Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%20
ŞAHNAMEYA KURDÎ

ŞAHNAMEYA KURDÎRustemê Zal û Heft Xana Wî

Liste Fiyatı : 135,00TL
İndirimli Fiyat : 108,00TL
Kazancınız : 27,00TL
9786257253901
362944
ŞAHNAMEYA KURDÎ
ŞAHNAMEYA KURDÎ Rustemê Zal û Heft Xana Wî
108.00

Lêkolînên li ser qadên cuda yên çanda kurdî, dewlemendiya mythos û destanên vê çandê bi zelalî nîşan dide. Di vê çarçoveyê de dikare bê gotin ku çanda kurdî xwedî hemû cureyên mythos û destanên neteweyî yên lehengî ye. Afirandina dinyayê, çêbûna insanî, çîroka damezirêner, çîrokên lehengên kevne-mînak û hwd. di çanda devkî û nivîskî ya kurdî de bi awayekî kûr hatine gotin. Yek ji sahayên edebî ku çîrokên jor tê de xuya dibin, Şahnameyên Kurdî ne. Şahnameyên Kurdî, neynika tarîxa efsanewî, serhildan û têkoşîn, lehengên neteweyî û rizgarker, serfirazî, dilxweşî û xemgînî, zayîn û mirin, evîn û evîndariya kurdan in. Ew metn, behsa serdemeke zêrîn dikin ku leheng tenê ji bo parastina ax û gel her tim amade ne, û li hemberî dêw, ejdeha û dijmin şer dikin. Ji ber vê jî nasîn, têgihiştin û dubarekirina wan metnan ji bo kurdan gelekî girîng e.

Di nav wan lehengên serfiraz de ku jiyan û serpêhatiyên wan di Şahnameyên Kurdî de hatine beyankirin, bê guman yê herî berbiçav û nasrav Rustemê Zal e. Rustem dikare wek kevne-mînakê lehengî ji bo kurdan bê qebûlkirin. Di nav hemû destanan de yên ku li ser Rustemê Zal hatine gotin, çîroka “Heftxan” xwedî cihekî taybet e. Di mîtolojî û destanên dinyaya lehengî de, ku rola sereke dilîze, hemû bûyer û rûdaw li dora wî diqewimin, û ew ji bo isbata “lehengî”ya xwe mecbûr e hin azmûnan derbas bike. Çîroka “Heftxan” jî azmûnên Rustemê Zal e ji bo isbata lehengiya xwe. Di eslê xwe de, piştî derbaskirina “Heftxan” e ku Rustem dibe Rustem û xwedî cihekî taybet di nav hemû lehengên cîhana mîtolojîk/destanî ya dinyaya îranî û kurdî de.

Armanca sereke ya vê xebatê, hewldanek giştî ye ji bo diyarkirina cih, girîngî û serpêhatiyên Rustemê Zal di çanda kolektîf a kurdan de.

Shahab Vali

  • Açıklama
    • Lêkolînên li ser qadên cuda yên çanda kurdî, dewlemendiya mythos û destanên vê çandê bi zelalî nîşan dide. Di vê çarçoveyê de dikare bê gotin ku çanda kurdî xwedî hemû cureyên mythos û destanên neteweyî yên lehengî ye. Afirandina dinyayê, çêbûna insanî, çîroka damezirêner, çîrokên lehengên kevne-mînak û hwd. di çanda devkî û nivîskî ya kurdî de bi awayekî kûr hatine gotin. Yek ji sahayên edebî ku çîrokên jor tê de xuya dibin, Şahnameyên Kurdî ne. Şahnameyên Kurdî, neynika tarîxa efsanewî, serhildan û têkoşîn, lehengên neteweyî û rizgarker, serfirazî, dilxweşî û xemgînî, zayîn û mirin, evîn û evîndariya kurdan in. Ew metn, behsa serdemeke zêrîn dikin ku leheng tenê ji bo parastina ax û gel her tim amade ne, û li hemberî dêw, ejdeha û dijmin şer dikin. Ji ber vê jî nasîn, têgihiştin û dubarekirina wan metnan ji bo kurdan gelekî girîng e.

      Di nav wan lehengên serfiraz de ku jiyan û serpêhatiyên wan di Şahnameyên Kurdî de hatine beyankirin, bê guman yê herî berbiçav û nasrav Rustemê Zal e. Rustem dikare wek kevne-mînakê lehengî ji bo kurdan bê qebûlkirin. Di nav hemû destanan de yên ku li ser Rustemê Zal hatine gotin, çîroka “Heftxan” xwedî cihekî taybet e. Di mîtolojî û destanên dinyaya lehengî de, ku rola sereke dilîze, hemû bûyer û rûdaw li dora wî diqewimin, û ew ji bo isbata “lehengî”ya xwe mecbûr e hin azmûnan derbas bike. Çîroka “Heftxan” jî azmûnên Rustemê Zal e ji bo isbata lehengiya xwe. Di eslê xwe de, piştî derbaskirina “Heftxan” e ku Rustem dibe Rustem û xwedî cihekî taybet di nav hemû lehengên cîhana mîtolojîk/destanî ya dinyaya îranî û kurdî de.

      Armanca sereke ya vê xebatê, hewldanek giştî ye ji bo diyarkirina cih, girîngî û serpêhatiyên Rustemê Zal di çanda kolektîf a kurdan de.

      Shahab Vali

      ISBN
      :
      9786257253901
      Boyut
      :
      13.5 x 21.5 cm
      Sayfa Sayısı
      :
      192
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Basım Tarihi
      :
      2021
      Kapak Türü
      :
      Karton Kapak
      Kağıt Türü
      :
      Enso Creamy, 60 gr.
      Dili
      :
      Kurdî (Kürtçe)
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1