Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Li Dêrika Mêrdînê hatiye dinyayê. Di destpêka salên heftêyan de bi malbata xwe re koçî Nisêbînê kir û di dawiya heftêyan bi hin hevalên xwe re komeleyeke kulturî ava kir. Nivîskariya Cewerî ya bi kurdî jî di wan salan de dest pê kir. Firat Cewerî bi armanca nivîsandineke azad di sala 1980 de terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Di eynî salê de jî wî kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de Cewerî di nav tevger û çalakiyên edebiyata kurdî de ye. Di destpêka salên heyştêyan de wî bi nivîs û çîrokên xwe beşdarî li kovarên kurdî ên seranserî dinyayê kir. Wî di adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Herweha Cewerî bi riya Nûdemê bi çendan navên nû li edebiyata kurdî zêde kirin û di aktuelhiştina edebiyata kurdî de roleke mezin lîst. Di prosesa weşana Nûdemê de Cewerî kovareke xwerû werger bi navê Nûdem Werger derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Wî kovara Hawarê ku bingehê edebiyata kurdî ya nûjen e, ji nû ve civand û mîna du cildan çap kir. Heta niha Firat Cewerî di warên cihê de çardeh kitêb nivîsandine û panzdeh kitêb jî wergerandine kurdî. Çîrok û kitêbên Firat Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, erebî, tirkî, farisî û zaravayê soranî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên swêdî, almanî, erebî û tirkî de jî cih girtine û bûne fîlm û piyes. Firat Ceweriyê ku hê jî li Swêdê dijî, endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye û di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de jî berpirsiyarê nivîskarên sirgûnê ye.

Firat Cewerî - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1