Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%25
SIHRÊN MIZEWRAN

SIHRÊN MIZEWRANسحرێن مزەوران

Liste Fiyatı : 90,00TL
İndirimli Fiyat : 67,50TL
Kazancınız : 22,50TL
9786258383058
362963
SIHRÊN MIZEWRAN
SIHRÊN MIZEWRAN سحرێن مزەوران
67.50

Ez ji serboriya xwe ya haîkûnivîsînê pak pê beled im ku haîkû, wek sonnetan, xezelan, coupletan û terzên poetîk î şêwemehdûd î dîtir, ber‘eksê texmîna gelek kesan ku lewane ye li cem xwe bibêjin kurt e û ma çi ye, şêweyekî dijwar û tev çiya û çelixt e, çi ku her zehmettir e wekî qelema şa’iriyê bişêt tixûbên teswîrkariya dûr û dirêj bişikêne ku di gerdûna wê ya xas de şa’ir lê baniyaye û exlebe ji her şa’irî nayê ku çilk û dilopên belor ên bizavên siruşta bixulexul bi sê risteyan û hevdeh kîteyan li sîngê demê nîgar bike bi mandegarî. Ji dewra Matsûo Başoyê japonî ta bi Jack Kerouacê emrîkî û Berken Bereh û gelekên dîtir ên kurd, weku di Sihrên Mizewran a enwaê’ newadir û cewahir û elwanê nefais a şa’ir Ergîn Sertemî de hatiye, haîkû kurttirîn qebare ye, lê kûrtirîn nîgar e:

Xanîkê tenê

Li xeta rêl-zeviyan

Paceyên ronî     

Bi Sihrên Mizewran a haîkûnameya rengesmanî re Ergîn Sertem ê ‘esilba yê şa’ir, wergêr û zimannas û ekterê xas ê vê dewra zimanê me keşkola haîkûyên bi kurdmancî hem bi xweşikî vedijîne, hem jî tixûbên haîkûnivîsînê berfirehtir dike, bi hêz û şiyana wî “ezmanê dî” yê ku ji gerdûna Ehmedê Xanî û Mela Se’îd Şemdînanî xwe gihandiye heyna Fêrîkê Ûsiv û heyama me hemûyan.

Haîkûyên Sihrên Mizewran hûrgiliyên rewneq ên xasenezera xaseşa’ir Ergîn Sertemî ne, ku ruhdêr û nayab in.

 Kawa Nemir

  • Açıklama
    • Ez ji serboriya xwe ya haîkûnivîsînê pak pê beled im ku haîkû, wek sonnetan, xezelan, coupletan û terzên poetîk î şêwemehdûd î dîtir, ber‘eksê texmîna gelek kesan ku lewane ye li cem xwe bibêjin kurt e û ma çi ye, şêweyekî dijwar û tev çiya û çelixt e, çi ku her zehmettir e wekî qelema şa’iriyê bişêt tixûbên teswîrkariya dûr û dirêj bişikêne ku di gerdûna wê ya xas de şa’ir lê baniyaye û exlebe ji her şa’irî nayê ku çilk û dilopên belor ên bizavên siruşta bixulexul bi sê risteyan û hevdeh kîteyan li sîngê demê nîgar bike bi mandegarî. Ji dewra Matsûo Başoyê japonî ta bi Jack Kerouacê emrîkî û Berken Bereh û gelekên dîtir ên kurd, weku di Sihrên Mizewran a enwaê’ newadir û cewahir û elwanê nefais a şa’ir Ergîn Sertemî de hatiye, haîkû kurttirîn qebare ye, lê kûrtirîn nîgar e:

      Xanîkê tenê

      Li xeta rêl-zeviyan

      Paceyên ronî     

      Bi Sihrên Mizewran a haîkûnameya rengesmanî re Ergîn Sertem ê ‘esilba yê şa’ir, wergêr û zimannas û ekterê xas ê vê dewra zimanê me keşkola haîkûyên bi kurdmancî hem bi xweşikî vedijîne, hem jî tixûbên haîkûnivîsînê berfirehtir dike, bi hêz û şiyana wî “ezmanê dî” yê ku ji gerdûna Ehmedê Xanî û Mela Se’îd Şemdînanî xwe gihandiye heyna Fêrîkê Ûsiv û heyama me hemûyan.

      Haîkûyên Sihrên Mizewran hûrgiliyên rewneq ên xasenezera xaseşa’ir Ergîn Sertemî ne, ku ruhdêr û nayab in.

       Kawa Nemir

      ISBN
      :
      9786258383058
      Boyut
      :
      13 x 19.5 cm
      Sayfa Sayısı
      :
      80
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Basım Tarihi
      :
      2022
      Tür
      :
      Şi'r - Şiir (Haiku)
      Kapak Türü
      :
      Karton Kapak
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1