Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Ez, Şerefxanê Bedlîsî

Ez, ku nivîskarê van rûpelan im, navê min Şerefê kurê Şemseddîn e. Çavê min li meziniya Xwedê ye û ez hêvîdar im ku alîkarê min be û min di vê dinyayê de serfiraz bike û ji asteng û giriyên wê dinyaya din jî rizgar bike. Di kemilîna ciwanî û gulvedan û ajardana bihara jiyana xwe de, piştî ku min destê xwe yê rast û destê çepê nas kir, min di xwendewariyê de hêz û taqet bi dest xist û ez bi hezaran milên zanistiya zahirî û batinî hîn bûm. Çi tiştên ji bo dîn û dinyaya min pêwîst e, min ji her tiştî gelek zanîbû û bi sererastî û meharetî ketim ser kar û barên dîwanê û wê çaxê heta niha hemî bi hêz û mecalên xwe ve ez bi xwendina serpêhatî û dîrokan mijûl im.

Dîroknasî


Dîroknasî di ser hemî huneran re ye. Dîrok, tijî ji ders û tecrûbên bi feyde û rênîşandanên bi kêrhatî û bi qezenc in. Serpêhatiyên me yên borî bi bîra me dixe, rojên me yên kevnare yên dûr nêzî me dike û bala me dikişîne ser emekdariyên berî me hatine kirin. Jixwe, bi taybetî eger ew serpêhatî û bûyerên han ji dem û lêkolînên xweş pêk bên û xwendevanên destpak û qelemrengîn rûpelên kitêban pê binexşînin.
Vêca ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û durrnas in, ew dîrokzanên ku lehengên nav şekeristana serpêhatî, çîrok, deng û behsan in, heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê ve nekirine, behs û dengên gernas û sernasên Kurdan nekirine bin devê pênûsê, ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê ku di tam û bîhnaxwe de wek hingivîn û gezoyê ne, gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirin û ketiye bin piyan û bi tu awayî dest û devên xwe lê nêzîk nekirine. Ez î jar, bêtaqet, bêdest û ziman ketim ser wê xeyalê ku vê mijara han a ji taqet û qudreta min gelek der; behs û serpêhatiyên mirovên mezin, kesên bi nav û deng, serdar û fermanrewayên Kurd û Kurdistanê berhev bikim, ên di dîrokên ‘Ecem de min bi xwe dîtine û yên min ji mirovên bi hiş û zîrek û ji derewan dûr, raste rast bi xwe seh kirine, binivîsim û navê wê deynim: ŞEREFNAME. Hemî armanc û daxwaza min jî ev e ku, xanedanên mezin ên Kurdistanê navê wan di nav navan de bimîne û ji bîr neçe.

ŞEREFXANÊ BEDLÎSÎ (1543-1604)

Mîr Şeref Xan di Sefheya Çaran a Şerefnameyê ya di derbarê malbata xwe de nivîsandiye, koka Mîrên Bedlîsê digihîne Qralên Kisrayê. Dîsa li gor Şeref Xan, dema ku nivîsandina Şerefnameyê temam dike, ku sala 1597ê zayînî (1005ê koçî) ye, dibêje ku bi ser bidestxistina desthilata wilayeta Bedlîsê re, 760 sal derbas dibin.
Eşîreta Rojkî, ji yekîtiya 24 eşîretên kurd pêk hatiye. Li gor Mîr Şeref Xan, ev 24 eşîretên han, rojekê li ciyekî navê wê Tab ê li dora Xwêtê berhev dibin û vê yekîtiyê pek tînin. Ev yekîtiya han, pişt re bi ser du şaxên girîng parve dibe. Ji şaxê yekê ya ji 12 gruban pêkhatî re Bilbasî û ya duduyan re jî Qewalîsî hatiye gotin. Ev herdu navên han jî, navê du gundên mîrekên Hekkariyê ne. Li gor rîwayeteke din jî, ev herdu navên han, navê du qebîleyên ji Eşîreta Baban in. Tesnîfa van herdu şaxan û ya van 24 eşîretan, di çavkaniyan de bi awakî cihê cihê tên kirin. Em ê li vir tesnîfa ku ji aliyê Mam Hejar ve hatiye kirin werbigrin û pêşkêşî xwendevanan bikin: Rojkî du şaxên mezin û 24 eşîret in. Pênc ji wan, ku Qeysanî, Bayekî, Modkî, Zoqeysî û Zeydanî ne, rûniştiyên Bedlîsê yên qedîm in. Dehên wan jî ku ji beşê Bilbasî ne: Keleçîrî, Xerbîlî, Balekî, Xiyartî, Korî, Birêşî, Şekrî, Garisî, Bêdorî û Belagerdî ne. Ew neh eşîretên din jî ku: Zerduzî, Endakî, Pertavî, Girdikî, Suhrewerdî, Kaşaxî, Xaldî, Wastukî û ‘Ezîzan in, ji beşê Bilbasî ne.


