Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%25
ULYSSES ULYSSES

ULYSSESÇapa Taybet - Özel Baskı

Liste Fiyatı : 1.250,00TL
İndirimli Fiyat : 937,50TL
Kazancınız : 312,50TL
9786258383423
362993
ULYSSES
ULYSSES Çapa Taybet - Özel Baskı
937.50

“Em nikarin welêt biguherînin. Ka were em mijarê biguherînin.”

Ulysses, James Joyce

 “Bikaranîna Odîssiyê ya Joyceî bi şêweyekî terîb… giringiya xwe ya vedîtineke zanistî heye… Ev yekser şêweyekî kontrolkirinê, birêkûpêkkirinê, dayîna dirûvekî û wateyekê bi panoramaya bêserî û bêbinî ya bêçuneyiyê û geremolê ye ku mêjûya hevçerx e… Ev, ez bi micidî pê bawer im, pêngavek e berev mimkinkirina cîhana modêrn bo hunerê.”

T. S. Eliot

 “Ulyssesê bi têra xwe nûr-nedera xwe ya gilî-gotinan heye ku pirr û gelek romanan raxe… Dijwar e ku hûn şayeseke kamiltir a mirovê siruştî peyda bikin.”

Harold Bloom

 “Berhema Joyceî ne der barê qewamê de ye, ew qewam bi xwe ye.”

Samuel Beckett

 “Kawa Nemirî ji bo wergera Ulyssesê çavkaniyên kurdiyê hemû seferber kirine û bi vê rêyê re çaviyên edebiyata potansiyel ya di zimanê kurdî de vekirine… wisa ku careke din biçespîne ku zimanê lawaz nîne, meger xwîner lawaz bin.
Xwendineke oqyanosî li ber me xwînerên kurdiyê ye vê carê.”

Ergîn Sertem

 “Wergera bi kurdî ya Ulyssesa James Joyce, der ji şikberiyê, serkeftineke abîdeyî ye bo zimanê min ê zikmakî. A Kawa Nemirê şa’ir kirî, ku ji 2012an û vir ve li Kurdistanê li Diyarbekirê û li Mêrdînê min bi çavên serê xwe dît, qet guman tê de nîne, tolhildaneke gewre ye ku hat hilanîn ji koloniyalîzma zimanî ya dereke û navxweyî. Ji niha û pê de, kurdiya Ulyssesê giyanê me yê hevbeş e.”

Şener Ozmen

 “Va bû. Kawa Nemirê çargurçik Ulyssesa ‘ezamet a James Joyceê pirrole bi kurdî (kurmancî) dibêje. Stephen Dedalusê lixwedîtî dê êdî li nava kolanên Dublina me bigere.”

Selîm Temo

 “Ji sala 2022yan û pê de, ji 100em sala çapbûna Ulyssesa James Joyce û pê de, kurdiyeke Ulyssesî û Ulyssesa bi kurdî heta bi hetayê dê bibe berhema li ber serê me.”

