“Navê min ê temam Husênê kurê Westa Arifê kurê Mela Ebdulrehmanê kurê Mihemed Axayê kurê Îsmaîl Axa ye. Bapîrê min ê mezin, piştî avakirina Silêmaniyê, ji Qela Çolan hatiye nav bajêr. “Dayika min Hebîbeya keça Mela Ehmedê kurê Mela Mihemed e ku bi navê “Mela Çayçî” dihat naskirin. Ew jî kurê Mela Xefûrêkurê Mela Mistefa ye. Bapîrê min ê mezin ê li ser xeta dayikamin jî piştî avakirina Silêmaniyê ji Qela Çiwalanê bar kiriye navbajêr. Navûdengê “Mela Çayçî” ji wê yekê tê ku ew kesê yekembûye ku bi rêya Îranê re bazirganî kiriye, çay
aniye Silêmaniyê û vexwarina wê bi xelkê daye naskirin.” Husên Arif, çîroknivîs û romannivîsê kurd, di 21ê mijdara 1936an de ji dayik bûye. Di salên pênciyan ên sedsala borî de, wî heta astekê şêwaza berê ya nivîsandinê ya wê serdemê guhert. Çi di asta hest û şiyana xwe de çi jî wekî gerokekî ji bo gihîştina bi pêla nûjeniyê, ew kete pey dîtina şêwazên nû di nivîsandinê de. Nimûneya herî baş a vê yekê jî çîroka Çay Şîrîn e ku di sala 1957an de nivîsandiye. Husên Arif wekî endamekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di xula yekem a
Parlamentoya Kurdistanê de bû endamê parlamentoyê. Ew li parlamentoyê endamê fraksiyona kesk bû û di nav komîteyên parlamentoyê de jî endamê Komîteya Karûbarên
Yasayî bû. Piştî bûyerên 31ê Tebaxê, Husên Arif tevî gelek parlamenterên din, li dijî şerê çekdarî yê di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, bo demekê ku ji mehekê zêdetir kişand, li hundirê parlamentoyê de dest bi grevê kirin.
Berhem
- Şar, berga yekem: 1986, berga duyem: 2001; Silêmanî
- Çay Şîrîn: Hemû çîrokên kurt
- Revde Gurg, çar çîrok, 1983
- Koktêl, zincîreya pirtûkên Dezgeha Çap û Weşana Serdem, 2005
- Temenek di Bindestiyê de: Ji rûdan û karesatan, 2 berg
- Tûşiya Sefereke Dijwar
- Bîbliyografyaya du salên temenê Karwan 1982-1984
- Xeyala Mirovekî
- Salek ji Temen: Bîranînên Husên Arif
- Şanogeriya Cenabê Canewer
- Dibistana Helbesta Nû
- Hêlîn
- Kofikek ji Janên Hêrsbûyî
- Çîroka Hunerî ya Kurdî
- Bîbliyografyaya Çîroka Kurdî
- Rwange û Dost û Dijminên wê
- Di Qada Têkoşînê de: Çîrok di berhemên piştî şoreşê de
- Nivîsên min di warê rexne û lêkolînê de, salên 1955-1988
