Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Şaîrê kurd î herî  navdar ê sedsala bîstan e. Di sala 1903an de li gundê Hesarê yê li ser Kercoşê hatiye dinyayê. Navê wî yê esil Şêxmûs e. Di dema Şerê Cîhanê yê Duwem de mecbûr dimîne diçe Amûdê. Li derdora Diyarbekir di medresê de dixwîne, îcaza xwe werdigre dibê seyda. Demekê melatiyê dike. Di xortaniya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Berhemên wî yên pêşî di Hawarê de derketin. Gelek şi‘rên wî berî çap bibin, di nav xelkê de belav bûn, bûne stran, tesîreke mezin li civaka kurd kir. Di 1979an de li Swêdê bi cî bû. 22yê Cotmeha 1984an wefat kir. Gora wî di hewşa mala wî ya li Qamişlo de ye.
Heta niha di çend cureyan de dor bîst kitêbên wî çap bûne. Bi qasî wan jî ê neçapbûyî hene. Avesta bi munasebeta sedsaliya Cegerxwîn, hemû şi‘rên wî çap dike. Berhemên menzûm wê di deh cîldan de bên komkirin.
- Agir û Pirûsk
- Sewra Azadî
- Kî me Ez
- Ronak
- Zend-Avista
- Şefaq
- Hêvî
- Aşitî
- Salar û Mîdya
- Şerefnama Menzûm
Di çapa nû de ji xeynî îmlayê guhertinek cidî di zimên de nebûye. Kêm cî di nava xwe de hatine standardîzekirin. Di weşana berheman de me çapa wan î yekem esas girtiye, lê bi hemû çapê din re jî muqayese kiriye.

Cegerxwîn - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1