Niha, piştî gelek bi kurtî jî be behsa dîroka malbata Mîr Şeref Xan, em ê vegerin li ser bûyerên destpêka sedsala 16an û îttîfaqa ku bi riya Mewlana Idrîsê Bedlîsî bi Yawuz Sultan Selîmê Osmanî re hat girêdan. Bêguman, bûyerên sebebê vê îttîfaqa han û rewşa kurdan a wê demê, ne di daxilê çarçoveya maqalekê de ne ku bê behs kirin. Ji ber vê em ê tenê wan bendên vê îttîfaqê pêşkêş bikin. Li gor wê: 1) Dê serxwebûniya mîrektiyên kurd bê parastin, 2) Dê meqamê mîrektiyê ji bav derbasî kurê wî be, weya gor usûla mehellî bê tenzîm kirin. Sultan dê bi fermanekê tayîna cihgir tesdîq bike, 3) Dê kurd di hemî şeran de alîkariya tirkan bikin, 4) Dê tirk li hemberî êrîşên derve alîkariya kurdan bikin, 5) Dê kurd risûmê (bac) şer’iye bidin beytû’l-mala xelîfe. Belê ew peyman an îttîfaq an jî navê wê çi dibe bila bibe, ji van maddeyan pêk hatibû.
Lê mixabin, hê tenê bîst sal bi ser vê lihevhatina bi navberiya Mewlana Idrîsê Bedlîsî pêk hatibû, ku di navbera mîr û mîrektiyên Kurdistanê û Yawuz Sultan Selîm ê sultanê osmanî de çêbûbû, derbas nebû, dijîtî û dubendî ket navbera wan mîr û mîrektiyên Kurdistanê û Yawuz Sultan Selîmê osmanî. Sebebê vê jî, bêguman ji polîtîkaya dewleta Osmanî ya roja yekê ya di derbarê kurdan de dest pê dike.


