Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Nivîskar û romannivîsê kurd Mihemed Mukrî sala 1945 li Taxa Kelehê ya bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Mukrî zarokatiya xwe û qonaxên xwendina xwe yên destpêkê li Kerkûkê qedand.
    Mukrî edîbekî berhemdar bû. Di piraniya janrên edebiyatê de berhem afirandin wek roman, çîrok, şano, helbest û wergerandin. Di hemû jiyana wî de, rojek derbas nebû bêyî ku ew tiştekî tê de binivîse û digot: “Bi nivîsandinê ez xwe hîn dikim çawa bibim mirov.” Di destpêka sala 1982 de, Mukrî bû pêşmerge û di Yekîtiya Nivîskarên Şax (Çiyê) de kar dikir. Pişt re bi çend hevrêyên xwe re Kovara Nûserên Kurdistanê, Kovara Gizing û Kovara Keltûr derdixistin. Dema Mukrî Reyîn nivîsand ku hem ceribandineke nû bû di warê romana kurdî de û hem jî rexneyeke tûj bû li ser xebata wê demê ya partiyên kurdî li Başûrê Kurdistanê bi taybetî YNKê, ji hêla endam û kadroyên wê partiyên ve gefa kuştinê li Mukrî hat kirin, lewma ji ber tirsa kuştinê demekê veşartî ma, lê bi gotina wî: “Mam Celal jiyana min ji kuştinê parast.”
    Mukrî rexneya edebî ya kurdî jî bi tûjî rexne dikir û digot: “Rexneya kurdî sava ye. Ez bawer nakim deh pirtûkên me yên rexneyî hebin. Tenê hinek lêkolîn hene, hinek ji wan baş in û hinek xirab in. Heta niha rexneya kurdî nekariye tekstê bi xwîner bide naskirin û nihêniyên tekstê jê re eşkere bike.”
    Mukrî xwediyê rewşenbîriyeke pir berfireh bû. Ne tenê di warê edebiyatê de, lê di cîhana felsefe û feleknasî û ol û zanînên civakî de jî şehreza bû. Herwiha Mukrî şêwekar jî bû.
    Mihemed Mukrî roja 06.05.2012, di 69 saliya xwe de û di encama krîza dil de, li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê wefat kir.
    Berhemên Mukrî:
    - Segwer (Reyîn, roman, 1982, Şeş caran hatiye çapkirin, carekê bi erebî jî çap bûye)
    - Heres (Ketin, roman, 1982, Du cild e, sê caran hatiye çapkirin)
    - Tole (Tolstandin, roman, 1985, çar caran hatiye çapkirin, arekê bi erebî jî çap bûye)
    - Nêçîr (Çîrok, 1986, du caran hatiye çapkirin, bo erebî û farisî jî hatiye wergerandin)
    - Sê Dadgeh (Şano, 1983, çar caran hatiye çapkirin, carekê bi erebî jî çap bûye)
    - Ejdeha (Roman, 1998)
    - Harûn el Reşîd (Şano, 2001, carekê bi erebî jî çap bûye)
    - Îsmaîl Beşîkcî û kurd (Sê caran hatiye çapkirin)
    - Romana Taras Bulba ya Nikolai Gogol wergerandiye kurdî – Sê caran hatiye çapkirin.
    Herwiha gelek werger û berhemên  Mukrî yên din jî hene.

Mihemed Mukrî - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1