Papiers de Paris, Behîce Ferîde Demir

JAMES JOYCE: James Augustine Aloysius Joyce, şa’ir, romannûs, kurteçîroknûs û şanona- menûsê ayrlendî yê ku di 2yê Reşemeya 1882yan de li Dublina paytexta Ayrlendê ji dayîk bûye, bêtir ji berhemên xwe yên mayîn, bi her du romanên xwe yên ‘ezamet, bi Ulyssesê (1922) û Finnegans Wakeê (1939) bi nav û bang e. Di şeş saliya wî de malbata wî ew şande dibistana leylî ya cezwîtan a bi navê Clongowes Wood College ku di heyna xwe de yek ji baştirîn dibistanan bû li Ayrlendê, lê belê, ji ber destbelavî û deyndariya berdewam a bavê wî John Stanislaus, Joyce nekarî bi xwendina xwe ya di wir de berdewam bibe û di 1891ê û 1892yan de li malê li jêr çavdêriya dayîka xwe Mary Janeê perwerde bû û di 1893yan de li gel birayê xwe Stanislaus di Belvedere Collegea dibistana navîn a cezwîtan de dest bi xwendinê kir û her di wê dibistanê de qewimî ku Joyce dest ji baweriya xwe ya dînî ya Kasolîkiya Romayê kişand. Di pey re, di Zankoya Dublinê de (ku ew jî dezgehekî qeşeyên cezwît bû) wî dest bi fêrbûna zimanan kir, birrek kitêb xwendin, zehf xebitî û bi şêweyekî geş û gurr beşdarî Civata Edebiyatê û Mêjûyê ya zankoyê bû. Joyce heyranê Henrik Ibsenê nûserê norwêcî bû û her wan salan, bi tenê ji bo ku bikaribûya berhemên wî bi zimanê orcînal bixwîne, fêrî norwêcî bû û yek ji wan nivîsên xwe yên pêşîn î micid, Dramaya Nû ya Ibsen a li ser şanonameya Ibsen a bi navê Dema Ku Em Mirî Hişyar Dibin nivîsî, di 1900î de di 18 saliya xwe de di London Fortnightly Reviewê de da weşandin û nivîskariya wî jî bi wî awayî dest pê bû. Di 31ê Çiriya Pêşîn a 1902yan de Joyce zanko kuta kir û jê û pê de, wekî rahênanên bo nivîskariyê, wî şi’r û epîfanî (kêliyên tezahuran) nivîsîn, pê re jî, ji bo ku bijîşkiyê bixwîne, çû Parîsê, lê li wir wî waz li wê hizrê anî, danasînên kitêban nivîsîn û di Kitêbxaneya Sainte-Genevièveê de xwe amadeyî nivîsîna berhemên xwe yên gewre yên cîhanhejên kir. Sala 1903yan, ji ber mirina dayîka xwe, Joyce bo demeke kurt vegeriya Ayrlendê û wan salan jî dest bi nivîsîna romana xwe ya avtobayografîk a kutanebûyî ya bi navê Stephen Hero kir, ji 1904an û pê ve pê ket kitêba xwe ya kurteçîrokan, Dubliners (Dubliniyekan) nivîsî ku axirî di 1914an de hat çapkirin. Di 16ê Pûşpera 1904an (Blooms- day-Roja Bloomî) de Joyce û hezkirî û hevsera wî Nora Barnacleê li Dublinê hev nas kir û di Çiriya Pêşîn a heman salê de her duyan bi hev re ji Ayrlendê berê xwe da bajarê Zurîxê yê Swîsreyê, piştî wê bi salekê, li bajarê Triesteyê yê Îtalyayê hêwra xwe danîn, Joyce li wir mamos- tayiya zimanê ingilîzî kir û li ser kurteçîrokên xwe û romanên xwe xebitî, zarokên wî û Norayê, Giorgio û Lucia, li wir ji dayîk bûn. Kitêba wî ya şi’ran a pêşîn, Chamber Music (Mosîqaya Jûrê) di 1907an de li Londonê çap bû. Wan salan, Joyce berhema xwe ya bi navê Stephen Hero ji sêrî de ji nû ve nivîsî, ew mesixande romana xwe ya bi navê A Portrait of the Artist as a Young Man (Wêneyekî yê Hunermend wekî Peyayekî Xort) a ku di 1916an de hat weşandin û di 1918an de jî yekane şanonameya wî Exiles (Derbiderekan) hat weşandin û di 1914an de li Triesteyê êdî wî dest bi nivîsîna Ulyssesa xwe ya gewreya gewreyan kir, ku di 1915an de Îtalya tevî Şerê Cîhanê yê Yekem bû, Joyce bi malbatî li Zurîxa Swîsreyê akincî bû, bi piştevaniya darayî ya bi salan a du jinên dewlemend, Edith Rockefeller McCormickê û Harriet Shaw Weaverê, wî nivîsîna Ulyssesê di 1921ê de li Parîsê kuta kir û Sylvia Beacha xwediya Weşanxaneya Shakespeare and Companyyê di 2yê Reşemeya 1922yan de, tam di çil saliya Joyce de Ulysses li Parîsê çap kir ku wê hingê ti kesî xwe nedida ber çapkirina wê. Kitêba şi’ran a duyem a Joyce, Pomes Penyeach jî di 1927an de li Parîsê hat çapkirin ku bi tenê ji 13 şi’ran pêk tê. Piştî bêtirî bîst salan, di 1931ê de Joyce û Norayê seredana Londonê kir û li wir bi fermî zewicîn, dîsa vegeriyane Zurîxê û car û baran bi malbatî geh li Zurîxê, geh li Parîsê man û di gel kêşeyên giran ên di bînayiya xwe de û tenduristiya xwe ya xerab, Joyce bi qasî 17 salan li ser romana xwe ya dawîn e untranslatable a bi navê Finnegans Wake xebitî û di sala 1939an de ev roman li Londonê hat çapkirin. Joyceê bi şi’r, kurteçîrok û romanên xwe ve xwedanê berhemên gerdûnhejên î nemir, dema ku di 1940î de di henga Şerê Cîhanê yê Duyem de Naziyan Fransa dagîr kir, malbata xwe bire Zurîxê û li wir di 13ê Rêbendana 1941ê de ji ber peqîna ulsera xwe mir û her li wir di Gorristana Flunter- nê de bi xakê hat spartin.

