Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di sala 1948î de li bajarê Silêmanî dayik bûye. Xwendina sereta, navendî û amadeyî li Silêmanî temam kiriye, paşê di sala 1968an de dest bi mamosteyî kiriye. Di sala 1974an de tevlî Şoreşa Eylûlê bûye, di heman salê de bo xwendinê berê xwe daye Almanya. Piştî vegera ji Almanya, di sala 1977an de ji aliyê Mûxaberata Silêmanî ve hatiye girtin û li zindana leşkerî ya Kerkukê maye. Di heman salê de ligel 12 hevalên xwe ji zindanê bazdaye û bûye Pêşmerge. Piştî hingê di sala 1980yî de derbasî Swêdê bûye û di zankoya Upsala de dest bi xwendina Îrannasî kiriye. Nivîskar Abdulla di sala 1992yan de vegeriyaye Kurdistana Başûr û piştî salek li Silêmanî bûye alîkarê parêzgar. Selam Abdulla ji Silêmanî berê xwe dide Hewlêrê û di sala 1996an de dibe wekîlê wezareta rewşenbirî ya Herêma Kurdistanê. Di sala 2006an de dibe berpirsê liqa 4 a Partiya Demokrata Kurdistanê li Silêmanî. Niha
sernivîserê rojnameya Xebat e li Hewlêrê.
Berhemên nivîskar:
- Rojên bêkarî, 1982
- Medalya serok, 1983
- Bihûşta Penaberan (Şanogerî), 1985
- Ferhenga Swêdî-Kurdî, 1985
- Mîraxor (Şanogerî), 1986
- Hêstirên Koçê, 1993
- Zîndana Geverê, 1997
- Ber Çespandina Aştî, 1988
- Teqrîristan, 2000
- Zîndana Hey’e, 2003
- Rojên Xurbetê, 2007
- Berhevoka Gotarên Selam Abdulla, 2009

Selam Abdulla - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1