Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Lêkolîner û wergêr e. Ji xelkê Şemzînanê ye. Sala 2007an ji beşê perwerdeya zimanê ingilîzî li Zankoya Boğaziçiyê, li Stembolê, derçû. Sala 2009an xwendina xwe ya masterê di warê zimannasiya civakî de li Zankoya Rouenê li Fransayê qedand û niha li Zankoya Paris IIIyê li Fransayê doktoraya zimannasiya giştî dixwîne. Hejmareke meqale û nivîsarên wî yên bi kurdî, bi tirkî û bi fransî, û gelek meqaleyên lêkolînî, pexşan û berhemên edebî ku wî ji zimanên ingilîzî, fransî, tirkî, soranî û farisiyê wergerandine, di govar û rojnameyên wek Yazınca, Zend, Etudes Kurdes,Le Monde Diplomatique Kurdî, Birikim, Bîr, Nûbihar, W û Vesta de hatine belavkirin. Kitêbên ku wî ji ingilîzî wergerandine:  
- Kurdên Sûriyeyê: Gelekî Jibîrkirî, Kerim Yildiz (2005), Stembol: Weşanên Avesta, 2009
- Yaresan: Bir Kurt Cemaatinin Sosyolojik, Tarihsel ve Dini-Tarihsel Bir Incelemesi, Reza F. Hamzeh’ee (1990), Stembol: Weşanên Avesta, 2009 (bi tirkî)
- Serpêhatiyên Tom Sawyer, Mark Twain (1876), Stembol: Weşanên Avesta, 2009
- Kurd: Dîrok û Kultûra Wan, Jemal Nebez (1999), Stembol: Weşanên Avesta, 2008
- Êzdiyatî: Civak Sembol Rîtûel, Xana Omerxala, Stembol: Weşanên Avesta, 2008
- Kurd û Kurdistan, Arshak Safrastian (1948), Stembol: Weşanên Avesta, 2007

Ergîn Opengîn - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1