Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%20
STÊRKA PIÇÛK

STÊRKA PIÇÛKHEŞT ÇÎROK BO GÊNCAN

Liste Fiyatı : 120,00TL
İndirimli Fiyat : 96,00TL
Kazancınız : 24,00TL
9786052246993
362831
STÊRKA PIÇÛK
STÊRKA PIÇÛK HEŞT ÇÎROK BO GÊNCAN
96.00

Berê du çîrokên Murad Dildar “Qesra Spî” û “Dara Sêvê” her yekê wekî kitêb û bi resim hatibûn çapkirin, vêga ew herdu jî di navê de heşt çîrokên wî bi hev re çap dibin. Di ta’ma çîrokên berê de, bo piçûk û mezinan; dê û bav dikarin bo qîz û lawan, keç û kur jî bo dê û bavan, kal û pîran bixwînin. Kerem bikin şevbuhêrkê!
“Eger hûn di şevên sayî de serê xwe bilind bikin û li ezman binêrin, hûn ê bi hezaran stêrkên birqok bibînin. Erê em dibêjin bi hezaran e; lê tu kes hejmara wan nizane. Ev stêrkên rewşen, di nav fezaya bê dawî û bê sînor de, cihên xwe girtine û roniyeke geş li dora xwe belav dikin. Di şevên tarî de wek qendîlên spî diçirisin û bi roniya xwe fezayê dixemilînin. Weke ku bi hezaran xarên zîvîn ji tûrikek rijiyabin û li derdorê belav bibin, li her çar aliyê fezayê cih girtine. Erê bi hezaran bûn; lê ev stêrkên geş ji berê ve ne li cem hev bûn. Kom û komikên piçûk ava kiribûn û her stêrk di nav komekê de dijiya. Ji bo çi ji hev veqetiyabûn, çima kom ava kiribûn û ji hev dûr ketibûn tu kesî nizanibû. Stêrkên geş jî sedema vê veqetandinê ji bîr kiribûn û bi hezaran salan di nav vê rewşê de jiyana xwe didomandin.”

  • Açıklama
    • Berê du çîrokên Murad Dildar “Qesra Spî” û “Dara Sêvê” her yekê wekî kitêb û bi resim hatibûn çapkirin, vêga ew herdu jî di navê de heşt çîrokên wî bi hev re çap dibin. Di ta’ma çîrokên berê de, bo piçûk û mezinan; dê û bav dikarin bo qîz û lawan, keç û kur jî bo dê û bavan, kal û pîran bixwînin. Kerem bikin şevbuhêrkê!
      “Eger hûn di şevên sayî de serê xwe bilind bikin û li ezman binêrin, hûn ê bi hezaran stêrkên birqok bibînin. Erê em dibêjin bi hezaran e; lê tu kes hejmara wan nizane. Ev stêrkên rewşen, di nav fezaya bê dawî û bê sînor de, cihên xwe girtine û roniyeke geş li dora xwe belav dikin. Di şevên tarî de wek qendîlên spî diçirisin û bi roniya xwe fezayê dixemilînin. Weke ku bi hezaran xarên zîvîn ji tûrikek rijiyabin û li derdorê belav bibin, li her çar aliyê fezayê cih girtine. Erê bi hezaran bûn; lê ev stêrkên geş ji berê ve ne li cem hev bûn. Kom û komikên piçûk ava kiribûn û her stêrk di nav komekê de dijiya. Ji bo çi ji hev veqetiyabûn, çima kom ava kiribûn û ji hev dûr ketibûn tu kesî nizanibû. Stêrkên geş jî sedema vê veqetandinê ji bîr kiribûn û bi hezaran salan di nav vê rewşê de jiyana xwe didomandin.”

      ISBN
      :
      9786052246993
      Boyut
      :
      13.5 x 21.5 cm
      Sayfa Sayısı
      :
      152
      Basım Yeri
      :
      Berdan Matbaası, İstanbul
      Basım Tarihi
      :
      2020
      Dili
      :
      Kürtçe / Kurdî
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1