Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%25
ZÊRKA ZÊRA

ZÊRKA ZÊRA

Liste Fiyatı : 140,00TL
İndirimli Fiyat : 105,00TL
Kazancınız : 35,00TL
9786052246580
362632
ZÊRKA ZÊRA
ZÊRKA ZÊRA
105.00

Ev xebata di destê we de ji mînakên cureyên edebiyata gelêrî yên derdora Mêrdînê pêk tê ku di çarçoveya Projeya Lêkolîna Folklora Mêrdînê de hatine berhevkirin. Loma, bo ku derbarê projeyê fikrekî xwîner çêbibe di destpêka vê xebatê de metna projeyê bixwe jî cih digire. Herweha ev metin dikare wek mînakeke projeyekê jî bê xwendin û ji ber vê yekê dê ji bo kesên bi sehayê ve eleqedar jî sûdewer be.
Berê televizyon û telefon tune bûn, loma gotin û guhdarîkirina rûbirû hebû ku ew tradisyona devkî zindî dihişt. Lê îro tê dîtin ku ew çîrok, serpêhatî, hikaye, pêkenok û cureyên din ên edebiyata gelêrî li hember hêza televizyon û çîrokên nû yên televizyonan ber bi windabûnê ve diçin. Ji ber vê yekê jî, berhevkirina mînakên cureyên edebiyata gelêrî girîng e. Ev, ji aliyekî ve careke din têkiliyekê di navbera nifşan de çêdike û ji aliyê din ve jî xebatên bi vî rengî ku di çarçoveyeke akademîk de hatine kirin ji bo pêşerojê dibin mijarên nirxandinên derbarê edebiyata gelêrî. Giringiya vê xebatê jî ev e.
Di vê xebatê de mînakên hikaye, efsane, serpêhatî-mesele, çîrok, pêkenok, zêmar, lorî, mamik-tiştanok, zûgotinok, gotinên pêşiyan û biwêjan cih digirin ku ji derdora Mêrdînê hatine berhevkirin. Hêvî ew e ku xwîner ta'meke wê tradisyona devkî jê bistînin û lêkolîner jî ji bo xebatên xwe jê sûd wergirin.

  • Açıklama
    • Ev xebata di destê we de ji mînakên cureyên edebiyata gelêrî yên derdora Mêrdînê pêk tê ku di çarçoveya Projeya Lêkolîna Folklora Mêrdînê de hatine berhevkirin. Loma, bo ku derbarê projeyê fikrekî xwîner çêbibe di destpêka vê xebatê de metna projeyê bixwe jî cih digire. Herweha ev metin dikare wek mînakeke projeyekê jî bê xwendin û ji ber vê yekê dê ji bo kesên bi sehayê ve eleqedar jî sûdewer be.
      Berê televizyon û telefon tune bûn, loma gotin û guhdarîkirina rûbirû hebû ku ew tradisyona devkî zindî dihişt. Lê îro tê dîtin ku ew çîrok, serpêhatî, hikaye, pêkenok û cureyên din ên edebiyata gelêrî li hember hêza televizyon û çîrokên nû yên televizyonan ber bi windabûnê ve diçin. Ji ber vê yekê jî, berhevkirina mînakên cureyên edebiyata gelêrî girîng e. Ev, ji aliyekî ve careke din têkiliyekê di navbera nifşan de çêdike û ji aliyê din ve jî xebatên bi vî rengî ku di çarçoveyeke akademîk de hatine kirin ji bo pêşerojê dibin mijarên nirxandinên derbarê edebiyata gelêrî. Giringiya vê xebatê jî ev e.
      Di vê xebatê de mînakên hikaye, efsane, serpêhatî-mesele, çîrok, pêkenok, zêmar, lorî, mamik-tiştanok, zûgotinok, gotinên pêşiyan û biwêjan cih digirin ku ji derdora Mêrdînê hatine berhevkirin. Hêvî ew e ku xwîner ta'meke wê tradisyona devkî jê bistînin û lêkolîner jî ji bo xebatên xwe jê sûd wergirin.

      ISBN
      :
      9786052246580
      Boyut
      :
      13,5x21,5
      Sayfa Sayısı
      :
      200
      Basım Yeri
      :
      Berdan Matbaası
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2019
      Kapak Türü
      :
      Karton Kapak
      Dili
      :
      Kurdî (Kürtçe)
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1