Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di sala 1981ê li paytexta Ermenistanê, bajarê Rewanê ji dayik bûye. Kurda êzdî ye, ji mala Pîrên Omerxalî tê. Sala 2002ê Zanîngeha Sankt-Pêtêrsbûrg ya dewletî Fakûlteya Rojhilatnasiyê beşa zimanzaniyê ya Îrannasî û Kurdnasiyê temam kir (BA) û di sala 2004ê de dîploma Magîstirê Olzaniyê (MA) stand. Piştî MAyê hate qebûlkirin bo Fakûlteya Rojhilatnasiya wê Zanîngehê ku nivîsandina doktora xwe li ser dînê êzdiyan (Ph.D.), di sala 2006ê de li Fakûlteya Felsefe û Siyasî li beşa Olzaniyê de qedandiye. Semîner li ser dînê êzdiyan çêkirine û beşdarî gelek konferansên zanistî bûye. Xanna Omerxalî di salên 2005/07 di zangoya Almanyayê Georg August de (Georg-August Universität Göttingen) li ser zimanê kurdî û her wisa jî li ser “Zimanê Qewlên Êzdiyan” ders dide. Nêzîkî 20 gotarên zanistî derheqê bîr û baweriya dînê êzdiyatiyê de bi zimanê rûsî, ingilîzî û kurdî nivîsîne. Kitêba wê bi navê “Êzdiyatî, Ji Kûrahiya Hezarsalan” (Sankt-Pêtêrsbûrg, 2005) bi rûsî çap bûye.

Xanna Omerxalî - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1