Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

 

Di sala 1960î de li bajarê Bane li rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Qonaxa seretayî û navendî li dibistanên bajarê Bane qedand. Qonaxa paş navendî, li enstîtuya mamosteyan, li bajarokê Weramîn yê nêzîkî Tehrana paytexta Îranê, xwend. Dû re di sala 1978an de bû mamoste û sê salan li dibistanên gundên Kurdistanê ders da zarokan. Piştî şoreşa îslamî ya Îranê bi tawana çalakiyên siyasî pêlekê hat girtin û ji mamostetiyê jî hat avêtin.
Eta Nehayî ji zaroktiyê ve hogirê xwendin û nivîsandinê bû. Pêşî bi nivîsandina helbestê dest pê kir. Di temenê şazdeh saliya xwe de helbest bi zimanê kurdî nivîsand. Di temenê hivdeh saliyê de li enstîtuya mamosteyan yekemîn çîroka xwe nivîsî û ji ber wê yekê ji aliyê berpirsên enstîtuyê ve hat tembîkirin. Piştî şoreşa sala 1979an bi awayekî cidî dest bi nivîsandin û belavkirinê di kovarên kurdî yên li hundir û derveyî welêt kir û yekem kitêba xwe ya çîrokan di sala 1993an de li rojhilatê Kurdistanê çap kir. Ji wê demê û heta niha li rojhilat û başûrê Kurdistanê sê kitêbên çîrokan, sê roman û dehên gotarên edebî û teorîk belav kirin. Herwiha antolojiyeke çîrokên hevdem yên farisî û çend romanên baştirîn romannivîsên cîhanê wergerandin zimanê kurdî û gotar li ser wan nivîsandin.
Bi zimanê farisî jî, ji xeynî çend gotar û hevpeyvînên edebî û çendîn çîrokên ku di kovarên farisî yên Îranê de belav kirine, li ser daxwaza dezgeha mîrata çandî ya Îranê, li Tehranê, kitêbek jî li ser edebiyata destanên kevin yên kurdî bi navê Şîrovekirina bingeha destanên kurdî yên eşqê nivîsandiye. Beşdarî piraniya semîner, kongre û festîvalên edebî û rewşenbîrî yên rojhilatê Kurdistanê bûye. Herwiha beşdarî hejmareke zêde ya semîner û festîvalên edebî li başûrê Kurdistanê (Hewlêr û Silêmanî), û bakurê Kurdistanê (Wan û Amed) ê bûye û gotar xwendine.
Di sala 1984an de li ser daxwaza zanîngeha Uppsala ya Swêdê ji bo meh û nîvekê serdana Swêdê kir û li wê zanîngehê û li bajarê Stockholm li ser edebiyata kurdî gotar pêşkêş kirin. Li rojhilat û başûrê Kurdistanê gelek helkeftên taybet yên xwendin û rêzgirtinê jê re hatine sazkirin. Xelata salane ya dezgeha Aras li Hewlêrê di sala 2005an de û xelata zêrîn a Herdî ya afirandinê di sala 2008an de di festîvala Gelawêj de li Silêmaniyê wergirtiye.
    Eta Nehayî endamê Yekîtiya Nivîskarên Îranê ye jî. Vêga li bajarê Bane li rojhilatê Kurdistanê rûdine.
    Kitêbên ku heta niha li hundir û derveyî welêt belav kirine, ev in:
    - Zirîke (Qêrîn), çîrok, çapa Îran, dezgeha çap û weşanê ya Nacî, 1993.
    - Tengane (Tengezarî), çîrok, çapa Îran, dezgeha Mihemedî, 1996.
    - Ew balindeyê birîndar ku ez im, çîrok, Silêmanî, dezgeha Serdem 2005.
    - Gulên Şoran, roman, çapa Îranê, dezgeha Mihemedî, 1997.
    - Balindeyên li ber bê, roman, çapa Îranê, enstîtuya çanda kurdî li Tehranê bi alîkariya dezgeha Jiyar, 2003.
    - Girewa bextê Helale, roman, Silêmanî, belavokên Renc, 2008.
    - Berhemên Giştî, 2 beş, çîrok û roman, Hewlêr, dezgeha Aras, 2008.
    - Şîrovekirina bingeha destanên kurdî yên eşqê (Lêkolînek bi zimanê farisî), destûra çapê wernegirtiye.
Şazade Îhtîcab (Hûşengê Golşîrî), James Joyce, J. M. Stewart (Lêkolîn), Mala Ronakan (çend nivîskarên îranî, çîrok), Baronê ser daran (Italo Calvino), Qesabxaneya hejmar 5 (Kurt Vonnegut), Sivikatiya ku nayê tehemulkirin ya bûyinê (Milan Kundera), Dadgeh (Franz Kafka) wergerandine zimanê kurdî.

Eta Nehayî - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat