Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di sala1962yan de li Diyarbekrê hatiye dinyayê. Pêşî bi helbestê dest bi edebiyatê kir. Helbestên wê di salên 1985-1987an de li kovara Sanat Olayı weşiyan. Çîrokên xwe yên pêşî di kitêba bi navê Eriyip Gidiyor Gece (Şev dihele û diçe, 91) de dan weşandin. Kitêbên wê yên çîrokan Reçine Kokuyordu Hêlîn (Bêhna gêzoyê ji Hêlînê dihat, 1993), Kıraç Dağlar Kar Tuttu (Çiyayên bejî berf girt, 1996) Suskunun Gölgesinde (Li Siya Bêdengiyê, 2002) Korkunun Irmağında (Di Robarê Tirsê de, roman, 2004) Halepçe’den Gelen Sevgili (Evîndara Ji Halepçê, 2009) weşiyan. Kitêbên wê wergerîn gelek zimanan û di antolojiyan de cih girtin. Çîrok û romanên wê ybûn mijara lêkolînê. Xelata Orhan Kemal sala ya 1997an wergirt. Ji sala 2008an ve li Cenevrê dijî, jiyana wê bi pirranî li wir be jî ew hertim li bajarê xwe ye jî.

Suzan Samanci - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1