Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%25
ZARGOTINA KURDÊN SERHEDÊ

ZARGOTINA KURDÊN SERHEDÊ

Liste Fiyatı : 0,00TL
İndirimli Fiyat : 0,00TL
Kazancınız : 0,00TL
9786055279561
362113
ZARGOTINA KURDÊN SERHEDÊ
ZARGOTINA KURDÊN SERHEDÊ
0.00

Dema kurdek tenê li hember çiyayekî disekine, ew bi hevdû ra bi Kurdî diaxivin û distirên.

Zargotina Kurdên Serhedê ji sedî zêdetir stranên dîrokî ên mêrxasiyê, mêraniyê û cengewariyê pêşkêşî xwendevanan dike. Piraniya wan cara yekem derbasî ser kaxiz dibin û tên weşandin. Her stranek li ser mijarekê ava bûye, şax vedaye û bûyerekê vedibêje, pêşkêş dike. Her yek ji wan xweyê dîrokekê ye yan jî dîrokekê, serpêhatiyekê raberî xwendevanan dike. Mehmet ji bo ku naveroka van berheman baş bê famkirin, destpêkeke dirêj jî wek lêkolîn amade kiriye û ligel van stranan weşandiye. Di vê beşê de tiştine gelek balkêş li ser huner û dîroka dengbêjiya Kurdî cîh girtine. Wî bi jêrenot û nivîsnasiyên xwe gelek mijarên nezelal ronî kiriye, alîkarî daye xwendevanan. Ev stran, ev berhemên ku di vê pirtûka delal de cîh girtine ji bo pêşketina ziman, edebiyat û herwisa ji bo dîroka Kurdî wek çavkanî dikarin roleke gelek mezin bilîzin û hin pirsên çanda Kurdî ronî bikin. Min bi xwe ev pirtûka nivîskar-lêkoler Mehmet Gultekîn bi dildarî û bi hewaseke mezin xwend. Gelek tiştên nû ji naveroka vê pirtûka kêrdar fêr bûm. Hêvî dikim ku xwendevanên kurd, dildarên zargotina Kurdî jî wê bi kêfxweşiyeke mezin vê pirtûka Kurdî bixwînin, tam û lezetekê jê werbigrin.

  • Açıklama
    • Dema kurdek tenê li hember çiyayekî disekine, ew bi hevdû ra bi Kurdî diaxivin û distirên.

      ISBN
      :
      9786055279561
      Boyut
      :
      13.5 x 21.5 cm
      Sayfa Sayısı
      :
      384
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2013
      Dili
      :
      Kurdî/Kürtçe
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1