Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
29799708-
363015
SÛRETGRAF
SÛRETGRAF Hejmar: 2
100.00

Hejmara duyem a Kovara Sûretgrafê derket, kovara ku weke naverok cih dide nivîsên teknîka fotografê, foto-dosya, roportaj, werger û çîrokên fotografîk di heman demê de di wê hewlê de ye ku bibe muxatabê fotografkariya nivîskî ya kurdî...

Me dîsa qûçek fotograf anîn ber we ku tê de huzn, keser, serfirazî, herb û bedewiyên vê rûhewatê disitirin. Fotografa ku di berîkên me de, albûmên me yên malbatî de, li ser medyayên me yên civakî û di hefizeyên me de pêkoliyê li vî zemanê har dikin bûne qolyeyek di stûyên me de, me hefsarên xwe yên fotografîk daye ber zilma zemanî, hela ka çi lê dibe. Divê em bi bîr bînin ku em bi saîqeke pir hişk nêzî fotografiyê nabin, erê îddîayeke me heye ku em talibê berdevkê fotografiya edebî ya kurdî ne lê her kes dikare konê xwe vede û bihêwire di kovara me de. Ev der cihê we ye, cihê kesên amator, profesyonel, fotoçîroknûs û dildarên fotografiyê ye, rahijin makîneyên xwe bo me wêneyan bigirin, tûj bikin qelemên xwe bo me binivîsin. Weke ku me berê jî gotibû hûn dikarin li ser her cûre fotografê biaxivin; ji fotografên suneta xwe, bûkaniya xwe ya zarokatiyê heta wêneya xwe ya e-okulê hûn azad in, em dixwazin bibin pireya navbera we û fotografiyê. Hemîn fotograf e û cira di stûyê me de ye, em ê jî bi ser de herin.

Di vê hejmarê de me bi fotografkar Dûrzan Cîrano re û hunermend û fotografkar Cengiz Tekin re du roportaj çêkirin, bi hunermend Adem Bulut re li ser dosyeyekê xebitîn, dosyeyeke fotografkar Seyît Evran weşand ku demeke nêz de koçî axiriyê kir û bi nivîskar û dîroknas Rohat Alakom re dosyeyek amade kir. Her wiha di vê hejmarê de fotografkarê navdar Kenan Nihat Elçi û çar sînemager Ekrem Yildiz, Armanc Dayan, Fatih Duman û S. Eyup Tan jî bi me re bûn, ji xeynî vê me cih da du fotografkarên jin ên ciwan Gizem Bayat û Mûna Çetin a 15 salî jî. Her wiha Mecid Şahêrî ku fotografkarekî ji Rojhilatê Kurdistanê ye, fotografkar Behcet Çiftçi, Bilal Kala û Vedat Atlı jî bi sê dosyayên cuda bi me re bûn. Wekî din? Teknîka fotografiyê, Sûretdank, pirseke fotografîk û çîrokçeyeke me jî heye, bersivên çîrokçe û pirsa fotografîk ji me re bişînin û her du hejmarên kovara me û makîneyeke fotografan qezenc bikin.

Em bi heyacan li bendê ne ku werin ser sifreya we ya edebî, pirtûkxaneyên we yên bala û destên we yên bedew. Wê aniha çavên we bi sûretan bikevin, sûretên ku ebeden pêsîra me bernadin.

Bêsûret nemînin.

  • Açıklama
    • Hejmara duyem a Kovara Sûretgrafê derket, kovara ku weke naverok cih dide nivîsên teknîka fotografê, foto-dosya, roportaj, werger û çîrokên fotografîk di heman demê de di wê hewlê de ye ku bibe muxatabê fotografkariya nivîskî ya kurdî...

      Me dîsa qûçek fotograf anîn ber we ku tê de huzn, keser, serfirazî, herb û bedewiyên vê rûhewatê disitirin. Fotografa ku di berîkên me de, albûmên me yên malbatî de, li ser medyayên me yên civakî û di hefizeyên me de pêkoliyê li vî zemanê har dikin bûne qolyeyek di stûyên me de, me hefsarên xwe yên fotografîk daye ber zilma zemanî, hela ka çi lê dibe. Divê em bi bîr bînin ku em bi saîqeke pir hişk nêzî fotografiyê nabin, erê îddîayeke me heye ku em talibê berdevkê fotografiya edebî ya kurdî ne lê her kes dikare konê xwe vede û bihêwire di kovara me de. Ev der cihê we ye, cihê kesên amator, profesyonel, fotoçîroknûs û dildarên fotografiyê ye, rahijin makîneyên xwe bo me wêneyan bigirin, tûj bikin qelemên xwe bo me binivîsin. Weke ku me berê jî gotibû hûn dikarin li ser her cûre fotografê biaxivin; ji fotografên suneta xwe, bûkaniya xwe ya zarokatiyê heta wêneya xwe ya e-okulê hûn azad in, em dixwazin bibin pireya navbera we û fotografiyê. Hemîn fotograf e û cira di stûyê me de ye, em ê jî bi ser de herin.

      Di vê hejmarê de me bi fotografkar Dûrzan Cîrano re û hunermend û fotografkar Cengiz Tekin re du roportaj çêkirin, bi hunermend Adem Bulut re li ser dosyeyekê xebitîn, dosyeyeke fotografkar Seyît Evran weşand ku demeke nêz de koçî axiriyê kir û bi nivîskar û dîroknas Rohat Alakom re dosyeyek amade kir. Her wiha di vê hejmarê de fotografkarê navdar Kenan Nihat Elçi û çar sînemager Ekrem Yildiz, Armanc Dayan, Fatih Duman û S. Eyup Tan jî bi me re bûn, ji xeynî vê me cih da du fotografkarên jin ên ciwan Gizem Bayat û Mûna Çetin a 15 salî jî. Her wiha Mecid Şahêrî ku fotografkarekî ji Rojhilatê Kurdistanê ye, fotografkar Behcet Çiftçi, Bilal Kala û Vedat Atlı jî bi sê dosyayên cuda bi me re bûn. Wekî din? Teknîka fotografiyê, Sûretdank, pirseke fotografîk û çîrokçeyeke me jî heye, bersivên çîrokçe û pirsa fotografîk ji me re bişînin û her du hejmarên kovara me û makîneyeke fotografan qezenc bikin.

      Em bi heyacan li bendê ne ku werin ser sifreya we ya edebî, pirtûkxaneyên we yên bala û destên we yên bedew. Wê aniha çavên we bi sûretan bikevin, sûretên ku ebeden pêsîra me bernadin.

      Bêsûret nemînin.

      ISBN
      :
      29799708-
      Boyut
      :
      27,5x19,5
      Sayfa Sayısı
      :
      96
      Basım Yeri
      :
      Berdan Matbaası, İstanbul
      Basım Tarihi
      :
      2023
      Dili
      :
      Kürtçe/Kurdî
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1