JIYANA ASAYÎ YA JOHN SANDERS

Hemin me ji Johnan dest pê kir, ez bînim ji we re bibêjim; navê min jî John e; John! Wekî cana bi kurdî tê xwendin û bilêvkirin, lê yên me wek bênîşt dicûn. Di Kitêba Pîroz de jî ciyekî xwe yê giring heye, lewma dayîka min ev nav li min kiriye. Dayîka min, dibêjim, lew re bavê min ne li cem wê bûye wê hingê. Beriya ku zikê wê başebaş bihê ber devê wê bi qasî du mehan, rabûye piştî pevçûnekê dayîka min bi cî hiştiye û salekê sax li parêzgeheke dûrederez a li ser tixûbê Emerîkayê û Kenedayê bi jineke latîn a barmeyd re jiyaye. Piştî ku sala wan qediyaye û bavê min jî tût û rût maye, jinikê berî wî daye û yekî din ji xwe re dîtiye, ha wan çaxan bavê min têlefonî dayîka min kiriye û bi zarşêrînî, pirsa min û navê min ji wê kiriye. Li ser têlefonê jî pariyekî pev çûne, seba ku
navê min John e, bavê min aniye gotiye, çima te navekî bêyom li kurik kiriye? Qey ti navekî din nemaye?! Dayîka min gotiye, John navekî pîrozwer e. Pîrozwerê çi?!, gotiye bavê min, JFK ti xêr ji serokatiya xwe nedît, kabrayekî manyaq derket ew kuşt! Heçî John Reed e, ew jî komînîst bû, ji nexweşiya tîfûsê hişk bû! John Brown bi dar ve kirin, te go erê? John Norman Collins qesasekî rêzekuj bû, wî heft jin kuştin, îda çi?! Dayîka min rahiştiye kitêbokekê, xwestiye beşekî jê bixwîne ku tê de navê min tê hildan, lê di wê hengê de dengê bavê min qut bûye. Bavê min hin hûrdeyên din jî radane xezneya diravan; “Pitê, hûrdeyên min neman, dirêj meke!” gotiye ji dayîka min re.
***
“Hê ez li wir, li tenişta sûka mezin a çekfiroşan, di cejnerojekê de bombeyek teqiyabû û devîdevî pêncî mirov – hin ji wan tifal – miribûn. Wek roja heşr û mehşerê bû, hezar pê dihatine piyekî, ser û pê, hûr û rovî dibarîn ji banê esmên de. Teqemeniyê çe‘hleke gipgirover e bi qasî bi sê-sê û nîv mêtroyan bi kûr de çûyî vekiribû li nîveka kûçeyê, firehiya wê jî digihişte şeş mêtroyan. Laşên ji ber hêza teqemeniyê ji nivî û pê de qut bûyî axiriya axirîn xwe bi devê çe‘hlê ve girtibûn, nîvê din li deverine dûrî çe‘hlê, li ser devên konteyneran û li banên qehwexaneyan, di nava çiqlên dar û dirextan de peyda bûbûn û pê telîsên şêkir hatibûn berhevkirin. Ti hêzê û rêkxirawê nedabû stûyê xwe, lê, pirr tê ve neçûbû, saloxgêrên PDK-Iya ku wan salan lez dabû kar û barên xwe yên avakirina hukimetê, pêka agehiyên şahid û şihûdan û pêzanînên ku bi dest xistibûn, kabrayekî Zaxoyî di mala wî de desteser kiribû, wî jî navên hin nokerên din dabûne pirskeran. Neyarên PDK-Iyê – gelekî zêde bûn – di mijara domandina wê barûdoxa anarşîst de hevraman bûn, ya bere bere vediguherî yasayeke ku ji xwe ber hatibû mexderê.”
- Açıklama
Hemin me ji Johnan dest pê kir, ez bînim ji we re bibêjim; navê min jî John e; John! Wekî cana bi kurdî tê xwendin û bilêvkirin, lê yên me wek bênîşt dicûn. Di Kitêba Pîroz de jî ciyekî xwe yê giring heye, lewma dayîka min ev nav li min kiriye. Dayîka min, dibêjim, lew re bavê min ne li cem wê bûye wê hingê. Beriya ku zikê wê başebaş bihê ber devê wê bi qasî du mehan, rabûye piştî pevçûnekê dayîka min bi cî hiştiye û salekê sax li parêzgeheke dûrederez a li ser tixûbê Emerîkayê û Kenedayê bi jineke latîn a barmeyd re jiyaye. Piştî ku sala wan qediyaye û bavê min jî tût û rût maye, jinikê berî wî daye û yekî din ji xwe re dîtiye, ha wan çaxan bavê min têlefonî dayîka min kiriye û bi zarşêrînî, pirsa min û navê min ji wê kiriye. Li ser têlefonê jî pariyekî pev çûne, seba ku
navê min John e, bavê min aniye gotiye, çima te navekî bêyom li kurik kiriye? Qey ti navekî din nemaye?! Dayîka min gotiye, John navekî pîrozwer e. Pîrozwerê çi?!, gotiye bavê min, JFK ti xêr ji serokatiya xwe nedît, kabrayekî manyaq derket ew kuşt! Heçî John Reed e, ew jî komînîst bû, ji nexweşiya tîfûsê hişk bû! John Brown bi dar ve kirin, te go erê? John Norman Collins qesasekî rêzekuj bû, wî heft jin kuştin, îda çi?! Dayîka min rahiştiye kitêbokekê, xwestiye beşekî jê bixwîne ku tê de navê min tê hildan, lê di wê hengê de dengê bavê min qut bûye. Bavê min hin hûrdeyên din jî radane xezneya diravan; “Pitê, hûrdeyên min neman, dirêj meke!” gotiye ji dayîka min re.
***
“Hê ez li wir, li tenişta sûka mezin a çekfiroşan, di cejnerojekê de bombeyek teqiyabû û devîdevî pêncî mirov – hin ji wan tifal – miribûn. Wek roja heşr û mehşerê bû, hezar pê dihatine piyekî, ser û pê, hûr û rovî dibarîn ji banê esmên de. Teqemeniyê çe‘hleke gipgirover e bi qasî bi sê-sê û nîv mêtroyan bi kûr de çûyî vekiribû li nîveka kûçeyê, firehiya wê jî digihişte şeş mêtroyan. Laşên ji ber hêza teqemeniyê ji nivî û pê de qut bûyî axiriya axirîn xwe bi devê çe‘hlê ve girtibûn, nîvê din li deverine dûrî çe‘hlê, li ser devên konteyneran û li banên qehwexaneyan, di nava çiqlên dar û dirextan de peyda bûbûn û pê telîsên şêkir hatibûn berhevkirin. Ti hêzê û rêkxirawê nedabû stûyê xwe, lê, pirr tê ve neçûbû, saloxgêrên PDK-Iya ku wan salan lez dabû kar û barên xwe yên avakirina hukimetê, pêka agehiyên şahid û şihûdan û pêzanînên ku bi dest xistibûn, kabrayekî Zaxoyî di mala wî de desteser kiribû, wî jî navên hin nokerên din dabûne pirskeran. Neyarên PDK-Iyê – gelekî zêde bûn – di mijara domandina wê barûdoxa anarşîst de hevraman bûn, ya bere bere vediguherî yasayeke ku ji xwe ber hatibû mexderê.”ISBN:9786258383720Boyut:13 x 19.5Sayfa Sayısı:224Basım Yeri:Berdan Matbaası - İstanbulBaskı:1Basım Tarihi:2025Tür:RomanDili:Kurdî - Kürtçe
- Yorumlar
- Yorum yazBu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.