilweşîneke mezin ku koça navxweyî ya girseyî pêk anî. Du erdhejên navenda wan Mereş, jiyana bi mîlyonan mirovan seranser guhert û li ser kesên saxmayî şopên kûr hiştin. Xwezaya jinişkave û nediyariya trawmayê bû sedema bertekên derûnî yên berbelav ên mîna nexweşiya stresê ya piştî trawmayê, anksiyete, depresyon, sûcdarî û xemgîniyê… Têgihîştina “qada ewle” ya mirovan ji binî ve hejand. Bi taybetî komên hesas ên mîna zarok, jinên ducanî û xebatkarên tendirustiyê yên tevlî midaxeleyên acîl bûne, bi awayekî ne di heman astê de di bin bandora vê trawmayê de man û pêdiviya wan bi mekanîzmayên piştevaniya derûncivakî ya taybet hat dîtin. Ev kiteb, ji bo bersivdayîna pêdiviyên giring ên ku piştî van pêvajoyên zehmet derketine holê, hatiye amadekirin û nêrîneke biyopsîkososyal pêşkêş dike.
      Ev çavkanî, berhema projeya perwerdeyeke berfireh e ku bi hevkariya saziyên navneteweyî û herêmî ji bo pisporên qada tendirustiya derûnî yên li qadê, hatiye sazkirin. Kitêba bi navê “Trawma, Krîz û Başbûn: Nêrîneke Biyopsîkososyal”, zanîn û tecribeyên pisporên ji disîplînên cuda digihîne hev û armanca wê ew e ku bo pisporên tendirustiya derûnî yên li qadê bibe çavkaniyek. Kitêb; bi beşên teorîk ên ku bingehên polîtîk û civakî yên trawmayê, norobiyolojî û bandorên wê yên geşedanî vedikolin, dest pê dike. Di berdewamiya kitêbê de, ji alîkariya derûnî ya pêşîn û birêvebirina krîzê bigire heta EMDRyê û terapiyên reftarî yên venasînî yên li ser trawmayê ku xwe dispêrin delîlan, rêbazên midaxeleya pratîk tên pêşkêşkirin. Di beşa dawî de jî rola giring a sepanên xizmeta civakî ya piştî karesatê, stratejiyên serederîkirina bi trawmatizasyona duyemane re ya xebatkarên trawmayê û modelên xweragiriya komê yên bêyî alîkariya pisporan, bi hûrgulî tên nirxandin. Ev kitêb, bi wê armancê hat amadekirin ku cîhana tevlihev a êşê bê fêmkirin û bo başbûna mirov bibe rêberek.

      ISBN
      :
      9786255535443
      Boyut
      :
      13,5x21,5
      Sayfa Sayısı
      :
      312
      Basım Yeri
      :
      Berdan Matbaası - İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2025
      Çeviren
      :
      Abdulsıttar Özmen
      Tür
      :
      PSYCHOLOGY
      Dili
      :
      Kurdî - Kürtçe
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1