Mele Mehmûdê Bayezîdî di cihekî de, piştî vegera Yawuz Sultan Selîm ji vê seferê, axavtinên navbera wî û diya wî de derbas dibin, neqil dike û wiha dibêje: “Dema ku Yawuz ji sefera xwe ya rojhilatê vedigere, diya wî jê dipirse: ‘Kurê min, sefera te çawan derbas bû’. Ew jî dibêje: ‘Dayê, min li ser sînorê xwe yê rojhilatê, ji laşan sedek çêkir, êdî ji vir şûn de Sefewî nikarin ji wê sedê derbas bibin û min aciz bikin’. Diya wî jê re dibêje: ‘Kurê min, ma ne guneh bû te ewqas însan qetil kirin’. Yawuz dibêje: ‘Dayê, min kesekî qetil nekiriye, lê min kurdan wekî sedekê danî li ser sînorên xwe yên rojhilatê, ew dê wekî sedekê ew sînor biparêzin”. Belê, tu tişt, tu gotin û tu bûyer qasî vê axavtina navbera Yawuz û diya wî, polîtîkaya Osmanî ya li hemberî mîr û mîrektiyên Kurdistanê, nikare îzah bike. Ev bi awakî ronî, ku rojên pêş de bi zelalî hat dîtin, ji Şerê Çaldiranê heta Sultan Mehmûdê Duduyan, ku bi awakî resmî selahiyet û îktîdarê di merkezekê de berhev kir û bi vê jî dawî bi desthilata mîr û begên kurdan anî, netîceya ew polîtîkaya ku Yawuz ji diya xwe re gotine bûye. Cardin, roja Osmaniyan bi kurdan re îttîfaqê kirin heta ew îttîfaq xera bû, polîtîkaya dewleta Osmanî ya li hemberî kurdan, her tim fêlbazî, kûrkirina dijîtiyan di navbera beg, mîr û mîrektiyên kurdan de bûye. Ya herî girîng jî, tim û tim li hemberî mîrektiyên bi hêz û xurt, pişta mîrektiyên jar û qels girtiye. Bila şaş neyê fehim kirin, vê ne ji bo bicihanîna edalet û piştgiriya jaran kiriye, tam bi eksê wê, ji bo jarkirina wan mîr û mîrektiyên kurd ên xwedî desthilat û xwedî hêz bikar aniye.
Belê, me got hê bîst sal bi ser lihevhatina Amasyayê re derbas nebûbû, osmanî li ser ehdên ew maddeyên ku di lihevhatinê de derbas bûbûn, nesekinîn. Wekî me li jorê behs kir, destê xwe têkirin nav kar û barên mîrektiyên Kurdistanê yên herî xurt û bihêz. Vê jî bi Mîrektiya Bedlîsê destpê kirin. Ji ber ku wî wextî ev mîrektî di nav hemî mîrektiyên Kurdistanê de ya herî xurt bû.


Piştî bûyera di navbera Mîr Şemseddîn ê bavê Mîr Şeref Xan û Ulame de derbas dibe, bi fermana sultanê Osmanî, mîrektiya Bedlîsê ji destê Mîr Şemseddîn tê wergirtin û mîrektiya wilayeta Meletyê jê re dê dayîn. Lê ew vê li hemberî xwe leyzek hesêb dike û naçe ser birêvebiriya vê mîrektiyê. Ji ber ku ev kirina han li dijî lihevhatina di navbera wan de heye dihesibîne û di sala 1536an de, bi nêzîkî 600 malbatên Eşîreta Rojkî re berê xwe dide seraya Şah Tehmasb. Li wir ji aliyê Şah ve pêşwaziyek bi qedir û qîmet jê re tê kirin û unvana “xan”tiyê jê re tê dayîn û dibe Şemseddîn Xan. Ew kesên pey re jî li ser wezîfeyên awa awa yên bilind tên tayîn kirin. Wekî em ê di rêzên bên de behs bikin, ev çûna han heta sala 1579an dewam dike.


Şemseddîn Xan, li wir bi keça Emîr Xan Mûsillû yê kurê Gûlabî Begê kurê Emîr Beg re dizewice. Belê em ê ji vir şûn de vê ji qelema Mîr Şeref Xan bi xwe neqil bikin: “Heft salan piştî koça bavê min a vî welatî, ev bêtalih, feqîr û hejarê han, di 20ê meha zilhîcceya sala 949ê koçî (1543yê zayînî) de, ku teqabûlê ‘Sala Tuşqan’ dike, li qesebeya Kerherudê ya girêdayî Quma Iraqê ji keça Emîr Xan hatiye dinê. Ciyê ku ez ji dayîka xwe bûme, mala jinên Kerherudê bûye. Nesla wan a paqij û mezin diçe digihîje Qadî Şûreyh El-Kufîye ku di nav zana û kesên xwedî fezîlet de xwediyê payekî bilind, nav û dengekî mezin bûn... Xwedayê mezin, min ji roja zaroktiya min heta van rojên han, ku ez ketime pêncî saliyên xwe û heta ji pêncî saliyê jî derbas bûme û hatime gihîştime sînorê salên xwe yên şêstî, bi ketina di nav zanayên li gor zanyariyên xwe hereket dikin û bi rabûn û rûniştina kesên kamil ên xwedî fezîlet re bi ser xist...
“Yek ji wan ûrf û adetên qenc û sipehî yên rehmetiyê Şah Tehmasb, ku wekî riyeke baş dabû li ber xwe û li ser dimeşiya, ew bû ku: Zarokên beg û yên fermanderên xwe hê di zaroktiya wan de dikir nav herema xwe ya taybetî... Xwedê rehma xwe lê bike, Şah, hinek caran wiha digot: ‘Ji bo teniktiya zewqên we, vebûna zekayên we û derketina qabîliyetên we li holê, hewce ye hûn eleqe ji hînbûna resim çêkirin û neqaşê re jî bidin nîşan’...


