Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

 

Di sala 1908an li gundê Emençayîrê, navça Dîgorê, devera Qersê ji dayîk bûye. Salên Cenga Cîhanî ya Yekemîn ew direvin Ermenistanê. Ew sala 1919an dîsan vedigerin Emençayîrê. Gund talankirî û wêran bû. Wê salê amerîkî li Qersê sêwîxanê vedikin û Hecî bi birê xwe yê biçûk ve dikevine wê sêwîxanê. Gava tirk Qersê hildidin, amerîkî wan bi trênê verêyî Gumuriyê dikin. Piştî li sêwîxanê dibistanê temam bike H. Cindî dikeve Peymangeha Perwerdeyê û sala 1929an temam dike. Dû re ew li gundên Qudaxsazê û Camûşvanê mamostatiyê dike û pê re jî ji nû ve fêrî zimanê kurdî dibe. Ji wê salê ew dest bi berevkirina nimûnê folklora kurdî û karê wergerê dike. Bi berhemên nivîskarên ermenî re tevayî ew kitêbên tendurustiyê jî werdigerîne kurdî. Sala 1930î ew fakûlta Fîlologiyê, ya zanîngeha Yêrêvanê tê hildan, ji sala 1932an jî li Înstîtûta dîroka çanda materyaliyê dest bi lêkolînên zanyariyê dike. Salên 30emîn dewraneke zêrîn bûn ji bo kurdên Ermenistanê û H. Cindî bi êginayî dikeve nav kar û xebatê. Sala 1930î li Yêrêvanê Peymangeha Perwerdeyê, ya Pişkavkazê a Kurdî vedibe û H. Cindî li wir dibe mamostê zimanê kurdî. Wê salê usan jî dest bi weşandina rojnama ‘Riya Teze’ dibe. H. Cindî dibe serokê beşa wêje û çandeyê û yekemîn berhemên xwe li wir çap dike. Ji sala 1930î heta 1937an ew berpirsiyarê radyoya kurdî bû. H. Cindî yek ji amadekarên yekemîn konferansa Kurdnasiyê bû, ku sala 1934an li Yêrêvanê pêk hat. Zanyarên ji Yêrêvanê, Moskvayê, Lênîngradê û Tilbîsê beşdarî konferansê dibûn. Di konferansê de usan jî mamostayên zimanê kurdî, ên ji Ermenistanê, Azarbajanê û Turkmênistanê amade bûn. Sala 1934an H. Cindî beşdarî kongra Yekîtiya Nivîskarên Yekîtya Sovêtê, ya yekemîn dibe. 17ê meha Adarê, sala 1938an H. Cindî bi tawana pêwendiyên bi mirovên dijî Yekîtiya Sovêtê re digrin û davêjne girtîgehê. Rast piştî salekê, 17ê Adara sala 1939an H.Cindî azad dikin. Dûarojê ew ê 17ê Adarê bike roja bûyîna xwe, ya fermî. Sala 1940î H. Cindî bi têma "Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî" têza xwe ya doktoriyê pawan dike. Salên Cenga Cihanî ya Duyemîn H.Cindî nimûnên folklora kurdî niştimanperweriyê berev dike û bi du kitêban çap dike. Bi spartina hukumata Ermenistanê H. Cindî sala 1944an elfabêya kurdî ya nû, ya ser bingeha tîpên kîrîlî amade dike û piştî navbiriya şeş salan li Ermenistanê ji nû ve dest bi çapkirina kitêbên kurdî dibe. Eger em sala girtîgehê ji nav derxin, H. Cindî ji sala 1936 an heta 1959 an li Înstîtûta zaniyariyê, ya ziman û wêje kar dike. Mijarên lêkolînên wî folklor, ziman û wêja kurdî bûn. Sala 1959an Sêctora Rojhilatnasiyê, bi beşa Kurdnasiyê ve li Akadêmiya Ermenistanêye Zaniyariyê tê damezirandin û H. Cindî ji destpêkê, heta sala 1968 an serokê wê beşa bû. H. Cindî ji sala damezirandinê1932an heta sala 1966an serokê beşa Nivîskarê kurd bû, ya bi ser Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanêye Sovêtiyê. Sala 1968 an li zanîngeha Yêrêvanê beşa kurdnasiyê vedibe. H. Cindî li wir mamostê ziman, wêje û folklora kurdî bû. Sala 1964an bêyî pawankirina têza doktoriyê, ser bingeha berhemên H. Cindî navê doktorê zanyariyê didine wî. Heciyê Cindî 1ê Gulanê sala 1990î li bajarê Yêrêvanê çû ser dilovaniya xwe. H.Cindî zanyarekî naskirî bû, ew bi ordêna "Dostiya gelan", madalya bi navê X. Abovyan û gelek madalyayên mayîn ve hatibû rewa kirin. Kitêbên çapkirî; Perwerdeyê-8, kitêbên ziman û wêjeya kurdî ji bo dibistanan-19, kitêbên destanên kurdî bi lêkolînên wan ve- 5, kitêbên folklora kurdî, ku gelek ji wan bi zimanê rûsî û ermenî jî hatine wergerandin-16, 2 kitêbên rêzimanî, 2 kitêbên ser wêjeya kurdên Ermenistana Sovêtê. Heciyê Cindî berhemên gelek nivîskarên ermenî wergerandine kurdî û çap kirine. Gelek şi‘rên H. Cindî di almanaxên nivîskarên kurd de çap bûne. Sala 1947an berevoka kurteçîrokên wî bi navê "Siba Teze" çap bûye. Lê sala 1967an romana "Hewarî" çap dibe. Ew roman usan jî bi zimanên rûsî, ermenî û erebî çap bûye. Heciyê Cindî mîrateke mezin pey xwe hiştiye.  (Ji nivîsa Tosinê Reşîd)

 

Heciyê Cindî - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1