Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%25
FEQIYÊN TARIYÊ

FEQIYÊN TARIYÊ

Liste Fiyatı : 180,00TL
İndirimli Fiyat : 135,00TL
Kazancınız : 45,00TL
9786055879295
362504
FEQIYÊN TARIYÊ
FEQIYÊN TARIYÊ
135.00

 “Feqiyên Tariyê” romana Selîm Berekat a yekem e. Di vê romanê de herdu meydanên xwezahî û mirovahî yên herêma Cezîrê (Cezîra Sûriye) dibin zemîneke dramatîk î têr û tije. Regên wê herêmê giraniya dîrokê hildigirin; dîroka welêt, dîroka malbata ku ketiye şûna eşîretê, dîroka efsaneya ku rabirdû xistibû mista xwe heya bingeha wê ya efsanewî qulipî û bû rêçeke xeyalane da ku zora wê dîrokê bibe.

Mele Bênav dikeve nava helwesteke hawante û ber bi astengê ve tê ajotin. Kurê wî Bêkes sînorê demê yê temenê mirovan derbas dike, ew piştî jidayikbûna xwe dibe sî salî û di dema esrê de dibe çil salî û êvarî dibe pêncî salî. Kêlîka ku ji dayik dibe wiha dibêje: ev astengek e, dema ku biqede hûnê ji bîr bikin, lê ezê demê nebînim ku ji bîr bikim.

Efsaneya Bêkes dirêjî dîrok û cografya van mirovan dibe, efsane tev li pêkenînê dibe, belge tev li ecêban dibin, rojev tev li fantaziyê dibe, hizrên gelêrî tev li xewnên sofîzmî dibin û adetên rojane tev li kabûsan dibin.


Rexnegir û wergêrê ji Sûrî Subhî Hedîdî

  • Açıklama
    •  “Feqiyên Tariyê” romana Selîm Berekat a yekem e. Di vê romanê de herdu meydanên xwezahî û mirovahî yên herêma Cezîrê (Cezîra Sûriye) dibin zemîneke dramatîk î têr û tije. Regên wê herêmê giraniya dîrokê hildigirin; dîroka welêt, dîroka malbata ku ketiye şûna eşîretê, dîroka efsaneya ku rabirdû xistibû mista xwe heya bingeha wê ya efsanewî qulipî û bû rêçeke xeyalane da ku zora wê dîrokê bibe.

      Mele Bênav dikeve nava helwesteke hawante û ber bi astengê ve tê ajotin. Kurê wî Bêkes sînorê demê yê temenê mirovan derbas dike, ew piştî jidayikbûna xwe dibe sî salî û di dema esrê de dibe çil salî û êvarî dibe pêncî salî. Kêlîka ku ji dayik dibe wiha dibêje: ev astengek e, dema ku biqede hûnê ji bîr bikin, lê ezê demê nebînim ku ji bîr bikim.

      Efsaneya Bêkes dirêjî dîrok û cografya van mirovan dibe, efsane tev li pêkenînê dibe, belge tev li ecêban dibin, rojev tev li fantaziyê dibe, hizrên gelêrî tev li xewnên sofîzmî dibin û adetên rojane tev li kabûsan dibin.


      Rexnegir û wergêrê ji Sûrî Subhî Hedîdî

      ISBN
      :
      9786055879295
      Boyut
      :
      13,5x19,5
      Sayfa Sayısı
      :
      288
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2013
      Çeviren
      :
      Jana Seyda
      Kapak Türü
      :
      Karton Kapak
      Dili
      :
      Kurdî (Kürtçe)
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1