Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Carna ji wêjeya kurdên Yekîtiya Sovêt, ya salên 30emîn re dibêjin 'wêjeya sêwiyan', ji ber ku kesên li sêwîxanan mezin bibûn di damezrandina wê wêjeyê de roleke hêja lîstin. Emînê Evdal yek ji wan bû.
Emînê Evdal sala 1906an li gundê Emençayîrê, navça Dîgorê, devera Qersê ji dayîk bûye. Wê demê devera Qersê dikete nav Împaratoriya Rûsya û li wir 17 gundên kurdên êzdî, ên ji êla Sîpkî hebûn.


Salên Cenga Cihaniyê ya Yekemîn seva ji destê Roma Reş bifilitin êzdiyên Serhedê gişk koçber dibin û xwe digihînine Ermenistana îroyîn. Dîsan jî eskerê Romê xwe digihîne wan û piraniyê qir dike.


Çi ku ji destê Roma Reş, çi ji birçîbûn û nexweşiyan, ji malbeta mezin Emînê biçûk tenê dimîne û jiyana xwe li sêwîxanan didomîne.


Piştî ji sêwîxanê sala 1924an derkeve, ew berê diçe Tilbîsê nav mirovên xwe, lê piştî du salan dîsan vedigere Ermenistanê. Ji ber ku wî di sêwîxanê de dibistan temam kiribû, ew li gundên kurda Mîrek, Qundaxsaz û Karvansere dest bi mamostatiyê dike.


Ji sala 1926an ew dest bi berevkirina nimûnên folklora kurdî dike. Lê wî texmîn dikir, wekî zanebûnên wî têrê nakin û sala 1931ê dikeve fakûltêta Fîlologiyê, ya zanîngeha Yêrêvanê.


Wan salan kadroyên kurdan yên xwendî lap kêm bûn û Emîn bi xwendina zanîngehê re tevayî usan jî di Peymangeha Perwerdeyê ya Pişkavkazêye Kurdî de mamostatiyê dike, di rojnama 'Riya Teze' de dibe sekreterê berpirsiyar. Salên xwendekariyê, ji bo Emîn usan jî dibin salên destpêka karên zanyarî, nivîsara şiîr û çîrokan.
Wan salan li Ermenistanê dibistanên kurdî hebûn û Emînê Evdal beşdarî amadekirina mamostayên zimanê kurdî dibe. Ji sala 1933an heta 1936an ew usan jî kitêbên 'Zimanê kurmancî' ji bo komên çaremîn, pêncemîn û şeşemîn amade dike, 'Mêtodîka Hînkirina Xwendin û Nivîsarê' û 'Mêtodîka Zimanê Kurmancî' dinivîse û çap dike. Bi çend kesan ve "Xebernema Fileyî-Kurmancî' û bi hevalê xwe yê salên zarotiyê Heciyê Cindî ve 'Folklora Kurmanca', vê kitêba di dest we de çap dike.


Sala 1932yan ew yekemîn berevoka berhemên nivîskarên kurd amade dike. Ew berevok berê bi kurdî, paşê jî bi zimanên ermenî û rûsî çap dibe. Lê sala 1935an yekemîn bervoka şi'rên xwe çap dike ku bêtirî wan ji bo zarokan bûn.


Piştî temamkirina zanîngehê Emînê Evdal dikeve aspêrantûrayê û sala 1944an têza doktoriyê bi mijara "Jina kurd di malbeta arkayîk de ser bingehên matêryalên netewenasiyê û folkloriyê" temam dike û dibe doktorê dîrokê.  


Sala 1959an li Akadêmiya Ermenistanê ya Zanyariyê beşa Rojhilatzaniyê tê damezirandin, ku kurdnasî jî hildigirt nav xwe. Ji wê salê heta dawiya jiyana xwe E. Evdal li wî beşî kar dike û bi gelek gotarên zanyarî re tevayî van kitêban çap dike; 'Tole hildana xwînê di nav kurdan de û bermayên wê li Ermenistana Sovêtiyê', 'Deba kurdên Ermenistana Sovêtiyê', 'Patronîma bal kurdên Ermenistana di sedsala XIX de', 'Deba kurdên Pişkavkazê', 'Xebernama kurdiye rastnivîsandinê.'


Çiqwas jî piştî sala 1937an dibistanên kurdî li Ermenistanê neman, ji sala 1945an di dibistanên gundên kurdan de heftê du saeta ziman û wêjeya kurdî dihat xwendin. E. Evdal wan salan sê kitêbên ji bo xwendina zimanê kurdî amade dike û çap dike, beşdarî perwerdekirina mamostayên zimanê kurdî dibe.


Ji ber ku Emînê Evdal li sêwîxanê zimanê kurdî ji bîra kiribû, yekemîn şi'r û kurteçîrokên xwe bi zimanê ermenî dinivîse, yekemîn kurteçiroka wî "Casim û Tosin" sala 1924an çap dibe. Lê zûtirkê ew xwe ji nû ve fêrî zimanê kurdî dike û dest bi nivîsara bi zimanê dê dike.


Salên 30emîn bi şi'ran re tevayî, E. Evdal usan jî çend destanên kurdî yê gelêî (Memê û Zînê, Zembîlfroş) vediguhêze û raberî xwendevanan dike. E.Evdal gelek kitêbên şi'r û poêman çap kirin, piraniya wan usan jî bi zimanê ermenî hatine çap kirinê. Ser bingeha poêma wî, 'Gulîzer' beşa kurdî ya radyoya Yêrêvanê radyo-şano amade kiribû û bi radiyoyê dihat belav kirin.


Emînê Evdal 22ê meha Îlonê sala 1964an çû ser dilovaniya xwe. Çawan zanyar, nivîskar û mamosta, wî mîrateke hêja pey xwe hîşt. (Tosinê Reşîd)

Emînê Evdal - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1