 ULYSSES

 Sertîmar, tevkutayiyê Buck Mulligan, di dêst de zerikeke çilk ji kefa sabûnê, ku neynikek û gûzanek çeperast danîbû ser, numa di serê derencokê re. Bayê sivik ê siharê kirasê qîçik ê piştêna xwe venebestî ji pişta wî ve pif dida nermenerm. Wî hilda zerik bilind kir û bi meqamekî yekaheng biland:

— Introibo ad altare Dei.

Vewestiya, zûr bû û li jêrê, li pêlingên çivaneyî yên tarî nihêrî û mîna kewê ribat bi qebeqeb xwend:

— Kinch, were banî. Were banî, wey ziravqetiyê serî qûço, binî pûço.

Wî bi tellebazî gavên xwe ranan û hilkişiya ser dika topagirkirinê ya girover. Berê xwe pê de kir û bi teqleke giran sê caran homandin birc, kirr û kewşenên çarmedor û çiya û çelixtên ku dikirana hişyar bibin. Paş ku çav bi Stephen Dedalus ket, ber bi wî de xwar bû, xirexirek ji gewriyê çû û serê xwe hejand, lezelez bi destê xwe xaç li rozgarê kire nexş û nemûr. Stephen Dedalusê hevreşî û melomestî ji bêxewiyê xwe tevî milên xwe sparte jora serê derencokê, heçku bibêjiyê “Te serê xwe dîtiye?” nihêrî li sikûmê dirozgekar î bi dirêjiya xwe ve mîna yê hespan ê ku ketibû ber şek û pekan û xirexir jê diçû, nihêrî li tepa wî ya qeşekî kurrnekirî ya mûyî çûrr, debaxkirî û bi rengê berûya spîçolkî.

Buck Mulligan hangava di binê neynikê re bi dizî nihêrî, pê re jî zerik bi xasûkî jê vedizî.

— Lê din herine qijleyê kuro! wî got bi zirtînî.

Bi zarê şorrindgoyekî jî pê de çû:

— Lewma, Lo xelqê şebab î delal, ev e Komînyona resen: beden û giyan û xwîn û birîn. Sazbendno, ez gorî we, bi teqla giran werin. Gelî camêran, çavên xwe bigirin. Ka bisenin. Mîratên van spîgilorikan çîçkekî pêxemê lê dixin lo. Civat, hela xwe kerr kin.

Wî bi kuja çavan jor raçav kir, tiliyên xwe xistine devê xwe û dûr û dirêj û bemebem li fîqê xist, paşê bo gavekê di nava serinceke xayîs de sekinî, pê re jî çîk û çirûsk çûn ji ber deqên zêr ên diranên wî yên birêkûpêk û spî. Kirîsostomos. Di nava rozgara steqirî re zimîniyeke xurt e zîr bi du derban li wî fetiland.

