Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Paul Éluard, bi navê xwe yê rastî Eugène Émile Paul Grindel, di 1895an de li Saint-Denis (nêzîkê Parîsê) ji diya xwe bûye û di 1952an de jî miriye. Di 1931ê de li dijî pêşengeha kolonyal a Parîsê derdikeve, di belavokek de wiha dinivîse : "Ger hûn aştiyê bixwazin, şerê sivîl amade bikin."

Ji Partiya Komunist tê avêtin lê şerê xwe yê ji bo şoreşê didomîne, ji bo hemû şoreşan. Berdevkê surréalismê, dostê Breton û Picasso bû. Li ser bombebarankirina Guernica şi’ra xwe ya bi navê Victoire de Guernica (Serfiraziya Guernicayê) dinivîse. Di salên şerê Îspanyayê de Eluard û Picasso ji hev naqetin. Şaîr ji yê resam re digot : "Tu bi tiliyên xwe alavan digrî û agir dinexşînî."

Paul Eluard - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1