Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%25
ELFABÊYA KURDÎ

ELFABÊYA KURDÎ

Liste Fiyatı : 0,00TL
İndirimli Fiyat : 0,00TL
Kazancınız : 0,00TL
9786055585266
362373
ELFABÊYA KURDÎ
ELFABÊYA KURDÎ
0.00

Kitêba “Elfabêya Kurdî” a Celadet Alî Bedirxan ku kitêba duyemîn a weşanên Hawarê bû, ji nû ve di nav weşanên Avesta de çap bû. Celadet Alî Bedirxan, di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje: “Bi şeş hejmarên Hawarê ên pêşîn me bin rûpelên elfabê belav kiri bûn. Bi wan rûpelan me hîmê Elfabeya Kurdî didanî û ji xwenda û zanayên kurdan, fikrên wan liser elfabêyê pirsiyar dikirin. Ji ber wan rûpelan sed û pêncih dest ma bûn. Min dil ne kir ko ew rûpelên ha winda bibin. Min ew dane hev û çend rûpelên din bi ser xistin, û pê kitêbokek hate pê. Ev kitêboka ha, bîra Elfabêya Kurdî a pêşîn e ko nifşên dawîyê lê fedkirin û pê bizanin ko pêşiyên wan di çi tuneyiyê de elfabêya pêşîn da bûn çap kirin. Ji bona pêkanîna çermê wê diviya bû ko çend rûpelên din bikevin pêşiyê. Bi vê hêncetê min dil kir ji xwedevanên xwe re berpêkirina elfabêya me bi kurtî gilî bikim.Ev elfabêya hanê ko îrû em zmanê xwe pê dinivîsînin paşiya xebateke salinen drêj e. Ez vê elfabêyê ji keda xwe bêtir keda miletê xwe dihesibînim û pêşkeşî wî dikim.Ji xwe herçî yê wî ye, ji yê herkesî hêjatir û spehîtir e.”


Newzad Hirorî di pêşgotina çapa nû a kitêbê de ku bi sernavê “Alfabeya Celadet Bedirxanî bûye sîmboleka neteweyî“ nivîsandiye,wiha dibêje: “Tîpên Celadet Bedirxanî, bi awayekê giştî têra nivîsandina kurdiya kurmancî dikin, bê pirsgirêkên mezin û dijwar di komputer û internetê de tên xebitandin û “Kurdîniya” xwe bi rêya wan dengên Kurdî yên ku lê hatine bar kirin aşkira diyar dikin. Ya pîwîst ew e mirov zarokên kurdan fêrî van tîpan bike, pê bide hez kirin û hesta wan ya neteweyî pê xurttir bike. Hinêr ew e mirov hewil bide van tîpan ji bo nivîsandina kurdiya soranî û kurdiya goranî jî bi kar bîne û bi qeseker û nivîskarên wan zaravayan bide qebûl kirin. Ne pêwîst e halê hazir mirov wext, hêz û şiyanên xwe di afirandina alfabeyeka Kurdî ya latînî ya nû yan jî guhortina tîpên heyî de bimezixîne.”

  • Açıklama
    • Kitêba “Elfabêya Kurdî” a Celadet Alî Bedirxan ku kitêba duyemîn a weşanên Hawarê bû, ji nû ve di nav weşanên Avesta de çap bû. Celadet Alî Bedirxan, di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje: “Bi şeş hejmarên Hawarê ên pêşîn me bin rûpelên elfabê belav kiri bûn. Bi wan rûpelan me hîmê Elfabeya Kurdî didanî û ji xwenda û zanayên kurdan, fikrên wan liser elfabêyê pirsiyar dikirin. Ji ber wan rûpelan sed û pêncih dest ma bûn. Min dil ne kir ko ew rûpelên ha winda bibin. Min ew dane hev û çend rûpelên din bi ser xistin, û pê kitêbokek hate pê. Ev kitêboka ha, bîra Elfabêya Kurdî a pêşîn e ko nifşên dawîyê lê fedkirin û pê bizanin ko pêşiyên wan di çi tuneyiyê de elfabêya pêşîn da bûn çap kirin. Ji bona pêkanîna çermê wê diviya bû ko çend rûpelên din bikevin pêşiyê. Bi vê hêncetê min dil kir ji xwedevanên xwe re berpêkirina elfabêya me bi kurtî gilî bikim.Ev elfabêya hanê ko îrû em zmanê xwe pê dinivîsînin paşiya xebateke salinen drêj e. Ez vê elfabêyê ji keda xwe bêtir keda miletê xwe dihesibînim û pêşkeşî wî dikim.Ji xwe herçî yê wî ye, ji yê herkesî hêjatir û spehîtir e.”


      Newzad Hirorî di pêşgotina çapa nû a kitêbê de ku bi sernavê “Alfabeya Celadet Bedirxanî bûye sîmboleka neteweyî“ nivîsandiye,wiha dibêje: “Tîpên Celadet Bedirxanî, bi awayekê giştî têra nivîsandina kurdiya kurmancî dikin, bê pirsgirêkên mezin û dijwar di komputer û internetê de tên xebitandin û “Kurdîniya” xwe bi rêya wan dengên Kurdî yên ku lê hatine bar kirin aşkira diyar dikin. Ya pîwîst ew e mirov zarokên kurdan fêrî van tîpan bike, pê bide hez kirin û hesta wan ya neteweyî pê xurttir bike. Hinêr ew e mirov hewil bide van tîpan ji bo nivîsandina kurdiya soranî û kurdiya goranî jî bi kar bîne û bi qeseker û nivîskarên wan zaravayan bide qebûl kirin. Ne pêwîst e halê hazir mirov wext, hêz û şiyanên xwe di afirandina alfabeyeka Kurdî ya latînî ya nû yan jî guhortina tîpên heyî de bimezixîne.”

      ISBN
      :
      9786055585266
      Boyut
      :
      13,5x19,5
      Sayfa Sayısı
      :
      56
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2011
      Tür
      :
      Ziman
      Dili
      :
      Kurdî (Kürtçe)
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1