Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%20
RIŞTEY MIRWARÎ

RIŞTEY MIRWARÎGULBIJÊREK JI HIKAYETÊN MÎRATA KURDAN

Liste Fiyatı : 400,00TL
İndirimli Fiyat : 320,00TL
Kazancınız : 80,00TL
9786255535245
363082
RIŞTEY MIRWARÎ
RIŞTEY MIRWARÎ GULBIJÊREK JI HIKAYETÊN MÎRATA KURDAN
320

“Qewmên din hertiştek gotibin û nivîsîbin, çi baş çi xirab, nehêlane ku ew serpêhatî ji nav herin. Lewra min jî çiqas serpêhatî û şîret hebûn, li gor desthilata xwe û heta zêdetir jî kom kirin û min hez kir ku me jî pirtûkeke wiha hebe.”
‘Elaeddîn Secadî

“Riştey Mirwarî” yek ji wan berhemên binirx û dewlemend ên ‘Elaeddîn Secadî ye, ku ew hikayetên ji zimanê xelkê bihîstine, tev kom kirine û wêjeya devkî ya neteweyekê ji tunebûnê parastiye. Riştey Mirwarî qala rewşa serdemên curbicur, şêweya jiyana gundiyan û şêweya serederiya beg û axayan bi re’iyetan re û herwiha serpêhatiyên pêkenok lê di heman demê de pir ders û şîret jî dike.

Serpêhatiya wergera kitêbê jî dikare li hikayetên berhemê zêde bibe. Şehab Xalidî, wergêrê kitêbê dibêje: “Heyamek bû min dest bi wergera ‘Riştey Mirwarî’ kiribû. Rojekê (Pêşnîvroya 28ê îlona 2022an) ez mijûlî wergerandina hikayetên xweş û pêkenokên vê pirtûkê bûm, ku ji nişkê ve dengekî bihêz ez veciniqandim. Dema ku min derî vekir û çûme derve, min dît kampa me (Kampa pêşmergeyên PDKÎ) bi giranî tê mûşekbarankirin. Mixabin çend hevalên me şehîd ketin û rewşa awarte hate ragihandin û wê rewşa awarte zêdetir ji salekê dom kir.”

“Riştey Mirwarî” mîrata giştî ya kurdan nîşan dide. Yek jî şahîkayên edeba kurdî ye. Ji bo naskirina civaka kurd, divê bê xwendin.

  • Açıklama
    • “Qewmên din hertiştek gotibin û nivîsîbin, çi baş çi xirab, nehêlane ku ew serpêhatî ji nav herin. Lewra min jî çiqas serpêhatî û şîret hebûn, li gor desthilata xwe û heta zêdetir jî kom kirin û min hez kir ku me jî pirtûkeke wiha hebe.”
      ‘Elaeddîn Secadî

      “Riştey Mirwarî” yek ji wan berhemên binirx û dewlemend ên ‘Elaeddîn Secadî ye, ku ew hikayetên ji zimanê xelkê bihîstine, tev kom kirine û wêjeya devkî ya neteweyekê ji tunebûnê parastiye. Riştey Mirwarî qala rewşa serdemên curbicur, şêweya jiyana gundiyan û şêweya serederiya beg û axayan bi re’iyetan re û herwiha serpêhatiyên pêkenok lê di heman demê de pir ders û şîret jî dike.

      Serpêhatiya wergera kitêbê jî dikare li hikayetên berhemê zêde bibe. Şehab Xalidî, wergêrê kitêbê dibêje: “Heyamek bû min dest bi wergera ‘Riştey Mirwarî’ kiribû. Rojekê (Pêşnîvroya 28ê îlona 2022an) ez mijûlî wergerandina hikayetên xweş û pêkenokên vê pirtûkê bûm, ku ji nişkê ve dengekî bihêz ez veciniqandim. Dema ku min derî vekir û çûme derve, min dît kampa me (Kampa pêşmergeyên PDKÎ) bi giranî tê mûşekbarankirin. Mixabin çend hevalên me şehîd ketin û rewşa awarte hate ragihandin û wê rewşa awarte zêdetir ji salekê dom kir.”

      “Riştey Mirwarî” mîrata giştî ya kurdan nîşan dide. Yek jî şahîkayên edeba kurdî ye. Ji bo naskirina civaka kurd, divê bê xwendin.

      Stok Kodu
      :
      9786255535245
      Boyut
      :
      13,5x21,5
      Sayfa Sayısı
      :
      328
      Basım Yeri
      :
      Berdan Matbaası - İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2025
      Çeviren
      :
      Şehab Xalidî
      Resimleyen
      :
      Magna Carducia
      Dili
      :
      Kurdî - Kürtçe
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1