Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di sala 1914’an de li gundekî di navbera Bokan û Mehabadê de hatiye dinyayê. Di nav malbatek zana de mezin bû. Li ber destê mamên xwe hînî farisî û erebî bû, lê melatî nekir. Piştî avakirina PDK bû endamê partiyê. Di 1946’an de bi avakirina Komara Mehabad re gelek kovar û rojnaman dest bi weşanê kirin. Qizilcî, sernivîskarê kovara Helale bû ku bi taybetî ji bo keçan derdiket û di kovara Kurdistan de jî nivîsên wî derdiketin. Piştî hilweşîna Mehabad derbasî Kurdistana Iraqê bû, ji wir jî çû derveyî welat. Bi ketina rejîma Şah re, di 1979’an de vegeriya Îranê. Endamê Tudeh û berpirsê rojnama Namêyê Mardom bû. Di sibata 1984’an de hate girtin. Ji hingê heya niha kesî tu xeber jê nesitand, kes nizane çi pê hat û li kû ye.

Hesen Qizilcî - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1