“Belê, li gor vê prensîba pîroz, dema ez jî ketim neh saliya xwe, di meheke sala 958ê koçî (1552yê zayînî) de, ez ji bo Herema Taybetî hatim hildan û bi ketina nav meclîsa pisporan serbilind bûm...”
Pişt re, di sala 1555ê zayînî de, dema ku bavê wî dev ji wezîfeya xwe ya di seraya Şah de berdide, li ser daxwaza bi yekdengî ya Eşîreta Rojkî, hê di 12 saliya wî de wezîfeya mîrektiyê jê re tê dayîn û rêvebiriya herêmên Salyan û Mehmûdabadê yên li ser Şêrwanê jê re tên sipartin. Sê salan li van herêman li ser meşandina kar û bar dimîne. Pişt re rêvebiriya van herêman ji destan tên girtin û li seraya Şah tê bicih kirin. Pişt re jî wî didin ba waliyê Hemedanê Mihemmed Beg ê xalê wî. Sê salan jî li vir dimîne û vî navî re bi keça xalê we re dizewice û di eynî wextî de kar û barên Eşîreta Rojkî ji wir dimeşîne.
Pişt re walîtiya Geylanê didin destan û tam heft sal vî karî dike. Di bin fermanderiya wî de gelek şerên biserketî tên meşandin. Lê ji ber hewayê Geylanê yê ne xweş û nexweşiya webayê gelek kesên ji Eşîreta Rojkî li wir telef dibin. Ew di firseteke bi destketî de daxwaz ji Şah dike ku ji vir bê hildan. Ev daxwaza wî qebul dibe û diçe Qezwînê li ba Şah bicih dibe. Lê wî wextî di nav qizilbaşan de têkelhevî peyda dibin û hinek kes dixwazin ji kalbûna Şah Tehmasb îstîfade bikin û textê saltanatê têxin destê xwe. Li ser vê, Mîr Şeref Xan dixwaze xwe ji van dek û dolaban dûr bixe û bi îzna Şah diçe li wilayeta Şêrwanê bicih dibe.
Vî navî re Şah Tehmasb dimre û Îsmaîl Mîrza derdikeve li ser textê şahîtiyê. Daxwaz ji Mîr Şeref Xan dike ku ji Şêrwanê derkeve û biçe Qezwînê li balê. Mîr Şeref Xan fermana Şah bi cih tîne û diçe Qezwînê li ba Şah bicih dibe. Şah, Mîrêmîrantiya kurdan dide destan û rêvebiriya kar û barên mîr û fermanrewayên Kurdistanê, Loristanê, Goranê û eşîretên kurdan ên din dispêre wî. Lê ev Şah Îsmaîlê han, ji bo ku kesekî afyonkêş bûye û di meşandina kar û barên saltanatê de bêîstîqrar bûye, nekariye têkelheviyên di nav welat de rû didin bide sekinandin. Gelek kes dane kuştin û gelek kes jî li ser karên wan  hildaye û xwestiye Mîr Şeref Xan jî ji paytext dûr bixe û li ser vê, rêvebiriya kar û barên hukumeta Nahcîwanê daye destan. Belê em ê cardin ji vir şûn de, ji Mîr Şeref Xan bi xwe seh bikin ka çi qewimîne:


