Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%25
DERSÊN ŞERÎETÊ - HEDÎSÊN CENABÊ PÊXEMBER

DERSÊN ŞERÎETÊ - HEDÎSÊN CENABÊ PÊXEMBERAmadekar: Mesûd Serfiraz

Liste Fiyatı : 90,00TL
İndirimli Fiyat : 67,50TL
Kazancınız : 22,50TL
9786055279240
362378
DERSÊN ŞERÎETÊ - HEDÎSÊN CENABÊ PÊXEMBER
DERSÊN ŞERÎETÊ - HEDÎSÊN CENABÊ PÊXEMBER Amadekar: Mesûd Serfiraz
67.50

Bi vê kitêbê du berhemên Kamiran Alî Bedirxan yên bi navê Dersên Şerîetê û Hedîsên Cenabê Pêxember ji nû ve tên weşandin. Dersên Şerîetê, di sala 1938an de li Şamê di nav rêza Kitêbxana Hawarê de bi hejmara 12an hatiye çapkirin. Berhem bi kurmanciyeke zelal û bi awayekî sivik şertên îmanê û îslamê rave dike. Mîr Kamiran, di benda dawî ya vê berhemê de şîreteke kurdewarî li zarokan dike ku ew pêşî ji Xwedê û pêxember pişt re jî ji welat û miletê xwe hez bikin, emrê Xwedê pêk bînin lê ji aliyekî ve jî ji bo milet û welatê xwe bixebitin û qet hêviyên xwe ji Xwedê qut nekin. Mîr Kamiran, di hejmara 27an a Hawarê de bi sernavê Hedîsên Cenabê Pêxember dest bi weşandina wergera hedîsan kiriye. Heta hejmara 47an bi giştî 702 hedîs bi kurdî hatine weşandin. Mijarên hedîsên ku hatine weşandin curbicur in lê bi piranî derbarê meseleyên civakî de ne, weke jin, aborî, arîkariya feqîran, têkiliyên civakî bi taybetî yên cîranan û hwd.

Çend mînak ji hedîsan:

65) Qedrê rastiyê bigirin, yê ko wê rastiyê got piçûk be, mezin be, xurt be, belengaz be, ne tu xem e. (Rastî ne ji dewlemendan bi tenê re ye.)

235) Hevalîtiya xwe de bi tevdîr be; heye ko rojekê dostê te dibe dijminê te. Dijminahiya xwe de nerm be; heye ko rojekê dijminê te dibe dostê te.

244) Sê tişt dikarin miletê min bibine helakê: zikmezinî, xewa pir û betalî.

309) Qedrê her kesî li gora qîmeta wî bigirin.

417) Ez ji dinya we ji jinan û ji bihnên spehî hez dikim û çavê min ji nimêjê ronî dibe.

420) Yê ko ji bona dîn û welatê xwe şer dike, ji bona parastina wan şevekê hişyar dimîne, xewê li xwe diherimîne, ji mirovê ko hezar rojî rojî girtiye û hezar şevî nimêj kiriye çêtir e.

175) Cihada mezintir ew e ko mirov ji hakimekî zalim re rastiyê bibêje.

428) Mirovê çêtir ew e ko bi kêrî xelkê tê.

497) Bi ketina hevalê xwe dilxweş mebin, tiştê ko Xwedê anî serê wî dikare bîne serê we jî.

538) Heçî ko xebatên xwe bi bihnfirehiyê diqedînin, kar dikin, Xwedê poşmaniyê nade wan, lê heçî lez û bezê li xwe dikin, meydana wan kin e, zererê dibînin.

573) Li Incîlê hatiye nivîsandin: Wek te bi wan kiriye wê bi serê te jî bê, wek te bi wan dikî ew jî wê bi te bikin.

689) Di sînga we de perçeyek goşt heye, heke ew pak û safî ye, her tiştê we qenc e, heke ew xirab e, her tiştê we neçak e; ew perça goşt dil e.

 

  • Açıklama
    • Bi vê kitêbê du berhemên Kamiran Alî Bedirxan yên bi navê Dersên Şerîetê û Hedîsên Cenabê Pêxember ji nû ve tên weşandin. Dersên Şerîetê, di sala 1938an de li Şamê di nav rêza Kitêbxana Hawarê de bi hejmara 12an hatiye çapkirin. Berhem bi kurmanciyeke zelal û bi awayekî sivik şertên îmanê û îslamê rave dike. Mîr Kamiran, di benda dawî ya vê berhemê de şîreteke kurdewarî li zarokan dike ku ew pêşî ji Xwedê û pêxember pişt re jî ji welat û miletê xwe hez bikin, emrê Xwedê pêk bînin lê ji aliyekî ve jî ji bo milet û welatê xwe bixebitin û qet hêviyên xwe ji Xwedê qut nekin. Mîr Kamiran, di hejmara 27an a Hawarê de bi sernavê Hedîsên Cenabê Pêxember dest bi weşandina wergera hedîsan kiriye. Heta hejmara 47an bi giştî 702 hedîs bi kurdî hatine weşandin. Mijarên hedîsên ku hatine weşandin curbicur in lê bi piranî derbarê meseleyên civakî de ne, weke jin, aborî, arîkariya feqîran, têkiliyên civakî bi taybetî yên cîranan û hwd.

      Çend mînak ji hedîsan:

      65) Qedrê rastiyê bigirin, yê ko wê rastiyê got piçûk be, mezin be, xurt be, belengaz be, ne tu xem e. (Rastî ne ji dewlemendan bi tenê re ye.)

      235) Hevalîtiya xwe de bi tevdîr be; heye ko rojekê dostê te dibe dijminê te. Dijminahiya xwe de nerm be; heye ko rojekê dijminê te dibe dostê te.

      244) Sê tişt dikarin miletê min bibine helakê: zikmezinî, xewa pir û betalî.

      309) Qedrê her kesî li gora qîmeta wî bigirin.

      417) Ez ji dinya we ji jinan û ji bihnên spehî hez dikim û çavê min ji nimêjê ronî dibe.

      420) Yê ko ji bona dîn û welatê xwe şer dike, ji bona parastina wan şevekê hişyar dimîne, xewê li xwe diherimîne, ji mirovê ko hezar rojî rojî girtiye û hezar şevî nimêj kiriye çêtir e.

      175) Cihada mezintir ew e ko mirov ji hakimekî zalim re rastiyê bibêje.

      428) Mirovê çêtir ew e ko bi kêrî xelkê tê.

      497) Bi ketina hevalê xwe dilxweş mebin, tiştê ko Xwedê anî serê wî dikare bîne serê we jî.

      538) Heçî ko xebatên xwe bi bihnfirehiyê diqedînin, kar dikin, Xwedê poşmaniyê nade wan, lê heçî lez û bezê li xwe dikin, meydana wan kin e, zererê dibînin.

      573) Li Incîlê hatiye nivîsandin: Wek te bi wan kiriye wê bi serê te jî bê, wek te bi wan dikî ew jî wê bi te bikin.

      689) Di sînga we de perçeyek goşt heye, heke ew pak û safî ye, her tiştê we qenc e, heke ew xirab e, her tiştê we neçak e; ew perça goşt dil e.

       

      ISBN
      :
      9786055279240
      Boyut
      :
      13 x 19.5 cm
      Sayfa Sayısı
      :
      104
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2012
      Kapak Türü
      :
      Karton Kapak
      Kağıt Türü
      :
      Enso Creamy, 60 gr.
      Dili
      :
      Kürtçe / Kurdî
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1