Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
9786059082689
362358
RÛNIŞTIMAN DERSÊN CEXRAFYAYÊ
RÛNIŞTIMAN DERSÊN CEXRAFYAYÊ
Avesta Yayınları
18.00

“Sînemxan! Wê rojê gava min tu dibirî dibistanê bi rê ve te ji min re bi fransizî strand.

 Piştî ko te xwendina xwe qedand, te ji min pirsî: Bavo di Hawar an Ronahiyê de ji bo zaroyên kurdmancan tiştekî bolê heye? Jê re bi fransizî “géographie-cexrafye” dibêjin.

 Min, bêî ko ez bidim eqilê xwe, li te vegerand û got: Belê heye, ma çawan nîne.

Ji xwe em gihaşti bûn dibistanê. Me xatir ji hev xwest û em ji hev veqetiyan.

Min ev tişt, ji xwe ji bîr rakiri bû. Lê êvarê, gava tu vegeriyayî mal, tête bîra te, tu hatî defterxana min û te ji min re got:

- Bavo, ji kerema xwe, ji min re cexrafya bi kurdmancî bixwîne.

Ez bêgav ma bûm. Ji bo dilxweşiya te min Hawarek kire destên xwe û min ji te re, jê çîrokin xwendin. Ew çîrok di Hawarê de nîn bûn. Min ew bi hilketina şihra ko berî nîvro te ji min re xwendi bû, li hev siwar dikir û ji te re dixwend.

Nizanim çawan bû, piştî çend rojan çîrokên ko min ji te re hingê goti bûn, hatin bîra min; min ew hinek edilandin, ser û guhên wan çêkirin û ji wan derseke cexrafyayê pêk anî.

Ez wê dersê îro çap dikim. Heke careke din te ji min cexrafya bi kurdmanci xwest, nema cih li min teng dibe. Heke Xwedê hez kir ezê ji te re dersine din jî binivîsînim.”

Celadet Alî Bedirxan

 Dersên cexrafyayê û hemû nivîsên li ser bajar û welatan ên “Hawar” û “Ronahî” di Rûniştiman de kom bûn. 

  • Açıklama
    • “Sînemxan! Wê rojê gava min tu dibirî dibistanê bi rê ve te ji min re bi fransizî strand.

      ISBN
      :
      9786059082689
      Boyut
      :
      13,5x19,5
      Sayfa Sayısı
      :
      144
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2016
      Kapak Türü
      :
      Karton Kapak
      Dili
      :
      Kurdî (Kürtçe)
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat