Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%25
DI XEWNAN DE JÎ EZ Ê ZIMANÊ XWE WINDA NEKIM

Liste Fiyatı : 0,00TL
İndirimli Fiyat : 0,00TL
Kazancınız : 0,00TL
9786055585297
362581
DI XEWNAN DE JÎ EZ Ê ZIMANÊ XWE WINDA NEKIM
DI XEWNAN DE JÎ EZ Ê ZIMANÊ XWE WINDA NEKIM
0.00

Kesê ku dikare vêga van rêzan bixwîne, ev kitêb ji bo te hatiye nivîsandin, muhatabê van peyvan tu yî. Kitêbeke ku bi serê zimên li formulên azadiyê digere û qehremanên wê jî peyv in. Kitêbek ku ji çîrokên orijînal ên li ser kes, xelk û warên ku em xeyal dikin, pêk tê. Ev peyvên ji ciyekî gelekî dûr zêde nêzîk ên me ne jî. Werin em ji xwe re maleke ji peyvan ava bikin. Werin em bi hev re dengê xwe bikin yek û zimanê xwe derxin, ji qedexeya sedsalan re, bêjin: Aaaaaaaaaaa!

Ji nivîsa “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim“

Car caran zimanê xwe derdixim dibêm aaaaaaaaa û Merheba, tu li vir î? Dipirsim. Merheba. Oxx. Ez fam nakim, zimanek çawa winda dibe. Bi rastî jî fam nakim. Kesek çawa dikare zimanê xwe winda bike? … Çi dibe çi nabe di xewnên xwe de jî ez ê dev ji axaftina bi zimanê xwe bernedim. Walle wisa ye. Ez ê di xewnên xwe de jî zimanê xwe winda nekim.

Çapa çaran a “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim” derket. Di 4 hefteyan de 4 çap
Û nivîsa ku navê xwe daye kitêbê vêga jî bû kurtefilm.

Çapa çaran a “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim” derket. Kitêb, cara pêşî li Diyarbekir, Fuara Kitêban a TÜYAPê hate belavkirin û rastî elaqeyek zêde hat. Di sê hefteyan de her sê çapên pêşî temam bûn. Çapa çaran jî derket. Hedefa weşanxaneyê ew e ku heta dawiya salê deh hezar kitêb bê belavkirin. Kitêba nivîskarê galisyanî Séchu Sende “Made in Galiza” bi Kurdî di nav weşanên Avestayê de çap bû: Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim. Kitêba ku di “Roja Edebiyata Galisyanî” de ku du rojan piştî “Cejna Zimanê Kurdî” ye derket, ji bo balê bikişîne ser rewşa zimanê Kurdî û zimanên di bin tehdîda tunekirin û asîmîlasyonê de ji aliyê 35 şexsiyetê kurd ve hatiye wergerandin. Buhayê li ser kitêbê ji sisêyan yekê piyasê ye, 4 TL ye. Herçiqas buha erzan jî be kitêb, bi kalîteya herî baş a kitêbên standard hatiye çapkirin.

Û “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim” bû kurtefilm.

Vêga jî nivîsa ku navê xwe daye kitêbê bû kurtefilm. Dîrektorê filmê Genco Demirer e û film 05:29 deqîqeyan dikişîne. Dilay Urge leyistiye û Sozdar Başkan tekst xwendiye.

Kelimelerden bir ev: Rüyalarımda bile dilimi kaybetmeyeceğim

Hewlêr, 17 Gulan (AKnews) – İstanbul’da yayın hayatını sürdüren ve yayınladığı Kürtçe şiir, hikâye ve roman kitapları ile tanınan Avesta Yayınları, bir roman çevirisi ile Kürt diline yaptığı katkıyı sürdürüyor. En son Sêchu Sende’nin “Made in Galicia” kitabını “Di xwenan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim”i Kürtçeye kazandırdı. “Galicia Edebiyat Günü”nde, “Kürt Dili Bayramı”ndan iki gün sonra yayınlandı. Kitap, Kürt dilinin durumuna dikkat çekmek ve Kürt dili üzerindeki baskı ve asimilasyon politikasına karşı çıkmak amacıyla 35 Kürt şahsiyeti tarafından çevrildi. Kitabın 3 cildi birlikte, 3 bin adet baskısı yapılarak yayınlandı.

Avesta Yayınevi Sorumlusu Abdullah Keskin, kitabın basımına ilişkin, “Kürtçe okurun bu kitaba karşı göstereceği ilgi bizim için bir anket niteliğinde olacak. Anlayabildiğimiz kadar, Kürtçe okurunun bütün istem ve ölçülerini dikkate aldık. Okur ve kitapevi arasındaki bağın güçlülüğü bize cesaret verdi. Bundan dolayı çevirilerde rastlanmayacak ölçüde fazla bastık kitabı. Okurlara diyoruz ki, gelin siz de sözünüzü sözümüze ekleyin. Kelimelerden oluşan bu evi birlikte inşa edelim. Biz de ‘Dilsiz bir diyarda’ kelimelerden bir ülke kuralım” diye konuştu.

Kitabın basımına ilişkin yayınevinin yazdığı önsözde, “Bu kitabın amacı Guinnes Rekorlar Kitabı’nda yer almak değildir. Ama iyi bir araştırma yapıldığında görülecektir ki, bu türden bir başka örnek daha yoktur. Bu Kürt kültürel geleneğinin özgün ve ilham veren yönüdür. Kürtçe yazmak özünde psikolojik bir sorundur ve önemli olan çeviri veya özgün kitaplar değil. Kitapta da göreceğimiz gibi kendini küçük görme duygusu sadece Kürtlere özgü değil, ezilen tüm halklara ve kesimlere özgü bir duygudur” ifade ediliyor.

Kitap 35 Kürt şahsiyeti tarafından Kürtçeye çevrildi. Bu da kitabın bir başka ilginç yönü. Çevirmenler şunlar: Fahriye Adsay, Mehmet Aktaş, Ramazan Alan, Arjen Arî, Hêja Bağdu, Ruken Bağdu Keskin, Ferhad Brûsk, Fewzî Bîlge, Selahattin Bulut, Şükran Çaçan, Süleyman Demir, Şerif Derince, Mehmet Dîcle, Murat Dildar, Receb Dildar, Îsmail Dîndar, Lorîn S. Doğan, Huseyin Düzen, Zana Farqînî, Îrfan Guler, Gulîzer, Dîlber Hêma, Sacha Ilıtch, M. Ali K, Yakup Karademir, Metin Kaygalak, Abdullah Keskin, Songül Keskin Duraker, Mahmut Lewendî, Hesenê Metê, Ergîn Opengîn, Osman Özçelik, Şivan Perwer, Fatma Savcı ve Salih Yıllık.

Yazarın Kürtçe basıma ilişkin önsözü

“Sözlerimiz bize yaşam verdiğinden dolayı bunları rüzgara savurmalı ve bütün dünyaya duyurmalıyız. Sözlerimiz bütün özel ve resmi yerlere girmeli, günlük ve kolektif yaşamımızı, hatta rüyalarımızı bile işgal etmeli. Sözlerimiz bilgisayar ekranlarında, duvar üstünde, tişörtlerde, el ilanlarında, ders kitaplarında ve kanun metinlerinde görünmeli ve oraları işgal etmeli.

“Bu kitap aynı zamanda bir mizah kitabı olmak istiyor. Çünkü mizahın varlığı bazen deliliğe karşı bir tutum oluyor. Mizah kişiyi acı ve trajediden kurtarır ve onunla kişi sorunlarını güzellikle ele alabilir...

‘Made in Galicia’ tümüyle ilk olarak aynı familyaya ait bir dile toplu olarak çevrilmiş bulunuyor. Bu dil tarihte tutsak edilmiş ve özgürlükten mahrum bırakılmıştır. Bununla anlıyorum ki, yalnız değiliz ve milyonlarca kişi bu evrende bu yanlışlara karşı mücadele etmektedir. Kendi halkının diline sahip çıkma mücadelesi… Bizler baskı ve zor altındaki dillerin kardeşliğine sahibiz…

Kürdistan ve Galicia arasında 5000 km var ancak, Kürdistan ve Galicia arasındaki mesafe bir adım kadar yakın gibi. Haritada aramızda birçok ülke sıralanmış görünüyor ama biz komşuyuz. Bundan dolayı diyorum ki, Galicia ve Kürdistan kardeştir.”