— Malî ava, bavêminkiro, wî bi dengê hêl got bi tehrekî pîk. Îcar çêbû. Axûyî, ceyranê jî bitefînî, baş e?

Wî firqas da xwe û ji gerra dika topagirkirinê derket, ku ji aliyekî ve tewqên berdayî yên dawa kirasê xwe li teşkên xwe dipêçan, ji aliyekî ve jî bi sergevezî li bînerê xwe nihêrî. Ji rûçikê wî yê hupiz î tirş û ximximka wî ya şorr e hêkanî, te digot qey metranekî, heylo, piştevanekî hunerê yê serdemên navîn e. Bişirîneke xemrevîn di nerma xwe de hasil bû li ser lêvên wî.

— Ay çî sosret e! wî got bi beşerxweşî. Navê te yê ku kenê miriyan pê tê lo, erriik, dibê’ qey navê yewnanekî binê zemanan e ha!

Wî tiliya xwe bi laqirdiya xerîbdostane ber bi wî ve dirêj kir, di ber xwe de keniya û xwe da ber dîwarê nizm î çeper ê bircê. Stephen Dedalus gav rana û pê ve çû, bi bêzarî piçekî da pey wî û çû li keviya dika topagirkirinê ji xwe re rûnişt, sekinî li wî temaşe kir gava ku wî neynika xwe disparte dîwarê nizm î çeper ê bircê, firçe di zerikê dadikir û hildida pê kef di gepên xwe û di gerdena xwe dida.

Çîveçîva Buck Mulligan pê berdewam bû.

— Kenê miriyan bi navê min jî tê: Malachi Mulligan, bi du daktilosan, şeşbangî. Lê sewteke hellenîk didêre, ne wisa? Her wekî gakovî bi xwe be, yê şampaz û ba jê re nîne. Heq e em biçine Asînayê. Ku ez bikarim bîst panotan ji xaltîka xwe biçopînim, tu yê bêyî?

Wî firçe danî aliyekî, weto kenî, mumkin bû mirîşk bi hemî perran biçîte devê wî, bi qîrînî got:

— Ew ê jî were ha? Mala minê. Birê marî, felekê kumê

xwe lê xwar kirî.

Sekinî, dest pê kir bi pûtepêdan riyê xwe kurr kir.

— Mulligan, ka bo min bibêje, Stephen semtika got.

— Lebê, ya hebîbî?

— Gelo Haines dê hê çi qasî di vê bircê de bimîne?

Buck Mulligan gepa xwe ya kurrkirî di ser sermila xwe ya rastê re nîşan da.

— Xwedêko, vî merivê rêjkenî em dabarandin, ne wilo?

wî got bi deqerûyî. Saksonekî ku canê mirov zer dike. Bi hiz- ra wî, tu ne camêr î. Xwedêko, ev ingilîzên ji bêvila Şeytên ketî. Pere û xwelî yek e li ba van ên ku zîn li bizinê jî dikin. Te dî, bi xwe ji Oxfordê ye, lewma ha. Dedalus giyan, zanî, ‘esas rabûn û rûniştina te çil pere şaş nekiriye ji ya Oxfordi- yan. Ew nikare ji te beşer bike, qubanê. Lê ew navê ku min li te kiriye, ez bi gorra kaliko kim, jê çêtir tine: Kinchê tûjo.

Pê ketibû bi hemdê xwe çena xwe kurr dikir.

— Dev li wî bûbû kelefe, şev pê ve qala panterekî reş dikir, Stephen got. Qibûrê qirmeya wî li kû ye?

— Mêrik î qafseqetekî kezebşewitî ye da! Mulligan got. Ma qey ziravê te jê qetiya?