“Bêguman, ew hereketê hêvî jê nedihat kirin, ji aliyê Xwedayê mezin ve ji min re mizgîniyek an îşaretek û yek ji wan ‘ewrê berê barîna baranê yê Xwedayê mezin bû. Çunkî ev hatina han, di demeke lihevhatî de mecala vegera min a ji bo welatê bav û bapîrên min û meskenê min dê bidaya destê min. Belê bi rastî jî her wiha derket. Piştî ku salek û çar mehên min li ser meşandina kar û barên hukumeta Nahcîwanê derbas bûn, mizgîniya ji min re dayîna Eyaleta Bedlîsê ji aliyê sultanê mezin û dadmend, padîşahê bi qudret û birêz, siyasetmedarê xwedî tecrube û mahir, rehmetî û cennetmekan Sultan Murad Xan ve hat dayîn. Ev jî bi saya serê xebat û hewildana Xusrew Paşa yê Mîrêmîranê Wanê, Zeynel Begê Fermanrewayê Hekkariyê û Hesen Begê Mehmûdî çêbû. Wan ji min re ev cewab şandin:


“Dilovanî û dadmendiya padîşah a xusrevî û esîl, qenciyên wî yên padîşahtî yên bêser û bin, tu girtî bin bask û çengên parêzgeriya xwe û mafê te yê bav û bapîran, wilayeta ji te ji malbata te ya mezin hatî wergirtin, ji bo te paş de hat dan. Êdî di nav hêminî û dilekî rehet de paş de vegere welatê xwe yê eslî...”.
Belê, bi vî awayî ew di sala 1579ê zayînî (986ê koçî) de, bi 400 kesên bi wî ve girêdayî û 200 kesên ji Eşîreta Rojkî ji Nahcîwanê derdikevin û tên Wanê. Pişt re ji alayê Sultanê Osmanî ve, jê re Mîrêmîrantî tê dayîn û ew jî gelek xizmetên hêja jê re dike û di sala 1604ê zayînî de koçê dawîyê dike û diçe ser dilovaniya xwe.
Lê dixuyê, Mîr Şeref Xan hê li ser saxiya xwe, rêvebiriya kar û barên hukumeta Bedlîsê, daye destê kurê xwe. Ew di vî warî de wiha dibêje: “...îro ku tesadufê dawiya meha zilhîcceya sala 1005ê koçî (1597ê zayînî) dike, bi saya dewlet û hereketê Haqanê mezin... min vê wezîfeya han daye destê kurê xwe yê ser riya rastî û bi exlaqê xwe yê baş bi nav û deng, Ebû’l-Me’alî Şemseddîn Beg, Xwedê temenê wî dirêj bike û qedir û siyaneta wî qat, qat zêde bike...”. Her wekî em dizanîn, ev Mîr Şemseddîn Begê han, bavê Mîr Evdal Xan e. Ew Mîr Evdal Xan ê ku Ewliya Çelebî bûye mêvanê wî û dûr û dirêj pesnê wilayeta wî, kitêbxaneya wî, xweşî û sipehîtiya welatê wî kiriye. Cardin wî behsa dagîrkirina welatê wî, talan, wêrankerî û birina kitêbxaneya wî ya gelek dewlemend, ji aliyê waliyê Wanê Melik Ehmed Paşa ve, dûr û dirêj raxistiye ber çav.


Dema mirov behsa Mîr Şeref Xanê Bedlîsî bike, ger bi kurtî be jî behsa berhema wî ya hêja Şerefnameyê neke, ew baş nayê fehimkirin. Ji ber vê bi çend rêzan be jî, em ê behsa hinek milên girîng ên vê berhema han bikin.


