– Rojnamevan, nivîskar, şair û kurdzanê mezin di 3ê Nîsana 1948an li gundê ‘Eynelûyê (niha Lênûxî) ya nehiya Êçmîazînê ya Ermenîstana Sovyetê li maleke êzdî ya ocaxzade de ji diya xwe bû. Sala 1972an para Kurdzaniyê ya Fakûlteya Rohilatzaniyê ya Zanîngeha Yêrêvanê ya Dewletê kutah kir. Pey temamkirina xwendina bilind, çend salan
li gundan dersdartî û rêvebiriya mektebê kir. Piştre derbasî karên redakisyona rojnameya kurdî Rya Teze bû û nêzîkî 18 salan (1974-1992) di wir de wek wergêr, cabdar û berspirsyarê
cîgir xebitî. Ew yek ji wan nivîskarên Kurd ên li Ermenistanê bû ku bi zanîna xwe ya kûr, asta edebiyata kurdî gihande asta edebiyata cîhanê. Gelek nivîsên wî di almanaxa Bahara Teze de çap bûn, lê wisa jî bi zimanê ermenî, rûsî hatin wergerandin. Payê pir ên proza û şiêrên nivîskarê mezin wek destnivîsar mane ku wî pê re negîhand di saxiya xwe de çapa wan bibîne.
Babayê Keleş di 10ê Îlona 2014an, 66 saliya xwe de çû ser heqiya xwe, ew li gundê ‘Emo (niha Zovûnî), Ermenistanê hat binax kirin.
Çend berhemên wî:
Nîşanî (çîrok), Yêrêvan, 1983
Serhatî (çîrok) - destxet
Ro di nava xûnê da (roman) - destxet
Mitalên Xerîbyê (şiêr) - destxet