Sechu Sende

1972’de Galicia’da doğdu. Şiirle yazmaya başladı. Sonra hikayelerle devam etti ve Galicia’nın en büyük yazarlarından biri oldu. Galicia Filoloji Bölümünü Portekiz’de okudu. 2003 yılında Orixe romanı ile Amor Blanco ödülünü aldı. Made in Galicia kitabı ile 2007 yılında Galicia’da 3 ödül aldı ve yılın kitabı seçildi.

AKnews, 17.05.2010

Serpêhatiya kitêba nivîskarekî galîsyayî
“Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim”

Bi salan e, li gorî hêz û derfeta xwe kitêbên ku li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê derdikevin dişopînim. Nexasim kitêbên ku bi zaravayê kurmancî, tîpên latînî li Stenbolê derdikevin her li ser hizir û bala min in. Kitêba nivîskarê Galisyanî Séchu Sende “Made in Galiza” ku bi Kurdî û bi navê “Di xewnan de jî ezê zimanê xwe winda nekim” ji Weşanxaneya Avestayê derketiye, bi ya min xwediyê gelek taybetmendiyên cihêreng e.

Yek jê, kitêb di Gulana 2010’an de ronahiyê dît û di heman mehê de, sê çap bi hevre kirin û 3 hezar heb çap bûn. Buhayê kitêbê jî, li gorî piyaseya kitêban gelek erzan e: 4 Lîrayê Tirk. Ligel erzaniyê, divê bê gotin ku kitêb bi qelîte û rûpelsaziyeke baş hatiye honandin. Berpirsiyarê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn sedema vê yekê wiha rave dike: Balkişandin û handana li ser zimanê Kurdî. Jixwe kitêb jî, di “Roja Edebiyata Galisyanî” de ku du rojan piştî “Cejna Zimanê Kurdî” ye derketiye. Keskîn, di pêşgotina kitêbê de, armanca çapkirina kitêbê bi rewş û potansiyela kultura Kurdî ve girê dide: “Di serî de em bibêjin ku yek ji armancên wergera vê kitêbê ne ew e ku di Kitêba Rekoran a Guinnesê de cih bigire. Lê heger lêkolînek bê kirin, wê bi ehetî bê dîtin ku mînakeke bi vî rengî tuneye. Serpêhatiyeke xweser e û îlhama wê rewş û potansiyela kultura Kurdî ye.”
***
Galîsya, li Spanyayê herêmeke otonom e. Li herêmê zimanên Galîsyayî û Spanyolî tê axaftin. Berfirehiya herêmê 29.574 km² ye, herçî nifûsa wê ye 2.738.000 e. Paytexta wê Santiago de Compostela ye. Herêmê di sala 1981’ê de otonomiya xwe bidest xistiye.

Hûnê niha bibêjin; “Ev Galîsya û zimanê Galîsyanî ji ku derket?” Her wekî di kitêbê de jî hatiye diyarkirin, ji we re bibêjim: Kurdekî bi navê Îrfan Guler, 7-8 sal beriya niha ji bo zimanan hîn bibe, terkeserê dinyayê dibe! Pêşî 2-3 salan li Îngilîstanê dibe, paşê derbasî Spanyayê dibe. Li wê derê hevnasiya wî bi “Kurdên Spanyayê!” re çêdibe. Li Herêma Galîsyayê bi cih dibe û ligel Spanyolî, hînî Galîsyanî jî dibe. Beriya çend mehan bi temamî vedigere Tirkiyeyê. Gava vedigere, di tûrikê wî de çend kitêbên balkêş hene. “Made în Galîza” yek ji wan kitêban e. Îrfan Guler û Abdullah Keskîn li ser vê kitêbê gelek caran sohbetan dikin. Paşê Keskîn biryarê dide ku kitêba ku li ser ziman e, li tirkî bide wergerandin û çapkirin. Gava ku Keskîn tirkiya kitêbê dide destê xwe û nivîsa yekem dixwîne, baweriyek lê peyda dibe ku divê kitêb bibe Kurdî. Bi vî awayî, kitêb bi zimanê Kurdî dikeve nav refikên kitêbxaneya Kurdî. Aha ev e çîroka kitêbê.