Belê wisan dixuyê Mîr Şeref Xan di van salên xwe yên ji desthilata mîrektiya xwe dûr de, bi nivîsandina kitêba xwe ya hêja “Dîroka Kurdistanê ya Qedîm, Şerefname”yê re mijûl bûye. Cardin em dikarin bêjin ku wî haziriya karekî wiha hê li Îranê bûye kiriye û îhtîmaleke gelek mezin e ku ji vê dîrokê re hê li wir bûye, materyal peyda kirine. Li gelek ciyan geriyaye û bi gelek kesan re li ser vê mijarê peywendî danîne. Ew kitêbên di vî warî de hatine nivîsandin berhev kirine. Bi vî awayî jî di dema dûrketina ji birêvebiriya hukumeta xwe de, amadekariya afirandina karekî wiha kiriye.
Ew beriya ku dest bi nivîsandina vê berhema hêja bike, naverokekê jê re amade kiriye û li gor vê neverokê dest bi vî karî kiriye. Ev naverok, kiriye çar sefhe. Ev sefheyên han jî li gor rewşa siyasî, îdarî û statûya mîrektiyên kurdan bûye. Sefheya Yekê: Di derbarê fermanrewayên mezin ên Kurdistanê de ne ku ala saltanat û serxwebûniyê bilind kirine û dîroknivîsan ew di rêza sultanan de hesibandine de ye. Vê sefheya han jî kiriye pênc beş. Sefheya Duduyan: Di derbarê fermanrewayên mezin ên Kurdistanê de ne ku her çendîn negihîştine dereceya serxwebûniyeke temam, lê bi xwe jî xwe hukumdar nehesibandine, lê di serbestî û azadiyê de gihiştine dereceyek wisan ku hinek ji wan hetta li ser navê xwe sikke lêdane û xutbeyên rojên înîyan li ser mînberên mizgeftan li ser navên xwe dane xwendin. Vê sefheya han jî cardin kiriye pênc beş. Sefheya Sisiyan: Di derbarê hinek mîr û fermanrewayên Kurdistanê de ne. Vê jî dike du qisim û qismê yekê dike neh beş û qismê duduyan jî dike duwanzdeh beş. Sefheya Çaran: Di derbarê serpêhatiyên fermanrewa û begên Bedlîsê de ne, ku dibin bav û bapîrên nivîskarê Şerefnameyê, Mîr Şeref Xan. Ev sefheya han jî ji destpêkek, çar qisim û dawîyek pêk tê.


Mîr Şeref Xan, sebebê nivîsandina Şerefnameyê bi vî awayî daye xuyakirin: “...Vêca ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û dûrnas in, ew dîrokzanên ku lehengên nav şekerîstana serpêhatî, çîrok, deng û behsan in, heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê ve nekirine, behsa dengê gernas û sernasên kurdan nekirine bin devê pênûsê, ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê ku di tam û bîhna xwe de wek hingivîn û gezoyê ne, gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirin û ketiye bin piyan û bi tu awayî dest û devên xwe lê nêzîk nekirine. Ez î jar, bêtaqet, bêdest û ziman ketim ser wê xeyalê ku vê mijara han a ji taqet û qudreta min gelek der; behs û serpêhatiyên mirovên mezin, kesên bi nav û deng, serdar û fermanrewayên kurd û Kurdistanê berhev bikim... binivîsim û navê wê deynim: ŞEREFNAME. Hemî daxwaz û armanca min jî ew e ku xanedanên mezin ên Kurdistanê navê wan di nav navan de bimîne û ji bîr neçe...” Wekî em dibînin, ruhekî ew han daye ku vê berhema han binivîse û biafirîne. Vêca bêguman ew jî, wekî di ciyekî din de bi xwe behis dike, “ruhekî qewmî ye”.


