Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%25
LAWÊ PÎRÊ

LAWÊ PÎRÊTekstên kurdî

Liste Fiyatı : 120,00TL
İndirimli Fiyat : 90,00TL
Kazancınız : 30,00TL
9786258383171
362990
LAWÊ PÎRÊ
LAWÊ PÎRÊ Tekstên kurdî
90.00

Roger Lescot (1914-1975) Li Unîversîteya Parîsê edebiyata fransî, polîtîka û zimanên Rojhilat xwendiye. Di 1932yan de piştî ku unîversîte qedand, hikûmeta fransî ji bo ku lêkolînên ilmî bike, ew şande Enstîtuya Fransî ya li Şamê. Li wir Celadet Alî Bedirxan nas kir. Tekstên folklorîk berhev kirin, di Hawarê de bi navê Tawûsparêz bi kurdî û fransî nivîs nivîsandin. Di nav kurdên Sûriyeyê de baş dihate naskirin û hezkirin, xelkê jê re digot Lezgîn Axa. Sala 1945an li Unîversîteya Sorbonneê Kursiyê Zimanê Kurdî vekir û dersên kurdî dan. Piştî salekê Kamiran Alî Bedirxan ku ji Bêrûdê hatibû ciyê wî girt.

Roger Lescot, piştî ku Celadet Bedirxan nas dike dibe dildar û kedkarê zimanê kurdî û edebiyata kurdî ya gelêrî. Ew bi xwe jî berhemên edebiyata gelêrî berhev dike. Li ser Memê Alan dixebite û ji varyantên heyî metneke serbixwe derdixe meydanê.

Ev xebata berdest jî berhevoka Roger Lescot a pêşî ye ku tê de çîrok, gotinên pêşiyan û pêderxistinok cih digirin. Çîrok wî bi xwe ji Salihê eşîra Hesenan berhev kirine; gotinên pêşiyan û pêderxistinok jî hinek ên ku wî berhev kirine û hinek jî yên ku Celadet Bedirxan. Ev çîrok, gotinên pêşiyan û pêderxistinok wek dengên wê demê di guhên me de olan didin.

  • Açıklama
    • Roger Lescot (1914-1975) Li Unîversîteya Parîsê edebiyata fransî, polîtîka û zimanên Rojhilat xwendiye. Di 1932yan de piştî ku unîversîte qedand, hikûmeta fransî ji bo ku lêkolînên ilmî bike, ew şande Enstîtuya Fransî ya li Şamê. Li wir Celadet Alî Bedirxan nas kir. Tekstên folklorîk berhev kirin, di Hawarê de bi navê Tawûsparêz bi kurdî û fransî nivîs nivîsandin. Di nav kurdên Sûriyeyê de baş dihate naskirin û hezkirin, xelkê jê re digot Lezgîn Axa. Sala 1945an li Unîversîteya Sorbonneê Kursiyê Zimanê Kurdî vekir û dersên kurdî dan. Piştî salekê Kamiran Alî Bedirxan ku ji Bêrûdê hatibû ciyê wî girt.

      Roger Lescot, piştî ku Celadet Bedirxan nas dike dibe dildar û kedkarê zimanê kurdî û edebiyata kurdî ya gelêrî. Ew bi xwe jî berhemên edebiyata gelêrî berhev dike. Li ser Memê Alan dixebite û ji varyantên heyî metneke serbixwe derdixe meydanê.

      Ev xebata berdest jî berhevoka Roger Lescot a pêşî ye ku tê de çîrok, gotinên pêşiyan û pêderxistinok cih digirin. Çîrok wî bi xwe ji Salihê eşîra Hesenan berhev kirine; gotinên pêşiyan û pêderxistinok jî hinek ên ku wî berhev kirine û hinek jî yên ku Celadet Bedirxan. Ev çîrok, gotinên pêşiyan û pêderxistinok wek dengên wê demê di guhên me de olan didin.

      ISBN
      :
      9786258383171
      Boyut
      :
      13.5 x 21.5 cm
      Sayfa Sayısı
      :
      128
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Basım Tarihi
      :
      2023
      Dili
      :
      Kurdî (Kürtçe)
      Orijinal Adı
      :
      Berhevok / Derleme
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1