Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di 21ê adara 1945an, şeva Newrozê ji dayik bûye. Master di endazyari ya mîmarî de kiriye. Xêzandar e, keç û kurekî wî hene, bapîrê 3 neviya ye. Heta niha 52 kitêbên wî hatine çapkirin, kitêba wî ya dawî jî 20 cild e bi navê Dairetulmearifi (Ansiklopedi) ya Zanyarî û Hûner. Ji sala 1962an heta 1967an pêşmerge bûye û di serdema Barzanî de berpirsyaretiya liqê kiriye. Endamê kabîneya yekê û duduwê ya Parlamentoya Iraqê bûye piştî ruxandina rejîma Baas. Di çendîn kêbirkên mîmarî de yekem bûye. Zêdetir weke romannivîs hatiye naskirin, romana wî ya dawî bi navê Derbar e û 8 cil de, dezgehê Aras çap kiriye. Çendîn roman nivîsîne ku hatine wergerandin ser zimanê farisî, erebî û zimanên din weke romanî. Navê hinek ji romanên wî: Kurdere, Hîç, Raz, Kemal Paşa Kuştin. Niha bi bîstem cildê Ansiklopediya Zanyarî û Huner ve mijul e. Her weha bi endazyariya mîmarî ve mijul e û hinek wextê xwe ji bo Pêkersazî û Nîgarkêşî terxan kiriye.

Xusrew Caf - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

1
Kapat
UA-179024399-1