Psîkiyatrîst. Bi trawmaya takekesî û civakî, bengîtî, psîkoterapiya psîkodînamîk a piştevaniyê, terapiya reftarî ya venasînî û EMDRyê re eleqedar e. Teza wî ya pisporiyê ji aliyê kovara Psîkofarmakolojiya Klînîk ve wekî xelata gotara zanistî ya herî baş a salê hatiye dîtin. Azad Dildar yek ji damezirînerên Komeleya Xebatên Trawmayê ye. Li gelek herêmên karesatê xebitiye, di projeyan de wekî perwerdekar, koordînator, supervîzor xebat kirine û di heman demê de yek ji edîtor û nivîskarên kovara Psychology Kurdî ye.