Xala duduyan ku ji alîyê Mîr Şeref Xan ve di Şerefnameyê de behsa wê hatiye kirin, danexuyakirina sînorê coxrafîk ê Kurdistanê yê wî wextî ye. Em ê wê jî cardin ji Şerefnameyê werbigrin:


“Sînor û kewşenê welatê kurdan ku navê wê Kurdistan e, ji ser qeraxên Behra Hurmuzê -ku dikeve ser Okyanusa Hindî- dest pê dike û ji wir xetek rast dikêşe û tê heta digihîje herêma Meletyê û Mereşê. Welatê Faris, Iraqa ‘Ecem, Azerbaycan, Êrmenîstana Biçûk û Êrmenîstana Mezin dikevin milê bakurê vê xeta han. Iraqa ‘Ereb, Mûsil û Diyarbekir dibin başûrê vî sînorê han. Ji derveyî vê jî, gelek ji eşîret û qebîleyên kurd ber bi aliyê herêmên rojhilatê ve belav bûne û serên wan çûye gihîştiye herêmên rojavayê...”


Xaleke din a girîng ku Mîr Şeref Xan di Şerefnameyê de ronî kiriye, tesnîfa eşîret û zaravayên kurdî yên wî wextî ne. Mîr Şeref Xan di vî warî de wiha dibêje: “Eşîretên serekî yên kurdan, di warên ziman, ûrf û adet û rewşên xwe yên civakî de dibin çar beş:
Beşa yekan: Kirmanc (Kurmanc)
Beşa duduyan: Lor
Beşa sisiyan: Kelhur
Beşa çaran: Goran.”
Lê sed mixabin, beşa sisiyan tam heliyaye. Ji beşa duduyan jî, Lora Mezin ku dibin Bextîyarî, ji binî ve winda bûne û îro xwe faris dizanin. Ji vê jî, tenê Feylîyên ji Lora Biçûk mane, ku xwe kurd dizanin. Wekî em dizanin, Kurmanc jî: Soran û Kurmanc in. Goran jî Kirmanc (Dimilî/Zaza) û Goran (Hewreman) in.
Bêguman, wekî min di pêşî de jî da xuyakirin, gelek milên girîng û awa awa yên Şerefnameyê hene ku mirov li ser bisekine û her yek ji wan mijara lêkolînên serbixwe û nameyên doktorayê ne, di çarçoveya maqalekê de, ne mimkun e mirov bikare li ser bisekine. Ji ber vê, em ê li vir bi kurtî be jî derbasî behsa berhema hêja ya Mîr Şeref Xan, Şerefnameyê bibin. Cardin bi kurtî be jî behsa wergerên Şerefnameyê yên bi ser zimanên cihê cihê de hatine kirin, ew kitêbxaneyên destnivîsên Şerefnameyê tê de hatine parastin û tabloyên Şerefnameyê yên minyatûr bikin.


Wergera Şerefnameyê ya yekem, di sala 1667/1668 zayînî (1078ê koçî) de, bi zimanê tirkî, ji alîyê mîrekî Bedlîsê yê navê wî Mihemmed Begê kurê Ehmed Begê Mîrza ve hatiye kirin. Wergera duduyan cardin bi zimanê tirkî ye û di sala 1681ê zayînî de, ji alîyê kesekî naznavê wî “Şem’î” ve, ji bo mîrekî kurd ê navê wî Mustefa Beg re hatiye kirin. Du wergerên wê yên din ên tirkî hene; yek jê ku tê gotin ji aliyê dewletê ve hatiye kirin, di sala 1930î de ji aliyê mamostekî  diyarbekirî yê navê wî Suleyman Savci ve bi alfabeya latînî hatiye kirin. Wergera din jî ya Seydayê M. Emîn Bozarslan e.
Wergera wê ya almanî, di sala 1853-1859an de, li paytextê Avusturyayê Vîyanayê ji aliyê G.A.Barbe ve hatiye kirin. Wergera fransî, di navbera salên 1868-1875an de ji aliyê farisîzanê mezin F.B.Charmoy ve li St:Petersburgê hatiye kirin. Pêşgotinên van herdu wergeran û ya bi rûsî jî, kesên ku pisporê vê mijarê ne, gelek bi qîmet û hêja dihesibînin.


