FERHENGA TÊGIHÊN DERÛNNASIYÊ
Ziman hafizeya kolektîf a neteweyekê ye. Her zanist gava bixwaze di nav civakekê de şîn bibe, divê berî her tiştî zimanê xwe ava bike. Derûnnasî, wekî zanisteke ku rasterast bi hest, raman û tevgerên mirov re têkildar e, bêyî zimanekî xurt û standard nikare bi pêş bikeve. Ev berhema li ber destê we, encama deh salan a lêkolîn û tecribeya kovara Psychology Kurdî ye ku tê de 2.755 têgih cih digirin.
Ji bo ku ferheng bi hêsanî bê bikaranîn, bi awayê sê beşan hatiye amadekirin:
● Kurdî – îngilîzî – tirkî
● Îngilîzî – kurdî – tirkî
● Tirkî – kurdî – îngilîzî
Ferheng xebateke hevpar e û armanca wê ew e ku ne tenê ji bo derûnnasan, di heman demê de ji bo pisporên zanistên civakî jî bibe çavkaniyeke bingehîn. “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” nîşan dide ku kurmancî dikare têgihên herî aloz ên zanistî hilgire. Her peyva di vê ferhengê de, gaveke berev avakirina "Dibistana Derûnnasiyê ya bi Kurdî" û xurtkirina hesta aîdiyeta miletê kurd e.
Ev xebat, ji bo armanceke hîn mezintir gava destpêkê ye. Em hêvî dikin xebatkarên qadê û hemû kesên têkildar bi hêsanî jê sûd wergirin û ferheng ji bo xebatên hîn geştir bibe çavkaniyek.
- Açıklama
Ziman hafizeya kolektîf a neteweyekê ye. Her zanist gava bixwaze di nav civakekê de şîn bibe, divê berî her tiştî zimanê xwe ava bike. Derûnnasî, wekî zanisteke ku rasterast bi hest, raman û tevgerên mirov re têkildar e, bêyî zimanekî xurt û standard nikare bi pêş bikeve. Ev berhema li ber destê we, encama deh salan a lêkolîn û tecribeya kovara Psychology Kurdî ye ku tê de 2.755 têgih cih digirin.
Ji bo ku ferheng bi hêsanî bê bikaranîn, bi awayê sê beşan hatiye amadekirin:
● Kurdî – îngilîzî – tirkî
● Îngilîzî – kurdî – tirkî
● Tirkî – kurdî – îngilîzî
Ferheng xebateke hevpar e û armanca wê ew e ku ne tenê ji bo derûnnasan, di heman demê de ji bo pisporên zanistên civakî jî bibe çavkaniyeke bingehîn. “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” nîşan dide ku kurmancî dikare têgihên herî aloz ên zanistî hilgire. Her peyva di vê ferhengê de, gaveke berev avakirina "Dibistana Derûnnasiyê ya bi Kurdî" û xurtkirina hesta aîdiyeta miletê kurd e.
Ev xebat, ji bo armanceke hîn mezintir gava destpêkê ye. Em hêvî dikin xebatkarên qadê û hemû kesên têkildar bi hêsanî jê sûd wergirin û ferheng ji bo xebatên hîn geştir bibe çavkaniyek.ISBN:9786255535535Boyut:13,5x21,5Sayfa Sayısı:392Basım Yeri:Berdan Matbaası - İstanbulBaskı:1Basım Tarihi:2026Tür:Lêkolînên ZimanDili:Kürtçe-Türkçe-İngilizce
- Yorumlar
- Yorum yazBu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
