Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Mueyed Teyib, di sala 1957an de, li Dihokê jidayîk bû. Ji dibistana seretayî heya lîseyê li Dihokê xwend. Di sala 1978an de, dest bi Fakulteya Hiqûqê ya Zankoya Bexdayê kir. Di Radyoya Kurdî û heftenameya Hawkarî de xebitî. Di wan salan de weke helbestvan hate naskirin, lê di sala 1979an de, helbestên wî hatine qedexekirin. Digel vê yekê, helbestên wî di nav gel de belav dibûn, gelek kesan ew ji ber dikirin û hin ji wan helbestan jî bûne stran. Di sala 1982yan de, ji ber gefên rejîmê dev ji xwendina xwe berda û beşdarê şoreşê bû û bû pêşmerge. Li çiyayên Kurdistanê jî helbest nivîsî û bi riya Radyoya Şoreşê ew belav kirin. Di pey re weke penaber li Swêdê bi cî bû (1983). Teyib, li wir jî karê wêjeyê domand û di kovara Berbangê de xebitî û demek şûn de bû sernivîserê kovarê. Mueyed Teyib, di sala 1996an de vegeriya Kurdistanê û bû yek ji damezrênerê Kurdistan TVyê. Di sala 2002an de Weşanxaneya Spîrêzê ava kir. Ev weşanxane ku weke kelha Kurmanciyê li Başûr, heya niha ji çar sedî zêdetir pirtûk weşandine. Di sala 2007an de bû endamê Akademiya Kurdî li Hewlêrê. Di hilbijartina 2010an de weke parlamenter hate hilbijartin ku niha li Parlamentoya Iraqê, berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê ye. Di sala 2011an de, di kiryariyeke terorîstî de bi giranî birîndar bû. Teyib, çar zarokên xwe hene. Mueyed Teyib, yek ji pêşengên helbesta kurmancî ya Başûr tê hejmartin. Di nav nifşa ku di salên 70yî de kurmanciya behdînî dewlemend kirine de, navekî xuyane ye. Teyib, demeke dirêj di warê wêjeya zarokan de jî xebat kiriye û mehnameya zarokan a bi navê Kepir weşandiye. Çend pirtûkên bo zarokan ji erebî û swêdî wergerandiye ser kurdî. Helbestên wî di pirtûkên dibistanan de jî têne belavkirin. Helbestên wî bo zimanên weke erebî, farisî, fransî, ingilîzî, swêdî û tirkî hatine wergerandin. Çendîn wekolînên akademîk jî li ser helbestên wî hatine amade kirin. Berhemên wî: - Stran û berf û agir (Helbest: 1992, Dihok; 2004, Hewlêr; 2009, Şam) - Piling dema birsî dibin… Mirov dema têr dibin (Helbest: 2012, Dihok) - Keskusor (Werger: 2002, Dihok; çîrokên zarokan ji swêdî bo kurdî) - Aştî û Viyan (Helbest bo zarokan: 2007, Dihok) - Me nevêt tund û tûjî (Helbest bo zarokan: 2009, Dihok) - Parzînkê şi‘r û çîrokan (Berhevok bo zarokan: 2010, Dihok)

Mueyed Teyib - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1