Bi rastî jî gava min ev kitêb xwend, giham wê bîr û baweriyê ku êş-elem, şadî, hêvî û gumanên galîsyayiyan û kurdan gelekî dişibin hev. Bêyî mubalexe dikarim bibêjim ku dema kesek rasterast, -bêyî ku haya wî/ê jê hebe ku kitêb ji zimanekî din hatiye wergerandin- rahêje kitêbê û nivîsarên wê bixwîne, wê yekser bibêje; “Ev kitêb bi Kurdî hatiye nivîsandin.” Li hêla din psîkolojiya kurdan ya li pêşberî zimanê wan û zimanên serdestên wan, bi awayeke zelal û berbiçav di vê kitêbê de jî xwe dide der. Bi gotineke din galîsyayî jî, ji heman “derdê bêderman” ê ku kurd pê ketine muzdarîb in. Galîsyayî jî wekî kurdan derblêktiyê zimanê serdestên xwe ne. Welhasilî kelam, şikestîbûna galîsyayiyan a di vî warî de, ji şikestîbûna kurdan ne kêmtir e…

Nivîskarê kitêbê Séchu Sende, di sala 1972’yan de, li Galisyayê hatiye dinyayê. Bi helbestê dest bi nivîsandinê kiriye. Piştre dest bi çîrokan kiriye û li Galisyayê bûye yek ji nivîskarên herî girîng ê çîrokê. Fîlolojiya Galisyanî-Portekîzî xwendiye. Di sala 2003’yan de bi romana Orixe, xelata Amor Blanco’yê wergirtiye. Bi “Made in Galiza (2007)” heman salê xelata Anxel Casal’ê ku Yekîtiya Weşangerên Galisyanê dide, werdigire û ev kitêb, dibe kitêba salê.

Gava ku li avahiya Weşanxaneya Avestayê qesidîm, Abdullah Keskîn jî, ji Fûara Kitêban a Diyarbekirê nû vegeriyabû. Me li ser serpêhatiya kitêba Séchu Sende û baldariya li ser fûarê sohbeteke xweş kir. Ew ji eleqeya li fûarê û kitêbên Kurdî gelek kêfxweş bû. Wî diyar dikir ku cara yekem li Diyarbekirê fûareke wiha vedibe, lê ew pêrgî eleqeyeke gelek mezin hatine. Keskîn li ser ajans û rojnameyên kurdan gazincên xwe dikirin û digot: “Fûara Kitêban a li Diyarbekirê ku di nîveka Gulana 2010’an de pêk hat, gelek bi serkeftî derbas bû. Eleqeyeke mezin hebû. Me ji Emerîkayê mêvan anîn, semîner pêk hatin. Bi riya tercûmeya simûltane axaftin bi Kurdî, tirkî, îngilîzî hatin kirin. Lê pir balkêş e, rojname û ajansek nehat negot ka rewşa we çi ye? Ev cihê xemgînî û dilêşiyê ye.” Li ser kitêba “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim” Keskîn diyar dike ku ew van rojan 3 çapên din dikin û armanca wan ew e ku heta dawiya salê çapa 10’em bikin. Ev jî dike 10 hezar kitêb. 

Kurt û kurmancî;
Heye ku ev kitêb, di warê lixwemikurhatinê de, pêşî li dergeh û asoyeke berfireh veke û derblêdaneke kujer li psîkolojiya bindestiyê ya kurdan li beramberî zimanên serdestan bixe…

Salihê Kevirbirî, Rûdaw, Hejmar: 49, 15 Hezîran 2010

Xewn jî bi Kurdî xweş in!

