Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%25
XEWNA PÎREPINDAN

XEWNA PÎREPINDAN

Liste Fiyatı : 90,00TL
İndirimli Fiyat : 67,50TL
Kazancınız : 22,50TL
9786055585693
362467
XEWNA PÎREPINDAN
XEWNA PÎREPINDAN
67.50

Te ne eşq û ne jî şer bi min re dikir. Te fenbazî, xefik û davikên xwe tecrûbe dikirin; bend û davên xwe dihûnan. Te ciwaniya xwe ya xapînok saz dikir. Hêdî hêdî bi sêrbazî û fitnebaziya te ve dihatim girêdan. Dihatim... tarîtî, germiya nava te û hilma te ya germ gazî min dikir. Dihatim û min serê xwe dixist devê te de da ku germ bibe. Min di herdu guhên xwe de, hest bi zext û şepêla xwîna te dikir.

Deryayekê di hundirê te de dikir nalîn û axîn. Di ruhê te de, bahozeke dîn bi min dileyist. Behitî û sergêjtir bûm ku bizanibim ew axîn û nalîna şehwet û hewesê ye. Şehweteke dîn e yan banga bive ya mirinê ye. Ne bi çavekî, min bi hezar çavî tîrbûna tarîtiya nava te didît.

***

Di navbera tarîtî û ronahiyê de winda dibûm. Neçar û westiyayî, min dixwest xwe di şikeftê de winda bikim. Xeweke kûr ku firefira çûkan, min jê hişyar neke. Di wê kêliyê de, sed asmanan jî xwesteke firînê nedida min. Tarîtî û ronahiyê ku li pey hev cihê xwe diguherandin, şaş dihiştim. Çi mestî û cadûgeriyek ji canê min ê hîlak û çilmisî re bû. Guhê min li hawar û daxwazekê bû di nava te de ku ji bo pevgihîneke xweş, sêrbaz û helandineke bêdawî û xeniqandineke bê êş gazî min dikir.

  • Açıklama
    • Te ne eşq û ne jî şer bi min re dikir. Te fenbazî, xefik û davikên xwe tecrûbe dikirin; bend û davên xwe dihûnan. Te ciwaniya xwe ya xapînok saz dikir. Hêdî hêdî bi sêrbazî û fitnebaziya te ve dihatim girêdan. Dihatim... tarîtî, germiya nava te û hilma te ya germ gazî min dikir. Dihatim û min serê xwe dixist devê te de da ku germ bibe. Min di herdu guhên xwe de, hest bi zext û şepêla xwîna te dikir.

      Deryayekê di hundirê te de dikir nalîn û axîn. Di ruhê te de, bahozeke dîn bi min dileyist. Behitî û sergêjtir bûm ku bizanibim ew axîn û nalîna şehwet û hewesê ye. Şehweteke dîn e yan banga bive ya mirinê ye. Ne bi çavekî, min bi hezar çavî tîrbûna tarîtiya nava te didît.

      ***

      Di navbera tarîtî û ronahiyê de winda dibûm. Neçar û westiyayî, min dixwest xwe di şikeftê de winda bikim. Xeweke kûr ku firefira çûkan, min jê hişyar neke. Di wê kêliyê de, sed asmanan jî xwesteke firînê nedida min. Tarîtî û ronahiyê ku li pey hev cihê xwe diguherandin, şaş dihiştim. Çi mestî û cadûgeriyek ji canê min ê hîlak û çilmisî re bû. Guhê min li hawar û daxwazekê bû di nava te de ku ji bo pevgihîneke xweş, sêrbaz û helandineke bêdawî û xeniqandineke bê êş gazî min dikir.

      ISBN
      :
      9786055585693
      Boyut
      :
      13 x 19.5 cm
      Sayfa Sayısı
      :
      72
      Basım Yeri
      :
      Berdan Matbaası, İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2011
      Çeviren
      :
      Besam Mistefa
      Kapak Türü
      :
      Karton Kapak
      Kağıt Türü
      :
      Enso Creamy, 60 gr.
      Dili
      :
      Kürtçe / Kurdî
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1