Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di sala 1951ê de, li bajarê Duhokê, li Kurdistana başûr ji dayik bûye. Di sala 1970ê de, dest bi nivîsîna helbestan kiriye û ya yekê di sala 1972ê de, di rojnama Hewkarî de, belav kiriye. Kurteçîrok û vekolînên edebî jî nivîsîne. Di piraniya aheng û fêstîvalan de, helbest pêşkêş kirîne û di rojname û kovarên kurdî de, çi li nav Kurdistanê û çi li derveyî Kurdistanê belav kirîne. Di sala 1973ê de, bûye endamê Êketiya Nivîskarên Kurd. Endamê desteka rêvebera (redaksiyon) çendîn kovarên kurdî bûye. Ji bo demekê, sernivîskarê kovara Berbangê û serokê Komela Nivîskarên Kurd bûye li Swêdê. Endamê Yeketiya Nivîskarên Swêdê ye. Endamê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê ye. Sala 1974-1975ê di radyoya şoreşê de, kar kiriye. Sala 1982ê ji ber zulim û stema dijminî dîsan gehiştiye şoreşa kurdî. Lê piştî Enfalên Reş, neçar bûye xwe bigehîne welatê xerîbiyê, Swêdê. Niha jî dîsan vegeryaye welatî û li wezareta roşinbîrî şareza ye.

Xelîl Dihokî - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1