Hevkarekî min, serê sibehekê mesajek nîşanî min da got “xwediye weşanxa Avesta A. Keskîn ji min re şandiye da ku ez wergerînim. Lê tiştek jê nakeve serê min, ka tu jî çavekî lê bigerîne, bê çi jê dikeve serê te!” Min xwend, mesaj bi tirkî bû û ji du meqalên piçûk pêk hatibû.

Yek tiştekî xeyalî bû, ne konkret bû, lê bi zimanekî edebî hatibû nivîsîn. Ya duyê bîhna zimannasiyê jê dihat, te digot qey bahsa kurdan dike û li ser zimanê Kurdî hatiye nivîsîn. Min di dilê xwe de got miheqeq kurdekî nivîsiye, lê çima bi tirkî nivîsiye! Bila bide xwediyê wê da ku wergerîne Kurdî. Gelek mesajên wiha, bi tirkî li ser înternetê û telefonên destan digerin. Mirov dikare vê mesajê jî wergerine Kurdî û bi vê riyê belav bike. Paşê A. Keskîn bi xwe hate û got “ev proje ne du meqale bitenê ne, pirtukeke 140 rûpelî ya zimannasê Galîsyanî, Séchu Sende" ye. Em dixazin bi gellek kesan bidin wergerandin û jê re kampanyayekê çêkin da ku baş belav bibe.” Îja çîroka ku pirtûk çima berî bûye tirkî hûn dikarin ji pêşgotina edîtor bixwe hîn bibin.

Pirtûk bi beza birûskê, di nav mehekê de ji alî 35 kesan ve hate wergerandin û çap bû. Li gor agahdariyên weşanxanê her sê çapên pêşîn (3000) belav bûne, pirtûk di destê wan de nemaye û ew haziriya çapa çarê dikin. Ji bo pirtûkeke Kurdî li bakurê Kurdistanê û li Tirkiye ev rekoreke nû ye û heyecanekê dide ku mirov bêtir bi Kurdî bixwîne û binivîsîne.

Heta niha me gazinên xwe dikirin û digot kes bi Kurdî naxwîne. Ji bo wê jî zirxeke destnedanê li dora nivîskarên me çêbûbû, me çavê xwe ji propoganda, mezinkirina vala re digirt, xwe ji rexnekirina pirtûk û nivîskarên kurd diparazt û tenê pesnê wan dida. Lê xwiya ye ev dewran bûhûrî û dewreke nû dest pê dike. Bi vê minasebetê ez jî dixwazim çend têbiniyên xwe li ser başî û kêmasiyên vê pirtûkê li jêr rez bikim.

Sê faktorên serekî hene ku mereqa insên provoke dikin da mirov vê pirtûkê bixwîne: Yek, pirtûk ji alî mîmarê zimanî yê kêmeneteweke ku kêm zêde rewşa wê û bi taybetî jî ya zimanê wê dişibe ya me û zimanê me. Her wiha tecrûbe û serpêhatiyên wan rê bi ber me jî dixin bê çawa mirov dikare zimanê xwe biparêze û belav bike. Du, pirtûk ji meqaleyên kurt û balkêş pêk tê, ku ew yek jî xwendina wê hêsan dike û mirov jê bêzar nabe. Sê pirtûk ji alî 35 kesan ve hatiye wergerandin ku mirov bi hêsanî dikare uslûba wan miqayese bike, başî û kêmasiyên wan bide ber hev.

Çend mesajên pirtûkê yên ku mirov dikare weke spot bide pêş jî ev in: Zarokên xwe ji zimanê xwe bêpar nehêlin! Ango bi zarokên xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî bipeyivin bila hîn bibin. Weke mal û milkê xwe, divê em ziman û kultura xwe jî ji zarokên xwe re bihêlin, bi xwe re nebin gorê. Zimanê ku zarok pê nepeyivin pêşeroja wî tuneye, dê wenda bibe.

