- Elaedîn kurê Necmedîn kurê Hîsamedîn ji malbata Secadî, sala 1907an li taxa Qetarçiyan a bajarê Sine ji dayik bûye. Xwendina xwe di mizgeftan de dest pê kiriye û wek feqî li gelek gund û bajaran geriyaye û di dawiyê de li Silêmaniyê akincî bûye. Sala 1938an îzna zanistên îslamî û zimanê erebî wergirtiye û cara dawî bo melatî û pêşnimêjiya mizgefta Ne’îme
Xatûnê berê xwe daye Bexdayê û her li wir maye. Di heyama şerê duyem ê cîhanê de dest bi karê rojnamevaniyê kiriye û kovara Gelawêj û Nizar birêve biriye. Sala 1959an bûye mamosteyê zanîngeha Bexdayê li beşa zimanê kurdî û heya sala 1974an li ser vî karî berdewam bûye. Ji sala 1970yî şûn de dibe Wezîrê Ewqafê. Sala 1977an xanenişîn dibe.
Piştî xanenişîniyê jî hemû hêza xwe dixe ser karê edebî, lê kuştina kurê wî yê mezin di şerê Îran û Iraqê de (1980 - 1988) pişta wî dişkîne û dibe xemeke gelek giran li ser dilê wî. Sala 1984an koça dawiyê dike û li goristana Şêx Ebdulqadirê Geylanî li Bexdayê bi axê tê spartin.
Hindek ji berhemên Secadî:
- Dîroka edebiyata kurdî, 1952.
- Geştêk le Kurdistan 1956.
- Şoreşên kurd, dîroka serhildanên kurdan, Bexda 1959.
- Hemîşe Behar, Bexda 1960.
- Destûr û ferhenga zimanê kurdî, Bexda 1967.
- Edebiyata kurdî û lêkolîna edebiyata kurdî, Bexda 1968.
- Nirxşinasî, Bexda 1970.
- Du çamekey Nalî û Salim, Bexda 1973.
- Kurdewarî di xelknasiyê de (etnogirafiya) Bexda, 1974.
- Deqên edebiyata kurdî, Bexda, 1978.
- Xoşxwanî, Bexda 1978.
- Riştey Mirwarî (Ji sala 1957 dest pê kiriye û heya sala 1983an berdewam kiriye, ku hemû hika-
yetên komkirî di heşt bergan de çap û belav bûne).