Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%25
ROJA NÛ Û EDEBIYATA KURDÎ YA GELÊRÎ - 2

ROJA NÛ Û EDEBIYATA KURDÎ YA GELÊRÎ - 2Strana Kurdî, Şer, Stranwarî

Liste Fiyatı : 170,00TL
İndirimli Fiyat : 127,50TL
Kazancınız : 42,50TL
9786257253390
362890
ROJA NÛ Û EDEBIYATA KURDÎ YA GELÊRÎ - 2
ROJA NÛ Û EDEBIYATA KURDÎ YA GELÊRÎ - 2 Strana Kurdî, Şer, Stranwarî
127.50

Helbesta gelêrî beşeke sereke ji edebiyata gelêrî ye. Mirovan bi hezaran salan êş û kulên xwe, kêf û şahiyên xwe, mît û destanên xwe, bi gotineke din çanda ku tê de dijîn bi awayekî helbestkî bo nifşên nû veguhastine. Ritim, serwa, melodî taybetmendiyên girîng ên helbesta  gelêrî ne ku veguhastina bo nifşên nû hêsan dikin û  mayîndebûnê bi xwe re tînin.

Xebatên derbarê helbest/stranên gelêrî di sedsala 17-18mîn de li Ewropayê dest pê dikin û nirxandinên girîng li ser wan tên kirin. Li gorî Herder, ev helbest/stranên gelêrî wê çandê nîşan didin ku di nav de hatine afirandin; herwiha ew, di navbera duh û îro de de pirek in û bi vî awayî dikarin bibin bingeha edebiyata neteweyî jî. Hestên neteweperweriya romantîk jî di nav van nirxandinan de derdikevin pêşberî me.

Stran û cureyên din ên edebiyata gelêrî yên di nav rûpelên Roja Nû, Hawar, Ronahî û Stêrê de, heman helwesta Celadet û Kamiran Bedirxan didin nişandan ku xwestine wî ruhê neteweperweriyê xurt bikin. Lewra ew jî di wê baweriyê de bûn ku edebiyateke neteweyî bi edebiyata gelêrî pêkan e. Di wan stran û çîrokan de zimanê dê û bavan, ruhê bav û kalan û kurdiya xwerû hebû. Ji bo wan jî ew mînakên edebiyata gelêrî pirek bûn di navbera wan û yên berî wan de.

Ev helbest/stranên gelêrî yên berdest jî di navbera duh û îro de roleke weha digirin ser xwe. Xebat, dewama Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî-1ê ye. Di cilda pêşî de çîrok û serpêhatî hebûn, di vê xebatê de mînakên helbesta gelêrî ya kurdî yên wek strana kurdî, şer û stranwarî cih digirin ku di nav rûpelên Roja Nû de hatine weşandin.

  • Açıklama
    • Helbesta gelêrî beşeke sereke ji edebiyata gelêrî ye. Mirovan bi hezaran salan êş û kulên xwe, kêf û şahiyên xwe, mît û destanên xwe, bi gotineke din çanda ku tê de dijîn bi awayekî helbestkî bo nifşên nû veguhastine. Ritim, serwa, melodî taybetmendiyên girîng ên helbesta  gelêrî ne ku veguhastina bo nifşên nû hêsan dikin û  mayîndebûnê bi xwe re tînin.

      Xebatên derbarê helbest/stranên gelêrî di sedsala 17-18mîn de li Ewropayê dest pê dikin û nirxandinên girîng li ser wan tên kirin. Li gorî Herder, ev helbest/stranên gelêrî wê çandê nîşan didin ku di nav de hatine afirandin; herwiha ew, di navbera duh û îro de de pirek in û bi vî awayî dikarin bibin bingeha edebiyata neteweyî jî. Hestên neteweperweriya romantîk jî di nav van nirxandinan de derdikevin pêşberî me.

      Stran û cureyên din ên edebiyata gelêrî yên di nav rûpelên Roja Nû, Hawar, Ronahî û Stêrê de, heman helwesta Celadet û Kamiran Bedirxan didin nişandan ku xwestine wî ruhê neteweperweriyê xurt bikin. Lewra ew jî di wê baweriyê de bûn ku edebiyateke neteweyî bi edebiyata gelêrî pêkan e. Di wan stran û çîrokan de zimanê dê û bavan, ruhê bav û kalan û kurdiya xwerû hebû. Ji bo wan jî ew mînakên edebiyata gelêrî pirek bûn di navbera wan û yên berî wan de.

      Ev helbest/stranên gelêrî yên berdest jî di navbera duh û îro de roleke weha digirin ser xwe. Xebat, dewama Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî-1ê ye. Di cilda pêşî de çîrok û serpêhatî hebûn, di vê xebatê de mînakên helbesta gelêrî ya kurdî yên wek strana kurdî, şer û stranwarî cih digirin ku di nav rûpelên Roja Nû de hatine weşandin.

      ISBN
      :
      9786257253390
      Boyut
      :
      13 x 19.5 cm
      Sayfa Sayısı
      :
      264
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Basım Tarihi
      :
      2021
      Kapak Türü
      :
      Karton Kapak
      Kağıt Türü
      :
      Enso Creamy, 60 gr.
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1