Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

1900 yılında Moskova Üniversitesi Hukuk Fakültesi’ni 1903’te Lazarev Doğu Dilleri Enstitüsü’nü bitirdikten sonra, Rusya Dışişleri Bakanlığı’nda diplomasiye atıldı. İran ve Türkiye’de bazı görevlerde bulundu. Bu ona bu ülkelerde konuşulan dilleri öğrenme imkanı verdi. Ayrıca bu ülkelerdeki Kürtlerin hayatını yakından gözlemleme fırsatı buldu. Bu gözlemlerden bazılarını kitaplaştırdı. Ekim Devrimi’nden sonra 1919’da Fransaya göç etti ve 1930’da İngiltere’ye yerleşti. İngiltere Bilimler Akademisi ile Fransa Bilimler Akademisi’ne üye oldu. İslam Ansiklopedisi’nin birçok maddesini yazan Minorsky, tarih, coğrafya ve din konularında onlarca eser yazmıştır.

***

(1877-1966) Piştî perwerdeya xwe ya seretayî û ya bingehîn li Moskowayê bûye çaremîn kesê xwedî pileya zêrîn ya zanîngeha rêzimanî û beşa hiqûqnasiyê ya zanîngeha Moskowayê kar kiriye ku ji sala 1886an heya 1890î jî li wê derê huqûq xwendiye. Piştî qedandina wê wî sê salan jî li dibistana bilind ya Lazerev beşa zimanê rojhilatê xwendiye.


Di 1903yan de ew ketiye ber xizmeta wezîrtiya kar û barê derve ya Rusyayê û ji sala 1904an heya 1908an li Îranê û ji 1908an heya 1912an jî li St. Petersburgê û Turkistanê xebitiye. Di sala 1911yan de wî bi nûnerê ingilîzan re delagasiyonekê biriye bakur-rojavayê Îranê. Di sala 1912an de bûye balyozê Rusya yê Stenbolê û sala dû re jî bûye nûnerê Rusya yê komisyona navnetewî ya ser sînorê navbera Tirkiye û Îranê. Demek piştre ew bûye balyozê Rusya yê Tehranê û di sala 1919an de jî ji wê derê berê xwe daye Fransa û çend salan jî balyoziya Rusya ya Parîsê kiriye.


Di sala 1923yan de wî dev ji balyoziyê berdaye û li enstîtuya Ecole National des Langues Orientales Vivantes (Enstîtuya Ekola Neteweyî ya Zimanê Rojhilatê ya Vîvantes) dest bi dersdariya zimanê farisî kiriye û piştre jî li heman zanîngehê dersên dîroka tirk û ya îslamê jî dane. Piştî ku ji tebaxa sala 1930yî heya çileyê 1931ê li Londonê di pêşengeha hunerê îranî ya Berlington Housê de weke berpirsiyarê rojhilatê kar kiriye, pêwendiya wî bi zanîngeha Londonê re çêbûye û di sala 1932yan de li wê derê di beşa rojhilatê de bûye dersdarê zimanê farisî. Piştre li eynî beşê bûye doçentê beşa edebiyat û dîroka zimanê farisî û di dû re jî bûye profesorê beşê.


Di sala 1944an de ew bi tîtilê Prof. Emeritus xanenişîn (teqawîd) bûye û bûye endamê şerefê yê ”The School of Oriental and African Studies (SOAS): Fakulteya Xebatên ser Rojhilat û Afrîka” û di 1948-49an de jî çûye serdana Zanîngeha Qahîreyê. Digel wergirtina wî ya endametiya îdareya Akademiya Birîtanî (1943) ew endamê şerefê yê Pêwendiyên Civaka Asyayî ya Parîsê (1946) bû û her weha ew doktorê şerefê yê Zanîngeha Brukselê (1948) bû jî. Di sala 1966an de koça xwe ya dawî kiriye û ji nav me çûye.

Vladimir Minorsky  - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1