Du wergerên wê yên ‘erebî hatine kirin. Yek di sala 1948an de, ji aliyê M. ‘Elî ‘Ewnî Begê ve û ya duduyan jî di sala 1953an de, ji aliyê Mele Cemîl Bendî Rojbeyanî ve. Wergera rûsî jî, cilda yekê di sala 1967an de û cilda duduyan jî di sala 1976an de, ji aliyê Yefgina Vasiliva ve hatiye kirin.


Wergera kurdî ya bi lehçeyê soranî ji aliyê Mam Hejar ve hatiye kirin. Wergereke wê ya bi kurdî û bi zaravayê kurmancî ya bi destnivîs, ku ne temamê Şerefnameyê ye, kurtiya wê ye, di sala 1858-1859an de, bi handana Aleksander Jaba, ji aliyê Mele Mehmûdê Bayezîdî ve hatiye kirin. Wergera Şerefnameyê ya duduyan a bi zarvayê kurmancî, ji bo çarsedsalîya temambûna nivîsandina cilda yekê ya Şerefnameyê, di sala 1997an de ji aliyê min ve hat amade kirin û ew li Stockholmê ji aliyê Weşanxaneya Apecê ve hat çapkirin. Çapa duduyan jî di 410 salîya wê de hat pêşkêş kirin û di sala 2007an de, li Stenbolê ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat çapkirin.
Gelek nusxeyên bi destnivîs ên Şerefnameyê yên di kitêbxaneyên cîhanê ên cur bi  cur de hene. Dr. Kemal Mezher Ehmed behsa 22 liban dike. Lê wekî dê di îlaweya ku me di dawîya rûpelên Şerefnameyê de weşandiye bê dîtin, behsa 39 liban tê kirin. Ev karê han ji aliyê mamoste Enwer Sultanî ve hatiye kirin û me jî kurtiya wê wekî îlawe di dawiya rûpelên Şerefnameyê de weşandin. Di vê xebatê de bi kurtî navên ew kitêbxaneyên ev destnivîs tê de hatine parastin bi kurte agahdariyên di derbarê wan de hatine dayîn, hene. Ji wan kesên ku bixwazin di vî warî de lokîlînê bikin, çavkaniyeke gelek hêja ye.


Bêguman, bi çend rêz û maqaleyan, ne mimkun e ku mirov bikaribe agahdariyeke fireh têxe ber destê xwendevanan. Ji ber ku, her sefhe, her beş, her şax û çiqekê Şerefnameyê bi serê xwe dikarin bibin mijarên lêkolîn û nameyên doktorayê. Beriya ez dawî bi van kurteagahdariyên di derbarê Şerefnameyê de bidim, ez dixwazim behsa tabloyên minyatûr ên di nusxeya yekê ya bi destxetê pîroz ê Mîr Şeref Xan bi xwe ye bikim. Wekî me behis kiribû, dema ku Mîr Şeref Xan di seraya Şah Tehmasb de dest bi perwerde û hîndekariyê kiribû, hînê sen’etê resim kêşan û neqaşiyê jî bûbû. Ji ber vê, di esnayê amadekirina Şerefnameyê de, hinek bûyerên dîrokî, bi minyatûran teswîr kirine. Ew bi ser hev 20 tablo ne. 16yê wan di cilda yekê ya Şerefnameyê de ne û çarên wan jî di cilda duduyan de ne. Ev nusxeya Şerefnameyê ya bi destxetê wî bi xwe, bi çi riyê be, min nekarî ez agahdariyek di vî warî de bidestbixim, çûye ketiye Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê û niha li wir bi awakî nazik tê parastin.


Mamoste ‘Ebdurreqîb Yusif, li ser van tabloyan lêkolîneke hêja kiriye û min jî di wextî we de ew bi dest xistin û di kitêbeke xumalî de, bi zaravayê kurmancî û bi alfabeya latînî ji çapê re amade kir. Çapa yekê ji aliyê Weşanxanaya Jîna Nû ve li Swêdê û çapa duduyan jî ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve li Stenbolê hatiye kirin.

Ziya Avci

Şerefxanê Bedlîsî - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1