ŞEWTBIHÊRK
Bajar Mîrzeman, bi vê kitêba xwe ya çîrokan “Şewtbihêrk”ê ji me re ji peyvan nexşerêyekê çêdike. Em bi sînorên wê nexşerêyê dizanin û belkî dikarin ji ber xwe de xêz jî bikin lê vê carê ev sînor bi peyvan hatiye xêzkirin.
Di vê erdnigariya bi peyvan hatiye avakirin de, cejn hene, peyman hene, Newroz heye, xarên winda hene, mamosteyên ku zimanekî din hîn dikin hene, navên kirîne hene, xwîna destê sibehan tê rijandin heye û hwd.
Belkî ji bo têgihîştina wan em li xwe vegerin û alîkariyê ji dîrokê bixwazin, carinan ji dîroka nêzik carinan jî ji dîroka dûr. A soxî ev labîrentek e ku em tê de ne û şîfre di nav çîrokên dîrokê de ye.
Ev çîrokên ku mijara wan bi me xerîb nayên vê carê emê ji qelema Bajar Mîrzeman bixwînin, wê hinekî canê me bişewitîne lê meraq nekin wê bibihure.
- Açıklama
Bajar Mîrzeman, bi vê kitêba xwe ya çîrokan “Şewtbihêrk”ê ji me re ji peyvan nexşerêyekê çêdike. Em bi sînorên wê nexşerêyê dizanin û belkî dikarin ji ber xwe de xêz jî bikin lê vê carê ev sînor bi peyvan hatiye xêzkirin.
Di vê erdnigariya bi peyvan hatiye avakirin de, cejn hene, peyman hene, Newroz heye, xarên winda hene, mamosteyên ku zimanekî din hîn dikin hene, navên kirîne hene, xwîna destê sibehan tê rijandin heye û hwd.
Belkî ji bo têgihîştina wan em li xwe vegerin û alîkariyê ji dîrokê bixwazin, carinan ji dîroka nêzik carinan jî ji dîroka dûr. A soxî ev labîrentek e ku em tê de ne û şîfre di nav çîrokên dîrokê de ye.
Ev çîrokên ku mijara wan bi me xerîb nayên vê carê emê ji qelema Bajar Mîrzeman bixwînin, wê hinekî canê me bişewitîne lê meraq nekin wê bibihure.ISBN:9786255535573Boyut:13 x 19,5Sayfa Sayısı:80Basım Yeri:Berdan Matbaası - İstanbulBaskı:1Basım Tarihi:2026Tür:ÇîrokDili:Kurdî - Kürtçe
- Yorumlar
- Yorum yazBu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
