Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Nivîskar, şa’ir, dengbêj, teşkîldarê kultur û perwerdeyê, di sala 1899an li gundê Tûtekê yê bi ser nehiyeya Giyadînê ku wî çaxî bi ser qezaya Bazîdê bû, ji diya xwe bûye. Xwendina xwe ya pêşîn li cem meleyê gund dixwîne û paşê li Giyadînê ew mektebên dewra Osmaniyan, li mekteba Îbtidayî û Ruşdiye dixwîne. Di heyama salên Şerê Cîhanê yê Yekem da ji bo xwendinê diçe bajarê Tiblîsê, lê jê ra naqede ku bikeve mektebeke bi zimanê ûrisî, piştî çend salên xebatê vedigere gund. Di meha adara sala 1918an ji ber şer, malbata wî tevî Kurdên Êzdî dibine mihacir, ber bi Rewanê, Tiblîsê û Elegezê koçber dibin. Di rê da ji ber şer û revê, birçîbûn û nexweşiyan gelek însan qir dibin. Ahmedê Mirazî di sala 1919an da diçe Tiblîsa Gurcistanê, di salên 1920î pê da li wir di nava nîzama teze ya Soviyetan da tev li karên kultur û perwerdeyê û pêşvebirina cimaeta Kurdan dibe. Di tarîxa 1928an da ji terefê hikumeta Gurcistanê diçe devera Toloş û Axalsîxayê ku rewşa xwendin û mektebên Kurdan tesbît bike. Di wan salan da diçe li Moskovayê li zanîngeha komunîstên Soviyetê dixwîne. Di hazirkirina kitêbên dersan da wezîfeyên cabdar digire, şi’iran ji bo dersan dinivîse û gelek şi’ir û nivîsên wî di Riya Teze da dertên. Kitêba bi navê Nivîskarê Kurmanca, Efrandina Duda da jî şi’irên wî hene, ku hazirkir Heciyê Cindî û redaktor Hiraçya Koçar e ku di sala 1934an li Rewanê çap bûye. Tevî kesên wekî Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Yûsif Kamil Bedirxan, Hakob Xazaryan (Lazo), Olga Xazaryan, Esedê Cango, Hovanês Sîsyan karên kultur û ziman pêk tîne. Dîsa wekî pêşengekî binecîkirina kultur û zimanê kurdî, Ahmedê Mîrazî bi kesên wekî Qanadê Kurdo, Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Çerkez Bakayev ra tev li Kongreya Kurdolojiyê ya li Rewanê dibe (1934). Çend stranên wî bi desteka Casimê Celîl ji dengê wî di beşa radyoyê da tên qeydkirin. Kurdologê navdar Oleg L. Vilchevisky jî tev li Kongreya Kurdolojiyê ya li Rewanê dibe û der heqê dengbêjiya Ahmedê Mirazî da behs dike ka çiqasî di warê folklor û zargotina kurdî da dewlemend e. Berhema wî ya pêşîn ya bi navê Zemanê Çûyî (1935) piyes e, di sala 1935an hatiye nivîsîn ku di edebiyata kurdî da pêleke pêşîn e.
Ahmedê Mirazî 1937an da tê Ermenistanê li bajarê Hoktêmbêryanê bi cî dibe û li wir dixebite. Berhema xwe ya mezin, ya bi navê Bîranînêd Min (1966) di sala 1958an da xilas dike ku ji 700 rûpelî pêk dihat. Lê belê ev berhema han a ku di sala 1966an da li Yêrêvanê çap bibû, qismek ji wê berhema wî ye. Qismek ji mîrasa wî ya nivîskî ku ji şi’ir û romanekî pêk tê hê jî serwinda ne. Wekî Heciyê Cindî dide kifşê, afirandinên Ahmedê Mirazî li zimanê ûrisî, ermenî, gurckî hatine wergerandin. Ahmedê Mirazî di sala 1961ê da li gundê Exêgnûtê (Qamûşlî ya berê), yê nehiyeya Hoktêmbêryanê wefat kir. Lê belê navê wî di nava cêrgeyên zêrîn yên bedewnivîsîna kurdî da payîdar e.

Ahmedê Mirazî - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1