— Qetiya, ma çawa neqete, Stephen got bi xîreta pê de hatî û ji lêpa tirsê. Ca bide bîra xwe, li wê derêkê, di tariyê de, li nik peyayekî ku ez nas nakim, kapê xwe qetandiye û ji xwe re dinale hey dinale, dibêje, ez ê wî panterê reş hişk bikim. Di wexta xwe de te mirov ji xeniqînê filitandine. Lê tu were, ez î ne şêrgele me lo. Heke ew li vir bimîne, ez ê destê xwe ji vê derê bişom û herim.

Buck Mulligan bi rûtirşî nihêrî li kefa li ser devê gûzana xwe. Ji ciyê xwe yê ku lê lîs girtibû bi firqas xwe berda xwarê û dest pê kir lezelez berîkên pantorê xwe vejandin.

— Kambaxê, ka bi kû de çû! wî kire qîrînî bi dengê dewixî. Derbasî ber dika topagirkirinê bû, gava ku destekî xwe xiste berîka jorîn a Stephen, got:

— Ka wê pozmalka xwe bide me wekî em gûzana xwe pê paqij bikin.

Wî ew destmala qirêj e qurçimî kişand û derxist û bi kuja

wê girt, rakir û bi ‘erzşikênî nîşan da, lê Stephen xwe ehmeqşeytanî kir. Buck Mulligan devê gûzanê xweşik paqij kir. Paşê, ku zîq li destmalê nihêrî, hilda got:

— Tu l’ pozmalka dengbêjan ha! Rengekî hunerî yê jîp- janta bo hozanvanêd me yêd ayrlendî: keskelîçik. Wextî meriv bixwaze wê tehm bike, ne wilo?

Dîsa derkete ser dîwarê nizm î çeper ê bircê, ku porê wî yê kej î spîçolkîwekberûyan nermika pêl dida, bi awirine zûr nihêrî li kendava Dublinê.

— Ya star! wî got di nerma xwe de. Çawa ku Algy gotiye, ma ne: dayîkeke gewre ye neşmîle, ne? Deryaya keskelîçik. Deryaya ku dike gunikên mêriv qincilê xwe bikin. Epi oino- pa ponton. Ax, Dedalus, ev qewmê yewnan! Min divê te fêr bikim. Divê tu der heqê wan de di deqên resen de bixwînî. Thalatta! Thalatta! Ew dayîka me ya gewre ye neşmîle ye. Ka were lê binihêre.

Stephen rabû ser xwe û ber bi dîwarê nizm î çeper ê bircê ve çû. Hilpesirî ser çepêr, li jêrê, li avê û li wapora posteyê nihêrî ku di devê bendera Kingstownê re derdiket.

— Dayîka me ya bi qas û qudret! Buck Mulligan got.

Wî mîna tîra kullê çavên xwe yên sût î lêger ji deryayê guhestin û berê xwe da sikûmê Stephen.

— Bi ya xaltîka min be, tu bûyî bayîs, te ciya xwe kuştiye, wî got. Lewma jî pepûkê dike ser min wekî ez werîsê xwe ji te hilçinim.

— Yekî ciya min kuşt, Stephen got bi dilkovanî.

— Kincho, kullgewriyo, wexta ku ciya te ya li ber sikratê ji te hêvî û tika kir, te dikarî çong daniya ‘erdê, Buck Mulligan got. Ez jî bi qasî te haypirboreyî me lo. Lê gava ku tê bîra min, di riya Xwedê, rebena ciya te ya ku ruh jê dikişiya berzûrî te bû wekî tu çong bidî ‘erdê û dua û dirozgeyekê bigihînî ber ruhê wê. Û tu bi vê yekê qayîl nebûyî. Tiştekî bêwayîk bi te re heye....

  • Açıklama
    • “Em nikarin welêt biguherînin. Ka were em mijarê biguherînin.”

      ISBN
      :
      9786258383423
      Boyut
      :
      13.5 x 21.5 cm
      Sayfa Sayısı
      :
      1184
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Basım Tarihi
      :
      2023
      Çeviren
      :
      Kawa Nemir
      Tür
      :
      Roman
      Kapak Türü
      :
      Ciltli
      Dili
      :
      Kurdî (Kürtçe)
      Orijinal Adı
      :
      Ulysses
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1