Bi xwe û zimanê xwe bawer bin. Xwe û zimanê xwe kêm nebînin. Bi serbilindî li her derê, di her qada jiyanê de bi zimanê xwe bipeyivin, ev mafekî xwezayî ye. Di bin tesîra zimanê serdest û xwedî prestîj de nemînin û hwd.
...
Azad Şatehî, Netkurd, 24.06.2010

Çapa pêncan a “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim” derket
Rojnameya îspanî El Pais: Li Kurdistanê serkeftina galisyanî

Çapa pêncan a "Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim" derket. Her çar çapên pêşî di nav mehekê de temam bûbûn û vêga çapa pêncan jî derket. Çapkirina kitêbê di medya galisyanî de ciyekî baş girt û vêga di medya îspanyolî de jî cî digre. Yek ji rojnameyên îspanî a herî mezin El Pais roja 02.07.2010 bi sernivîsa “Egzito galego no Curdistan” (Li Kurdistanê serkeftina galisyanî) rûpelek cî da kitêbê. Diana Mangia di nûçeya xwe de bi nivîskarê kitêbê Séchu Sende û yek ji wergêrên kitêbê İrfan Güler re jî peyiviye. Nivîs, destpêkê agahiyên derheqê kitêbê de dide û balê dikişîne ser konsepta taybet a kitêbê. Belavbûna 3000 kitêb “bi zimanekî ku bi fermî ne qedexe ye lê hê jî di rêveberî, perwerdahî û warên kulturî de rastî zehmetiyan tê, zimanekî ku ji aliyê 20-30 milyon insan ve tê axaftin” wek serkeftinekê dibîne. Séchu Sende diyar dike ku ji vê serkeftina kitêbê şaş maye û li bersivan digere: “tiştin hene ku me galisyan û kurdan digihîne hev: pirsgirêkên zimên û bêderfetî.” Sende vê problema ku li gelek aliyên dinyayê heye, bi îronî û fantezî tîne ser ziman. Bo kitêbê dibê, “xebateke hevkariyê ye, gelek deng bo wê hatine ba hev.” Di kitêbê de xeyaletên malê diyar dibin, wek; serdestiya kesekî duzimanî li ser ê din, kêmbûna axaftina galisyanî…  Nivîskar, li ser dramên kesên din ku wekî me ne, disekine. Piştî gereke Kapadokya, rewşa zimanê Kurdî bala wî dikişîne û di encamê de çîroka gundekî dûr ê Kurdistanê Varba, ku dema zimanê wan qedexe dibe êdî heta hetayê bi tu zimanî napeyivin; “Warekî lal” dinivîse. İrfan Güler dibê “me hizir kir ku ev kitêb pêwendiya xelkê me a bi zimên re biguhere.” Zilm û zordestiya li welatê wan, kiriye ku kurd ji xwe nefret bikin. Güler dibê hedef ew e ku heta sersalê ji vê kitêbê 10 hezar bê belavkirin û ev yek jî ê bibe “bûyereke dîrokî.” Bi bîr dixe ku nêzî 10 salan e li Tirkiye Kurdî ne qedexe ye lê derfeta ku zarok bi zimanê xwe perwerde bibin tune ye: “Wergera ji galisyanî bo me ji ingilîzî, fransizî û îspanyolî gelekî bi qîmettir e, ji ber ku gelek aliyên me yên hevpar hene.” Ekîba wergerê a “Made in Galiza“ jî pir cihêreng e. Osman Özçelik, parlamenterê kurd ku li meclisa Tirkiyê ye, zimanzan Ergîn Opengîn, yek ji dengên herî naskirî Şivan Perwer, ji ber ku zilm û zora li ser milletê xwe bi stranên xwe vedigot, ji sala 1976an ve li surgunê ye, çend ji wan e. Sende dibê sansûra ku milletê kurd pê re rûbirû bûye nayê qebûlkirin. “Ev kitêb ji bo kesên din hatiye nivîsandin. Ne tenê kêmbûna temsîliyeta siyasî, di eynî çaxê de kesên bi wî zimanî dipeyivin jî kêm dibin û ev fenomen ne kit’a ne jî zimanan dinase.”

