Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Jidayîkbûyê 10.01.1965an, xelkê gundê “Çarî” ê li ser bajarê Selmasê, ji Rojhelatê Kurdistanê ye. Piştî herifîna rejîma Şah li Îranê (1979), bi sedema rewşa aloz a siyasî û neseqamgîrbûna jiyanê, tenê heya pola sê a navendî derfeta xwendinê hebûye. Ew ji sala 1980yî şûn de rasterast digel “Rêkxistina PDK Îranê” li bajarê Selmasê tekoşîna xwe dest pê kiriye. Ji sala 1982yan şûn de wek pêşmergeyê Kurdistanê, di destpêkê de di nava “Hêza Bergirî a Simko” û piştre di nava PDKÎ de, bo heyamê 39 salan e ku bê navber, di çepera berxwedana netewî de, ji bo rizgariya gel û welat, dixebite. Qadirî di heyama pêşmergatiya xwe de çendîn erk û wezîfeyên cuda cuda di warên; rêkxistinî, perwerde, leşkerî, birêveberî û dîplomasiyê de, bi rê ve birine û di sê kongreyên PDKÎ de (12, 13, 15) bo heyama 12 salan, wek endamê rêber- tiyê xizmet kiriye. Ji2003an heya nîva duyem a sala 2005an, wek endamê Desteya Avaker û serpereştê rojnameya Agirî ku ji aliyê PDKÎ ve bi alfabêya latînî û bi zaravayê kurmanciya jorîn dihate weşandin, xizmet kiriye û ji wê demê ve heya niha, bi dehan gotar û hevpeyvînên wî yên siyasî, dîrokî û edebî, di rojname û malperan de hatine belavkirin. Qadirî ji sala 2012an ve, piştî kongreya 15an a PDKÎ heya niha, nûnerê PDKÎ li Hewlêrê ye. Ev pirtûka dîrokî, yekem berhema nivîskar e ku wek pirtûk hatiye weşandin.

Mihemedsalih Qadirî - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1