Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%25
TIZBÎ, DESTMAL Û TASEK AV: ŞAKIRO

TIZBÎ, DESTMAL Û TASEK AV: ŞAKIRO

Liste Fiyatı : 90,00TL
İndirimli Fiyat : 67,50TL
Kazancınız : 22,50TL
9786258383010
362956
TIZBÎ, DESTMAL Û TASEK AV: ŞAKIRO
TIZBÎ, DESTMAL Û TASEK AV: ŞAKIRO
67.50

Ziman, edebiyat û heya bi derekê dîrok di nav civakên ku nivîs bi berbelavî nayê bikaranîn de bi rêya kevneşopî û ew kesên ku di nav wê kevneşopiyê de cih digirin li ser piya dimîne. Zindîbûna kevneşopiyê di rewşeke wisa de ji aliyekî ve jî berdewamiya civakê ye û lewma jî şopîner û nûnerên wê şopê jî xwedî roleke girîng in di civakê de. Bîra wan, bîra civakê bû, hebûna wan zîndîbûna bîra civakê û berdewamiya hebûna civakê bû di heman demê de.

Dengbêjî û dengbêj ligel hinek kevneşopiyên din û nûnerên wan kevneşopiyan di nav civak û çanda kurdan de roleke wisa girîng digirt ser xwe. Wan ne tenê bûyerên demên berê bi deng û awazên xwe dianîn ziman; di heman demê de bi wan çalakiyên xwe ziman û edebiyata gel jî zindî, li ser piya dihiştin. Bi gotineke din a zelal ew barkêşên ziman û edebiyat û dîroka gel a nenivîsandî bûn. Gava em ji îro ve li doh dinêrîn wê girîngiya rola wan a di zindîbûn û berdewamiya ziman û edebiyata kurdî de bi awayekî zelal dibînîn.

Gava mijar dibe dengbêj û dengbêjî di nav kurdan de bêguman di serî de Evdalê Zeynikê û ev şopa ku li pey xwe hiştiye tê bîra mirov; ew şopa ku bi Reso dewam kiriye û xwe gihandiye Şakiro. Kî bûn, di nav kîjan şert û mercan de berê xwe dabûn vê şopê û bi çi zehmetiyan ew şop li ser piya dihiştin?

“Tizbî, Destmal û Tasek Av: Şakiro” wek bersiveke van pirsan e. Nivîskar di vir de bi honandineke edebî ku deqên xwe ji rastiyê sitandine serboriya Şakiro û dengbêjiya wî, têkiliyên wî, evîna wî, ew şopa ku daye pey û heya dawiya emre xwe li pey maye, zehmetiyên ku kişandine û tenêtiya wî ya dawî nîşanî me dike. Lê her çiqasî vegotin li ser Şakiro hatibe honandin jî, leheng hemû dengbêj in!

 

Necat Keskin

  • Açıklama
    • Ziman, edebiyat û heya bi derekê dîrok di nav civakên ku nivîs bi berbelavî nayê bikaranîn de bi rêya kevneşopî û ew kesên ku di nav wê kevneşopiyê de cih digirin li ser piya dimîne. Zindîbûna kevneşopiyê di rewşeke wisa de ji aliyekî ve jî berdewamiya civakê ye û lewma jî şopîner û nûnerên wê şopê jî xwedî roleke girîng in di civakê de. Bîra wan, bîra civakê bû, hebûna wan zîndîbûna bîra civakê û berdewamiya hebûna civakê bû di heman demê de.

      Dengbêjî û dengbêj ligel hinek kevneşopiyên din û nûnerên wan kevneşopiyan di nav civak û çanda kurdan de roleke wisa girîng digirt ser xwe. Wan ne tenê bûyerên demên berê bi deng û awazên xwe dianîn ziman; di heman demê de bi wan çalakiyên xwe ziman û edebiyata gel jî zindî, li ser piya dihiştin. Bi gotineke din a zelal ew barkêşên ziman û edebiyat û dîroka gel a nenivîsandî bûn. Gava em ji îro ve li doh dinêrîn wê girîngiya rola wan a di zindîbûn û berdewamiya ziman û edebiyata kurdî de bi awayekî zelal dibînîn.

      Gava mijar dibe dengbêj û dengbêjî di nav kurdan de bêguman di serî de Evdalê Zeynikê û ev şopa ku li pey xwe hiştiye tê bîra mirov; ew şopa ku bi Reso dewam kiriye û xwe gihandiye Şakiro. Kî bûn, di nav kîjan şert û mercan de berê xwe dabûn vê şopê û bi çi zehmetiyan ew şop li ser piya dihiştin?

      “Tizbî, Destmal û Tasek Av: Şakiro” wek bersiveke van pirsan e. Nivîskar di vir de bi honandineke edebî ku deqên xwe ji rastiyê sitandine serboriya Şakiro û dengbêjiya wî, têkiliyên wî, evîna wî, ew şopa ku daye pey û heya dawiya emre xwe li pey maye, zehmetiyên ku kişandine û tenêtiya wî ya dawî nîşanî me dike. Lê her çiqasî vegotin li ser Şakiro hatibe honandin jî, leheng hemû dengbêj in!

       

      Necat Keskin

      ISBN
      :
      9786258383010
      Boyut
      :
      13 x 19.5 cm
      Sayfa Sayısı
      :
      104
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Basım Tarihi
      :
      2022
      Tür
      :
      Folklor
      Kapak Türü
      :
      Karton Kapak
      Dili
      :
      Kurdî (Kürtçe)
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1