Kitêba Séchu Sende wek ku beşdarî Fuara Kitêban a Diyarbekrê bû, ê dawiya meha cotmehê li Fuara Kitêban a Stembolê be. Sende gazinan dike, dibê; “gelek kesên ji vê meselê re hessas hene, lê gelek caran kesên di bin zordariyê de wekî zordar nîşan didin.” Kurdî, -Kurd li dinyayê milletê herî mezin ê bêdewlet in- li bajaran û di nav gêncan de her roj kêmtir tê axaftin û rêveberî jî destûr nade ku pê perwerdahî bibe. Sendeyê mamoste û nivîskar dibê, “dewlet hez ji perwerdahiya bi zimanên ekaliyetan nakin. Li vir û li Kurdistanê sîstema perwerdahiyê wekî wasiteyeke zordariya kulturî û civakî tê bikaranîn.” Nivîskar vê mînakê jî dide: 5 salan berê Şaredariya Santiago ji bo zarokên kurdan kitêbeke bi zimanê Kurdî şand. Û çi pê bû, kes nizane.

Galisyancanın Kürdistan’daki başarısı

Kürtçeye çevrilen Séchu Sende’nin “Made in Galiza” kitabı 3.000 adet satıldı. Séchu Sende’nin geleneksel ezop dilini kullanarak yazdığı Made in Galiza (2007) kitabı Kürdistan’da dört Türk lirasına satılıyor. Kitap bir aydan biraz fazla bir süre önce, Galisyan Edebiyat Günü’nde piyasaya çıktı ve her bir baskısı 1000 adet olan 3000 adet kitabın tamamı satıldı: Resmi olarak yasak olmamasına rağmen, normalleşmesi için hala eğitimde, kültürde ve idarede zorluklarla karşılaşan 20-30 milyon kişi tarafından konuşulan bir dilde yazılmış üç bin kitap.

Bu başarıdan şaşırdığını itiraf ederken cevap bulmaya çalışan Séchu Sende (Padron, 1972) “Biz Galisyalılar ve Kürtleri birleştiren bazı şeyler var: Dilsel çatışma ve olanaksızlık,”diye özetledi. Avesta yayınlarından Di xewnan de jî ez ê zimane ê winda nekim başlığıyla çıkan Made in Galiza, daha öncesinden Galisyancadan Türkçeye İrfan Güler ve Pepa Baamonde tarafından yapılan, henüz yayınlanmamış çevirinin sonucudur. 2007 yılında yayınlanan Séchu Sende’nin hikâyeleri, bu andan itibaren yalnızca yazarların değil, politikacı ve sanatçıların da olduğu Kürt kültürünün 35 temsilcisi tarafından Kürtçeye çevrilmiştir. Made in Galiza’nın çevirmenlerinden biri olan ve Uçan Baş ve Kükürt Püskürten Adamlar hikâyelerini doğrudan Galisyancadan Kürtçeye çeviren İrfan Güler, “Böyle bir kitabın halkımızın dile olan bakışını değiştireceğini düşündük” diyor. Güler, baskıcı bir ülkenin varlığının  -tarihi Kürdistan bölgesi, dilin çeşitli derecelerde baskıya maruz kaldığı İran, Irak, Türkiye ve Suriye sınırlarındaki alanı kapsamaktadır- neticede halkın kendi kendisinden nefret etmesine yol açtığına işaret etmektedir. Bu nedenle, yıl sonuna kadar bu eserden 10.000 adet satmayı düşündüklerini söyleyen çevirmen bunun “tarihi” bir olay olduğunu söylemekte tereddüt etmedi. Zira ilk defa bir kitap Galisyancadan Kürtçeye çevrilmiştir. Güler ayrıca, Kürtçe çıkan kitapların da “büyük sayılarda” olmadığını belirtmektedir.

Made in Galiza, dünyanın birçok kesiminde hala açık olan bir çatışmayı ele almak için mizah ve fanteziyi kullanmaktadır.  Bundan dolayı Sende, eserinin bir Galisyalının diğer benzerlerine karşı olan yakınması gibi anlaşılmasını reddetmektedir. “Kitap, birçok sesin bir araya geldiği, işbirliğine dayanan bir çalışmadır” diyor. Kitapta, evin hayaletleri belirmektedir -iki dillilikten gelen birinin diğerine üstünlüğü veya gençler arasında Galisyanca konuşanların sayısının azalması gibi-. Sende, bizden çok farklı olmayan, başkalarının dramlarına da eğilmektedir. Kapadokya’ya yaptığı bir seyahatten sonra Kürt dilinin durumuyla ilgilenir ve bu endişenin neticesi olarak da, kendi dilleri yasaklandığında sonsuza denk susan Kürdistan’ın uzak bir köyü hayali Varba’nın hikâyesi Kelimesiz Bir Yer doğar.

“Yaklaşık on yıldır Kürtçe artık Türkiye’de yasak değil” diye hatırlatan Güler, “Fakat bununla birlikte çocuklar kendi dillerinden eğitim alma olanağına sahip değiller. Galisyan dilinden çeviri bizim için İngilizceden, Fransızcadan veya İspanyolcadan yapılan bir çeviriden çok daha değerlidir, zira Galisya ile ortak çok noktamız var” demektedir.

Made in Galiza’nın çeviri ekibi de hem çok çeşitli hem de şaşırtıcıdır: Türk parlamentosunda yer alan Kürt bir milletvekili olan Osman Özçelik’ten, dil bilimci Ergin Opengin’e veya Kürt müziğinin en bilinen seslerinden biri olan, halkına yapılan baskıları müziğiyle dile getirdiği için 1976 yılından beridir sürgünde olan Şıvan Perwer gibi. Kürt topluluğunun maruz kaldığı sansürün “kabul edilemez” olduğunu belirten Sende “Bu kitap başkaları için yazıldı” demektedir. “Sadece siyasi temsiliyet eksikliği değil, aynı zamanda o dili konuşanlarda da azalma var” diye ekleyen Sende, bu fenomenin (dili konuşanlarda azalma) ne kıta ne de dil tanımadığını hatırlatmaktadır. “İngilizcenin her gün daha çok yayıldığı Porto Riko’da İspanyolcanın durumu da aynıdır.”

Séchu Sende’nin kitabı Diyarbakır gibi kitap fuarına katıldığı gibi, Ekim ayında da İstanbul kitap fuarında olacak. Altıncı baskısıyla 16.000’den fazla satan kitabı Made in Galiza’nın çıkış hikâyesini anlatırken, Prestij adlı geminin battığı en kritik günlere geri dönüyor -Siyah Şaka adlı kolektifin aktif bir üyesiydi-. “Bu probleme duyarlı çok insan var, fakat çoğu zaman baskıya uğrayanı baskıcı gibi göstermekteler” diye yakınmaktadır. Kürtçe -ki Kürtler dünyadaki en büyük devletsiz halklardan biridir- şehirlerde ve gençler arasında her gün daha az konuşulmakta ve idare de onun okullarda eğitilmesini engellemektedir. Öğretmen ve aynı zamanda yazar olan Sende, “Devletler azınlık dillerinde eğitimden hoşlanmazlar. Burada ve Kürdistan’da eğitim sistemi sosyal ve kültürel baskı aracı olarak kullanılmaktadır” demektedir. Yazar şu örneği vermektedir: beş yıl önce Santiago Belediyesi, Kürt çocukları için Kürt dilinden bir el kitabı gönderdi. Bir daha onlardan hiç haber alınamadı.
El Pais, 02.07.2010

  • Açıklama
    • Kesê ku dikare vêga van rêzan bixwîne, ev kitêb ji bo te hatiye nivîsandin, muhatabê van peyvan tu yî. Kitêbeke ku bi serê zimên li formulên azadiyê digere û qehremanên wê jî peyv in. Kitêbek ku ji çîrokên orijînal ên li ser kes, xelk û warên ku em xeyal dikin, pêk tê. Ev peyvên ji ciyekî gelekî dûr zêde nêzîk ên me ne jî. Werin em ji xwe re maleke ji peyvan ava bikin. Werin em bi hev re dengê xwe bikin yek û zimanê xwe derxin, ji qedexeya sedsalan re, bêjin: Aaaaaaaaaaa!

      ISBN
      :
      9786055585297
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1